Du nîjadperest û manyak çûn û du man

Dijminê mirov nîjadperest, faşîst û manyaq be, hem xerab e û hem jê baş e.  Heger ji yekî bêtir bin xerabtir û baştir dibin.

Du bin, dibin dubare. Çar bin, dibin çarbare.
Vê carê ev çi ye?
Ev jî ev e, çi ye.
Saddam Huseyn mirovê nîjadperest, kî faşîst û manyak bû, bi salan bi hezaran kurd kuşt, zindî bin ax kir, koçber kir. Gund û bajarên wan da ber devê top û mîtralosan bi ser de kulî wî helnebû, li Helebçê jehr baran û bi hezaran jin zarok negot kuştin. Ji vê dijmînî xerabtir, nîjadperestir, faşîstir û manyaktir li darê dinê kes tune.  Ji ber ku nîjadperest, manyak û faşîst bû li peyî ava serê xwe gerî  û dawiya xwe, malbata xwe û desthilatdariya xwe anî. Heger weha zêde nîjadperest, faşîst, barbar û manyak nebûya piçek polîtîkayeke nerm bimeşanda dê hîn çend salên din jî rejîma wî dom bikira. Dê ji bo me kurdan felaket bûna û em îro li Başûr ne digehiştina mafê xwe yê demoktarîk û netewî û rewşa ku îro li Başûr heye, pêh nedihat.
Ev yek.
Du.
Heger Beşar Esad jî riya biraderê xwe Saddam neajotana û li Suriyê prosesa demokrasiyê bidana pêş xwe,  gelek zehmet bû ku kurdên Rojava vê rewşa niha heyî bi dest bixista. Ji ber ku rewş û derfetên Rojava  ji aliyê ax, corafya, serjimar (nifûs), startejîk, rêxistin, tenîk û leşkerî  ve dest ne dida.  Azadbûna Rojava ji bo kurdan xeyalê herî dawî  yan jî xewna destê sibê bû.  Helboqa zincîra kurdistanê ya herî dawî bû. Lê çi bû? Bûyerên civakî rewşê ji nîşka ve guhert. Kurdên Rojava  bi polîtîka û rêxistineke nûjen bi awayekî zanistî li herêma xwe, desthilatdariyê girtin destê xwe. Weke ku dijmin di xewa mirinê de were girtin. Rola PKK li vir gelek mezin û girîng e. Kî çi dibêje bila bibêje, destkeftiyên Rojava huner û berhemê PKK ne. Ev bi awayekî vekirî û zelal li holê ye, şirove û gengeşî  naxwaze.

Ev bûn du û man duyên din.

Belê herdu perçeyên biçûk ber bi azadiyê ve diçin. Êdî li herdu perçeyan jî  ne mumkune ku rewşa dema berê bi paş ve vegere. Her ku diçe kurd li wir destkeftiyên xwe yên demoktarîk û netewî diparêzin û xurt dikin. Başûr ber bi dewletbûne ve diçe û Rojava jî dê statuyeke siyasî bi dest bixe.

Gelo vê carê dora Bakur e an Rojhilat e?

Ji wan çar biraderên nîjadperest, faşîst û manyak  Saddam û Esad çûn, lê Erdogan û Ahmedînîjad mane û di riya wan herdu destbirakê xwe de dimeşin, polîtîka wan dimeşopînin. Xwedê rehma xwe li wan herduyên çûyê neke û temenê van herduyê mayî jî dirêj nake. Ji ber ku her çaran jî li ser navê îslametiyê zilm û zordariyê kul i kurd û gelên din kirine û herduyên mayî hîn jî dikin. Her ku zilm û zordariya xwe zêde dikin kurd bêtir hişyar dibin, ji wan û dewleta wan dûr dikevin, xwe bi  rêxistin dikin û temenê wan wekî herdu destbirakên wan  ên din kin û qut dikin. Herdu jî wekî Saddam û Esad gora xwe bi destê xwe dikolin.

Gelo hûn dêbêjin dê ji van herdu nîjadperest, faşîst û manyakan kîjan pêşî here cem wan herdu destbirakên xwe yên din û bibin sê û gaziyê yê çaran bikin?  Gelek kes dibêjin dora Ehmedînîjad e, lê ez dibêjim ev  dikare ne rast be.

Çima?
Ji ber ku bûyer û pêşketinên civakî, netewî  û çînî (sinifî) ne diyar in ku li ku, kengî  û çawa rûdinin, tên holê û diteqin. Bi mercên têkoşîna hundir û der ve girêdayîne. Te hewqas dît di carekê de bûyereke mezin qewimî û civak serûbino bû. Ma çend sal berê kê texmîn dikir ku dê Rojava berî Bakur û Rojhilat  destkeftiyên demokratîk û netewî bi dest bixe! Ma çavên me hemûyan ne li Rojhilat û Bakur bû?

 

 

Dorn e girîng e, çûndina van faşîst, nijadperest û manyakan girîng e. Çi dibe bila bibe, bi vê polîtîka niha temenê wan ne dirêj e.

Husss…  hişşş.. ji bo Xwedê deng nekin û  riya aqil li ber wan nexin, bila dom bikin ku rojeke zûtir  bicehimin û herin cem herdu destbirakên xwe.

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse