Dîtina kolonyalîstan: “Kurdî ne zimanê medeniyetê ye”

Şîrîn Payzin di roja çarê sibatê de, di  televîzyona CNNTÜRK de

bi alîkarê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinç re hevpeyvîneke dûr û dirêj kir.  Rojnamevan Şîrîn Payzın ji Bulent Arinç pirseke weha kir:

“Hûn di derheqê perwerdeya  kurdî de çi difikirin, proje û bernameyên hukumeta we di vî warî de hene gelo?”

Bulent Arinç bi rovitiya xwe ya nermokî:

“Dema şert û derfet dest bidin, kurdî dikare bibe zimanekî hilbijartî. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi kurdî ne mumkun e. Ya yekem ji ber ku kurdî ne ew ziman e ku pê perwerde were kirin. Kurdî ji perwerdeyê re têrnake. Di qanûna bingehîn de li pêş kurdî asteng û bend hene. Ya duyem jî, ji derî van asteng û bendên qanûna bingehîn kurdî ne ew ziman e ku di asteke baş de pê perwerde were dîtin. Ma kurdî zimanekî medeniyetê ye? Bi zimanekî weha yê nemedenî perwerde nabe.  Perwerdeya bi tirkî hem yekitiyê pêk tîne û hem jî tirkî zimanekî medenî ye. Bi tirkî mirov dikare di her warî de xizmetê dide…”

Ev dîn ne ya Bulent Arinç e. Dîtieke kevn a kololîstan e. Ji xwe her dem Bulent Arinç ne ji kîsê xwe, ji kîsê xelkê dipeyive.

Kolonîyalîzm û çanda împeryalîst

Belê, ev dîtina Arinç bi awayekî gelemperî dîtina kolonîstan e. Di sed sala 16an de, di serdema koloniyalîzmê de dema ewropiyan perzemîna Amerîka, Afrîka û Asyayê dagîr dikirin, ji xelkê binecîh re gotinên wekî Bulent Arinç  digotin. Bi wan didan bawer kirin ku:

“Hûn ne medenî ne. Gelek li paş mane. Hem ji aliyê aborî, civakî, teknîk û çandî ve gelek  prîmîtîv mane. Em hatine ku ee hînê, medeniyetê, civateke sosyal, pêşketî û baxtewarî bikin. Ji were şertên jiyaneke xweş, geş çêbikin…”

Di destê mîsyonerên ewropî de încîl hebû û ji wan re weha digotin:

“Dînê we dîneke beredayî ye, batil e. Em ê xirîstiyaniya dilovan û pîroz hînî we bikin. Zimanê we ne ziman e. Ferqa zimanê we û heywanan tune.  Zimanê me ewropiyan zimanekî pêşketî ye, zimanê medeniyetê, zimanê perwerdê, zimanê edebiyatê ye û navnetewî ye. Em ê zimanê xwe şîrîn bi xwe bidin fêr kirin…”

Ji dawiya sedsala 16an heta dawiya sedsala 19an sîstema xwe ya kolonîyalîst gotinên weha çirkef li welatên kolonî meşandin. Bi leşkerî dagîr dikirin û bi mîsyoneran propoganda dikirin. Mîsyonerên xwe li welatên kolonî di bin perdeya alîkarî, humanîstî û medenîkirina mirovan de çerxa kedxwariyê meşandşin. Bi derewên weke “alîkarî, medenîkirinê” û “dînfêrkirinê” hemû û hêjahiyên ser û binerdê welatên wan kom kirin û birin welatên xwe û welatên xwe pê geş û xweş kirin. Ji çanda xwe ya talan, dizî, xapandin û împeryalî re digotin “medeniyet.”

 Ji xwe sîstema komara Tirkiyê jî li ser, qanûn, dadmendî, bîr û baweriyên welatên koloniyalîst, emperyalîst û faşîst hatiye ava kirin. Tirkiye ji dema damezrandina xwe ve heta niha, hem di warê netewe de, hem di warê sîyasî û civakî de sîstemeke dewşîrme ava kiriye.

Tirkiye hertim qanûn û prensîbên xwe ji welatên totalîter, antî demokratîk, faşîst ku li dij wekheviyê, azadiyê, dadmendiyê û mafê mirovan ên gerdûnî ne girtiye û digire. Ewropî di her çend salan de carek qanûn û bendên xwe di çav de derbas dikin û yên bi yên herî demokratîk  re diguhêrin, yên kev ên ne hemdem ji navê radikin. Qanûn ewropyan ên dema kolonîyalîzmê êdî ketine bin sergoya dîrokê. Lêbelê Tirkiye kopiyayên wan ên ku ji 1923an ve heta ji dema Musolînî, Faranko û Hîtler girtine, naguherîn hîn li wan çendik û çend yên din yên antîdemokratîk zêde dikin.

“Kurdistan ne di statûya kolonîzmê de ye jî”

Dema  mirov li vê dîroka despêka kolonîyalîzmê dinêre, Bulend Arinç 400-300 sal  bi paş ve di tunela dîrokê de maye. Wekî eshabikeyf di xeweke kûra bi sed salan de ye ku bi xwe nahese. Dema mirov bi çavekî hûrgulî li dîroka kolonîyalîzmê binêre, hinek dewletên kolonîyalîst welatê ku dagîr kiribû, ji xwe re kiibû kolonî, lê dest nedabû ziman û çanda wan Bi tenê heyînên wan ên ser û binerdê girtibû û biribû welatê xwe. Li wir sîstemeke kolonîyalîst ava kiribû. Ji ber vê yekê mamoste Îsmaîl Beşîkçî dibêje ku “Kurdistan ne di statûya kolonîzmê de ye jî. Li Kurdistanê tu statû tune. Rewşa Kurdistanê ji ya kolonîzmê jî xerabtir e. Ji ber ku li hinek welatên kolonî ziman û çanda wan nehatibû qedexe kirin.”

Bulend Arinç mîsyonerê kurdistanê ye.

Wekî tê gotin di anv AKPê de Bulent Arinç û Abdullah Gul du mirovên herî pêgirtî û nêzîkî Fettullah Gulen in. Fatullah Gulen li seran serê cîhanê li ser navê musilmantiyê mîsyoneriya Amerîka û welatên rojava dike. Gelo mirov dikare bêje ku Fatullah Gulan musilman e, lê mîsyoneriya xirîstaniyê dike?  Di kurdî de gotineke pir xweş heye ku li vê rewşa Fatullah Gulen û şagirdên wî baş tê:

“Musilmano heram naxwe, lê nanê xwe li eşkena wê dixe.”

Dewletê ji salên 1925 ve heta van salên dawî  tim mufetişê umûmî dişand Kurdistanê. Mufetişê umûmî herdem li Kurdistanê  xwedî gotin û biryar bû.Qanûn manûn derbas nedibû, gotin û biryarên mufetişê umûmî derbas dibû. Ewropiyan jî di dema kolonîyalîzmê de di şûna mufetişê umûmî de walî tayîn kiribû. Lêbelê tirk ji bo nebêjin Kurdistan kolonî ye. Navê mufetişê umumî li waliyê Kurdistanê kiribû. Weha xuya ye ku vê carê jî di şûna mufetişê umûmî de Fetullah Gulen şagirdê xwe yê herî nermik û germik Bulend Arinç wekî mîyonerê Kurdistanê tayîn kiriye. Dema behsa kurd û Kurdistanê tê kirin, B. Ariç dipeyive.

Arinç dibêje ku kurdî ne zimanekî medeniyetê ye, lê tirkî zimanê medeniyetê ye. Arinç her çiqas bi vê gotina medeniyetê hevokeke durust bi kar neyîne jî, lê bi zanebûn vê goina “medeniyetê” bi kar tîne.  Di tu zimanî de kes nabêje “zimanê medeniyetê.” Dibêjin zimanê pêşketî an jî zimanê perwerdeyê. Lêbelê Arinç dibêje “kurdî ne zimanê medeniyetê ye.”

Gelo çima?

Ew bi hilbijartina gotina “medeniyetê” dixwaze heqereteke pir mezin û giran li gelê kurd bike. Ne bi tenê kurdî, herweha neteweyê kurd jî pir prîmîtîv e, xizan û nezan e. Ev gel nikare xwe bi xwe birêve bibe. Nikare bibe xwediyê desthilatdariyê. Kurd ne xwediyê dîrok, kevneşopî, çandeke kevn û dewlemend in. Belê ji vê gotina “nemedîyetê” re zêde şirove navê. Bulend Arinç bi vê gotinê genîtiya mejiyê xwe dide dest. Dibêje ku kurd ne medenî ne, wehşî ne.

 

Kurd afranêrê şaristanî û çanda xwe û cîhanê ne

Rastiya dîrok û jiyan bervajiyê dîtinên Bulend Arinç in. Arinç, serokwezîrê wî Recep Tayyip Erdoğan û mamosteyê wan yê mîsyonerê amerîkî Fetullah Gulen jî baş dizanin ku dema hîn bavkalên wan li Asya Navîn bûn kurd li ser axa xwe ya îroyîn bûne. Kurd bi kêmasî ji 20 hezar salan vir de ne ku li ser axa Kurdistanê cara yekem şaristaniyê ava kirine. Yani bi gotina ereban a ku niha Arinç bi kar tîne “ medeniyet” ava kirine. 5.000 sal berî niha kurd û cîranên xwe li Mezopotamyayê cara yekem, heywan kedî û xwedî kirine. Dest bi cot û cebarê kirine. şar û şaredariyê ava kirine. Keştî, erebe, qesr û qonax û bendav çêkirine. Alfabe, xwendin, nivîsandin, qanûn, dad, dadmendî, muhendîsî,  asronomî, matematîk, çand û wêje afirandine. Belê, kurd afranêrê şaristanî (medeniyet) û çanda xwe û cîhanê ne.

Ka de bêje bav kalên te di wê demê de li Asyan Navîn çi kirine? Ji wê demê ve heta îro we tu tişt ava nekiriye, neafrandiye, xizmeteke we ji mirovatiye re çênebûye. Lêbelê ji wê demê ve heta niha kar û halê we  serjêkirin, kuştin, sotin, talan û hilweşandina bajar, avahî şaristaniyên ku gelên din ava kirine. Û tu şerm û heya ne kî û bi ser re jî rabî bêjî  “zimanê kurdî ne zimanê medeniyetê ye.” Hewqas sal in ku hûn dewlet in, hîn zimanê we wek zimanekî xilt te. We piraniya gotinên xwe, termên xwe, biwêjên xwe ji zimanên din girtine. Niha ku roj hebe kurd, faris, ereb û ewropî rabin gotinên xwe ji we bi paş ve bixwazin. Ma hûn ê wê demê bikaribin “bi tirkiya medeniyetê” bipeyivin? Ez bawer dikim ku hûn ê wê demê lalo palo bibin!

Bulent Arinç gotineke me kurdan heye, tam li beşna te û zimanê te yê “medeniyetê” tê:

“Rebeno navê min li navê te û kumê min li serê te!”

“Zimanê baş û zimanê xerab hene?”

Gelo zimanên ku bi ser hev û bin hev re bin hene?

Hema hema hemû zimanzan, fîlolog û pedagog dibêjin û dinivîsînin ku ev mantiq ji binî ve şaş e û dîtina serdest û kolonîyalîstan e. An jî kesên nezanin ku haya û zanîna wan li ser ziman tune an jî kêm e, weha dibêjin an jî angaşte (îdea) dikin. Tu ziman bi ser hev re tune ne. Zimanekî baş û xerab tune. Zimazan prof. Kenneth Hyltenstanê swêdî ku bi salan li ser mijara ziman, zimanê dayikê û perwerdê lêkolîn kiriye, pirtûk nivîsandiye, divê mijarê de weha dinivîse:

“Bi zanyarî tu ziman nîne ku bi ser yê din re be. Her ziman li gor xwe xwedî mantiqeke xweser e. Dewlemend, têrbar û bi awayên derbirîn (îfade) û şirove de xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Wêje û biwêjên xwe yên giranbaha û bêhempa hene ku di zimanek din ew de tune ne.”

 

Amed Tîgrîs

 

 

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse