DÎROKA NIVÎS Û ALFABEYÊ

Li gorî lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne. Ji wan lewheyên axikî hinek ji wan di firnan de şewitandine û hinek ji wan jî li ber tava rojê hatine şewitandin.Wek nimûne, dema wêneya rojê bê çêkirin, divê weha basît û hêsan be ku ji aliyê herkesî ve were naskirin û zanîn. Lê bi tenê ne çêkirin, herweha ew kesê ku wêneya rojê bibîne jî, bizanibe ku ew di wateya “roj” an “demê” de hatiye çêkirin. Ku “roj” sembol û nîşana “dem” an “zeman” bûye. Ji wêneyên weha yên watedar re îdeogram dibêjin.

Herweha sîstema pîktogram û îdeograman gelek zehmet û tevlihev bûne û ji ber wê yekê sumeriyan bi qasî 2000 sembol bi kar anîne. Di proseseke din de kîte şûna wêne girtine û ji wê forma kîte-wêne reîro dibêjin fonogram. Fonogram di prosesa nivîsîna sumerî de pêngaveke gelek pêşketî bûye, xwendin û nivîsandinê hêsantir kiriye. Herweha bi alîkariya fonogramê hejmara sembolên sumerî ji 2000 î daketine 600 î.

Mîtolojiya Gilgamêş bi wê nivîsara lewheyî hatiye nivîsîn. Mirov dikare bêje ku bi nivîsîna mîtolojiya Gilgamêş çîrok û romana yekemîn hatiye nivîsîn. Bingehê wêjeya nivîskî bi nivîsîna Gilgamêş re dest pê kiriye. Gilgamêş lawê Lugalbanda bûye û bi kêmasî ew qehremanê pênc helbestên sumeriyan bûye. Gilgamêş bi xwepadîşahê sumeriyan yê bajarê Ûrûk bûye. Li gor mîtolojiyê ew nîv Xwedê û nîv însan bûye. Li pey mirinê geriya ye û piştî gelek bûyer û serûvenên mezin û dijwar ne dermanê mirinê lê dermanê ciwanbûnê dîtiye. Lêbelê berî ku ew dermanê ciwanbûniyê bixwe marekî reş ew derman xwariye û herweha ciwanbûn jî ji destê Gilgamêş çûye. Gilgamêş di nav qehremanên epoyiyên akadî de jî gelek populer bûye. Varyanta mîtolojiya Gilgamêş ya herî baş bz di salên 668-627an de li ser 12 lewhayên suryanî hatine nivîsîn û ji aliyê padîşahê asurî Assurbanîpal ve li pirtûkxana Nînovayê hatine kom kirin.

Zimanê sumerî heta 2000 salên bz hatiye û ji wir bi şûn ve, him zimanê devkî û him jî zimanênivîskî miriye. Arkeologên Ewropî piştî zayînî di salên 1800 de li Mezopotamyayê li ser ziman û çanda sumeriyan lêkolînên xwe hûr û kûr kirine, di dawiyê de gehiştine wê baweriyê ku îro li cîhanê tu gel nîne ku bi zimanê sumerî dipeyive. Lê piştî sumeriyan heta demekê li herêmê asûrî, babîlî û akadî bi zimanê sumerî nivîsandine. Ew jî piştre destpêkirine û bi zimanê xwe nivîsîne.
Piştî zayînî di 1920 î de arkeologan li Boxazkoy di lêkolînên xwe de rast hatine ku hîtîtan jî bz di salên 3100 î de nivîsarên taybetî bi kar anîne. Zimanê hîtîtan zimanekî hînd-ewropî bûye.

Li gor lêkolînan bz di salên 3000 de li Misirê jî bi navê hieroglîf wêneyên yekbêje li ser keviran hatine kolan. Herweha ji wir bi şûnve prosesa nivîsê li Mezopotamya û li Misrê ji hev cuda lê peralel dom kirine. Di sîstem û prosesa misirî de zêde guhertin û pêşketin çênebûne lê di ya Mezopotamyayê de her ku çûye guhertin û pêşketin çêbûne. Piştî sumeriyan, akadî, hîtîtî, hûrî û ûgirîtî guhertin û pêşketinên mezin di nivîsara sumeriyan de çêkirine. Du varyantên nivîsara misirî hene: Hîeroglîf û hîeratî. Hîeroglîf li ser dîwar, kevir û metalan û hîeratî jî li ser papîrûs hatine nivîsîn. Di salên 700î de hîeratî bi pêşketiye û ji gotinê derbasî kîteyan bûye û bi îtalîk hatiye nivîsîn. Piraniya nivîsarên misrî yên kevn li ser kevirên goristanan hatine nivîsîn. Ango goristan bûne dibistan.

Akadî di salên 2500 î de nivîsara sumerî digrin û bi pêş dixin. Lê bi tenê di karê burokrasiyê de bi kar tînin.
Di salên 2400 î de vê carê hîtîtî nivîsara akadiyan wek nimûne digrin, bi ya xwe re muqayese dikin û nivîsara xwe xurt û bi pêş dixin.Di salên 1700 î de Hammûrabî dibe padîşahê Babîlê.

Hammûrabî li cîhanê cara pêşî qanûn dinivîse. Qanûna Hammîrabî pêşî li ser dîorît û piştre li ser lewheyên biçûk tê nivîsîn. Dîorît kevirên mezin in û li nav bajêr hatine daçikandin ku her kes bikaribe bibîne û bixwîne. Qanûna Hammûrabî ji 282 madeyan pêk hatiye. Herkes Hammûrabî nivîskar û qanûnasê yekemîn qebûl dike. Di heman demê de li Babîlê ne tenê nivîs herweha matematîk û astronomî jî bi pêş ketine.

Di salên 1500 î de hûrî û di salên 1200 de jî ûgirî nivîsara akadî digrin û bi kar tînin. Di wê demê de nivîsara ûgirî ya herî pêşketî bûye. Ev nivîsar jî her çiqas li gor yên hîtît û hûriyan bi pêşketî be jî di asta bêjeyan de maye û negehîştiye asteya kîte û tîpan. Nîvisara ûgirî ya lewheyî ku bingehê xwe ji pîktograma sumerî digirtibû û ji wir û bi şûn ve, êdî temen û dema xwe tijî dike û dimre. Piştî 2000 salî ev sîstema sumerî ji binî ve dimire û di şûna wê de sîstema misrî xurt dibe, bi pêşdikeve, her ku çû xwe nû dike.

Herweha di salên 1500 î de çînî jî li ser sîstema gotinan nivîsaraeke wêneyî bi kar tînin. Ev li herêma wan bi sînor dimîne û belav nabe.

Berî zayînî di salên 1000 î de fenîkiyên bîblosî di hîeroglîfa misirî de guhertineke mezin çêdikin. Ji 25 tîpan sîstemeke bîblosî îcad dikin. Ji vê sîstema nivîsarê re dibêjin bîblos.

Di heman demê de li Filîstînê nivîsara aremî bi pêşdikeve û bi tîpên konsunent gelek tişt dinivîsin û j ê re gotin nivîsara aramî. Di salên 500 (bz) î de ji wê nivîsara aramî, nivîsarên hîndî û hebrî çêdibin. Ev alfabe ji Rojhilata Navîn heta Hîndistanê dibe alfabeyeke pirnetewî. Piştî 1000 salî ango pz di salên 500 de ji alfabeya hîndî jî alfabeya erebî çêdibe.

Yewnanî (grekî) di salên 725 an (bz) de 5 tîpên bi dengdêr (vokal) li sîstema bîblos an jî bi navekî din li ya fenîkî zêde dikin û ji re dibêjin “alfabe.” Êdî alfabe hatibû dîtin. Dîtina alfabeyê di teknîkê de pêşketin û şoreşa herî mezin û girîng ç’dibe. Alfabe bi hêsanî tê bi kar anîn. Êdî xwendin û nivîsîn hêsa dibe. Alfabe demokrasî û zanyariyê bi xwe re tîne. Êdî ew pêwîstbûna ku hinek kes bixwînin, tercûme bikin û hinek din jî guhdariya wan bikin ji holê dihat rakirin. Bi alîkariya bazirganên fenîkî yên deryayî alfabeya yewnanî li cîhanê belav dibe. Herweha ji dema pîktografiya sumerî heta alfabeya yewnanî ya dengdêr 2575 sal û hîeroglîfa misirî jî 2275 sal derbas dibin.

Di vê prosesa dûr û dirêj de nivîsar 4 sefhayên girîng derbas dike:
1. Dema sumeriyan ku her wênek bûyerek an jî hevokek dihat xwendin, jê re pîktogram digotin.
2. Dema nivîsara bêjeyî ku her şiklek wateya gotinek dida.
3. Dema sîstema kîte ku nivîsar bi kîteyan dihatin xwendin.
4. Bi dîtina tîpan re êdî her dengek bi tîpek hat nivîsîn û navê alfabê lê hat kirin.

Berî zayîni di salên 500 î di alfaba yewnanî de hinek guhertinên din tên çêkirin û alfabeya etrûskî û ya latînî çêdibin. Welatên Ewropa yên rojhilat formên kirîlî didin alfabeya yewnanî û alfabeya kirîlî peyda dibe. Ji aliyê din ve alfabeya yewnanî ber bi Romayê dibin û li wir têde guhertinên biçûk çêdikin û jê re dibêjin alfabeya latînî. Alfabeyên yewnanî û latînî ji 22 tîpan û ya krîlî jî ji 43 an pêk tê.

Ji nivîsara fenîkî şaxeke din jî cuda dibe jê re alfaba aramî dibêjin. Di salên 500 î (bz) de ew jî dibe du beş û jê ya hîndî û ya hebrî çêdibin. 1000 sal piştre ango pz di salên 500 de ji alfaba hîndî jî alfabeya erebî derdikeve holê. Di vê sedsalê de ji ya çînî jî ya Japonî dize.

Hema hema di hemû alfabeyan de tîpên biçûk tune bûne û bi tîpên mezin hatine nivîsîn. Piştî zayînî di salên 700î de li Ewropa bi navê karolînska alfabeyek bi tîpên biçûk hatiye nivîsîn. Di salên 1500 î de bi navê Behranavîn alfabe him bi tîpên mezin û him jî bi tîpên biçûk tê nivîsîn. Alfabeya latînî vê guhertina pêşketî dipejrîne û bi vî formê nû ango bi tîpên mezin û biçûk heta îro dom dike.

Rêzkirina tîpan ji ku tê?

Li gor dîtin û texmînên arkeolog û zimanzanan rêzkirina têpên alfabê bingehê xwe ji asronomî û astolojiyê standine. Ango navên xwe ji termên herdu beşê zanistî girtine. Ev jî di destêkê de ji Sumer û Misriyan dest pê dike û piştre girekî bi pêş dixin. Di sala 1948an de arkeologan li Kurdistana Suriyê kevirekî axîn ji bin erdê derxistine ku gelek wêne û rêza tîpan li ser heye. Ev ji berî zayînî ji sedsala 1200-1400 maye. Tîp bi ab û g hatine rêz kirin. Dema mirov dinere, Yewnaniyan jî navê alfabeta û gama bi nav rêz kiribûn. Alfa “a” ye û beta ji “b” û gama ji ”g” ye. Ev rêzkirina kevn heta niha jî hema hema ji hemû alfabeyan re bûye rêbaz, aû b di serî de mane lê cîhê g hatiye guhertin.

Di sedsala 1800î de hemû welatên Ewropa rêza alfabeya kevn ango alfa û betayê ji xwe re sereke û bingeh girtin, her netewe û dewlet li gor dengê zimanê xwe li alfabeya latînî tîpên xweser lê zêde kirin.

Amed Tîgrîs

___________________

Çavkaniyên nivîskî
1. Randi och Gunnar Håland, National Encykklopedins Världs Historia, Band 1, Bokförlaget Bra Böcker, Oslo- 2000
2. Rodney Castleden, År för År När hände vad i världhistorien, Bokförlaget Trevi, Södertälje-1996
3. Hans Herteel (Redaktör), Litteraturens Historia-1, P.A. Norstedt & Söners Förlag- 1985
4. Alf Henrikson & Björn Berg, Alla Tider En Världshistoria, En Trevibok från Form- 1995
5. Ron Karter, äldre kulturer, Natur och Kultur, Sverige- 1992
6. Paulo Coelho, Beşinci Dag rûpel 121, Can yayinlari, Îstanbul-1998
7. Lorenz Larsbo, Språk i Världen Allmän Språkkunskap, Almqvist &Wiksell Läromedel-1989
8. Kerstin Erlandsson-Svevar & Hans Thorbjörnsson, Svenska Plus- Nonnäer Utbildning, Stockholm- 1996
9. Bonnîers Compaet- Lexîkon 1998- Swêd

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse