Di wêje û huner de estetîk
Têgeha estetîkê ji gotina grekî ya “aisthanesthai” hatiye. Îro hema hema di hemû zimanên cîhanê de êdî estetîk tê gotin û bikaranîn. Gotineke felsefî ye û pirwateyî ye. Wateyên wek hest, raman, zarîfbûn û kubartiyê di nav xwe de diparêze.
Belê, estetîk hizirandin, plankirin û dîzaynkirina huner e. Du fîlozofên alman Aexander Baumgordaten û Îmanuel Kant bavê estetîka felsefîne û wek beşeke ji felsefê pejirandine. Kant ferqa di navbera estetîk û gotinên bêxweşik û nexweşik şirove kiriye. Wateyên xweşik û nexweşik subjektîv û rolatîv in. Estetîk bûyera bandorekî bergehî ye. Dîtbareke bi watedar, ahengdar lihevhati ye. naverokeke wê ya heyberî (objektîfel) heye.
Herweha li duv Kant heta îro gelek fîlozof hatine û gelek teoriyên nû anîne lêbelê di warê estetîkê de hîn jî dîtina Kant derbas dibe. Di estetîkê de serveya daringî (madî) û serveya mebestî hene. Ew bi van wateyan hatine barkirin. Estetîk di bingehê xwe de ramanî ye. Hestên mirov geş dikin, miz didin û xurt dikin. Estetîk ne li ser armanc û hîmê kar, fêde jêgirtin, bikaranîna tişt û berjewendiyan ye. Lê hezar mixabin wek ku di hemû mijaran de sermayedar estetîkê jî ji bo kar û qezenca bazarê bi kar tînin. Estetîkê dikin xizmeta kedmijiyê.
Estetîka di beşê wêjeyî û şêwekarî de xwedî hunereke cuda ye. Di berhemên şêwekarî de wek peyker. Wêne û tiştên dîtbar de giranî li ser çav e. Di berhemên wêjeyî de giranî dikeve ser reman , fantazî, xeyal lîstik û hunandina peyv û hevokan.
Di nivîsekê tije hestyar û balkêş de, çavên mirov nivîsê û heta tixûbê mijara derbas dike. Weke ku mirov wê berhemê naxwîne, ya ku di mejî û xeyalê mirov de heye, mirov lê difikire. Çavê mirov li pey hizrandina ramanên mirov digere û dixwîne. Hi hinek roman. Novel û nivîsan de mirov dikeve cîhana xem û xeyalan û heta xwe ji bîr dike. Mirov li nav cîhana xeyalî de mest dibe. Ev mestî, evîn û xeyal li gorî kesan tê guhertin an jî cudarengî heye.
Her kes li gorî wergirtina çêja estetîkî û xeyalên xwe cuda têdigehî û cuda û rengîn dibîne. Weke ku dema çend kes li heman wêne an jê bergeheke (manzareke) binêrin , lê her kes cuda jê fêm dike û cuda wate jê derdixe. Balkêşiya her kesî li ser xal, mijar û wêneyên cuda ne. Çêj jê digre. Gelo têgehîştina estîkê ya her mirovî cuda ye? Teqez xalên hevpar û cuda hene. Her kes li got têgehiştina xwe şirove dike. Berhema kêm estetîk weke girara bêxwê, bêbiharat, rijî, rip zuwa û zilût e.
amedtigris@hotmail.com





