Di Seyahatnameya Evliya Çelebî de Diyarbekir

Dicle_1909-1911Evliya Çelebî  di sala 1645an de hatiye Amedê. Li ser Amedê bi awayekî hûr û kûr nivîsiye. Lê di beşê naskirina gel, cilûberg, reng û çanda nav bajêr de, di Seyahatnameya xwe de weha nivîsiye:

”Li Diyarbekirê gelek kesên zarxweş û helbestvan hene ku her yek ji wan di asta Fizûlî û Ruhî ye. Xelkê kubar kurkê  Zerdova li xwe dikin. Li hemû jinan çarşefên spî hene û cîzme di lingên wan de ne. Pak û pakîze ne, bi namûs in. Misilmanên diyarbekirî Tirkmen,Kurd, Ereb û Ecem in. Xirîstiyan jî Ermenî ne.[1] Hemû xerîbdost, zarxweş, kubar û sosyal in. Ji ber hewa û vexwarina ava Hamrawatê rengên wan jî hamretî ye.[2] Piraniya xelkê bajêr ne bejndirêj û ne jî bejnkurt in, edetî ne, bi hêz û qilafet in. Heta 70-80 saliyên xwe bi karên xwe ve mijûl in.

Bexçe û rezên wan ên ku li ber çemê Diclê hene, li welatê Rom û Ecem tune ne. Zebeş, petêx, mêwe, sebze û  gulên wan bi nav û deng in. Diyarbekirî bi biharê re diçin nav bostanên xwe yên qeraxê çemê Dîclê, li wir û li kepiran dijîn. Bi qasî heft mehan li vir dimînin…”[3]



[1] Helbet wê demê ji derî Ermeniyan jî Xiristiyan li navenda Amedê hebûne, wek Keldanî, Suryanî, Rom. Lêbelê Evliya Çelebî bi tenê navê Ermeniyan daye.

[2] Dibe ku xwestiye bêje esmer in.

[3] Evliya Çelebi Diyarbakır´da, ilirtisim yayınları

Nivîsa ku we şand Amed Tigris

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse