DIBÊJIN KOMKÛJÎ YE

Dibêjin bixwînin, binivîsinin.

Min jî digot, belê rast e, ez jî dibêjim belê wisa ye! Bi bawerî dibêjim; xwendin û nivîsin jîyan e.

Belê jîyan e. Riyalî ne pêwîst e. Raste rast jiyanêke ku bi mirov û xweza hezîyê dagirtî ye. Ji hezaran kanî û çeman hestên mirovhezî û xweza hezîyê diherik nava mêjûyê mirovahî yê. Bi avdana wan mirov dibin mirovhez, xwezahez.

Lê ne herdem.

Balkêş e, carnînan xwendin dil jî teng dike. Hin nivîs mirov dêşînin.

 

Carînan mirov bi xwedinê dilteng dibe, bi nivîs û bûyeran diêş e. Ji nivîsan acis dibe. Carîna bi xwendina nivîsek ji hêrsan  mirov dîn û har dibe. Bi xwendin ê diêşe. Ma mirov çawan naêşe bi bûyerek weha. 35 gundîyên kurd, 35 ciwanên kurd bi heywanên xwe ve di bin bombebarana balafirên ”cumhuriyet” ê can dan e.

Hin ji bo ev bûyerê komkujî dibêjin, dinivîsin.

Dinivîsin nee sar e Stockholm. Bêhna biharê tê. Ne berf ne jî cemed li ser rûyê erdê hene. Belê rast e. Û di hêla din de, êşa zekemê gelek dijwar, nahêle mirov bixwîne, binivîse, an jî bi cêjdarî  bihizire.

Lê bi xwendina bûyera Şirnaxê ji êşên nexweşîyê zêdetirîn jan dan dilê min. Wek dihatin gotin; ”xwendin” afirandbar e. Ne Xweda, xwenda mirov hez in. Nivîs jî ji êşan serobero dibe. Dijwar e dem.

Min bûyera Şirnaxê xwend û wêneyên wan dît. Girînên dayîkan, xemgîniyên li ser rûyên gundiyan di dilê min de tîrên êşan gur kirin. Şerm e.

Dibêjin, mirov bi xwendinê dibe xwenda, xwenda dibin parestgerên xweza û mirovahî yê. Xwenda afirandar in.

Belê, carna çekên jehrî, atomî, bi sedan cureyên din…. Çek, balafir… diafrînin..

Balafir… belê ev bi meh û salan e bi balafirên xwe dagirkerên me deşt, çîya, daristan, gund û bajaran bombebaran kirin/dikin.  Dikûjin, dişewitînin, dipelçiqînin, digirin…. Ev bi meh û salan e, mirovan digirin û zindan dikin. Ew gundî ne, xwendevan in, karker in, nivîskar in, mamoste ne, rojnamevan in…. Xwendekar in…. Kurd in… Di nava şeş mehan de ji 7000 î zêdetir kurdperwer hatine zindan kirin. Dixwînim, dişopînim bûyeran. Ji bo wan bi zimanê xwe  parastin qedexe ye.

Komkûjî dinivîsin. Gelo her roj kuştina 20-30 ciwanên kurd çi ye? Ez ji xwe dipirsim; gelo qedexekirina ziman û çand jî ne komkûjî ye?

Komkujî; belê wisa dinivîsin. Xwendin û nivîsîn xweş e, lê ne bûyerên weha yên li dij mafên mirovan. Bûyerên li welatê me xwendin êşbar in. Belê bi xwe re bayên bûyerên jandar tînin ser maseya me. Dêşîn in.

Çanda kujer. Çanda ku li ser kuştina çandên din xwe qelew dike. Çanda ku bi qedexekirina zimanên din dixwaze xwe hurt û qelew bike. Ev çand bi serê xwe bûyerên komkujîyê diafîrîne. Komkujî ji ev çandê têye afirandin. 1915, 1925, 1937-38, 33 Gule  çend mînak in komkujîyê ne. Komkujî her dem bayên reş bi xwe re dipekîne. Û bi vî bayê bajarê Şirnaxê reş girêda ye.

Xwendeyan reş girêda ye.

Mirov hezan reş girê da ye.

Kuristan bi bûyera 35 gulên xwe reş girêda ye.

Dilê min jî…

 

B.Welatevîn

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse