Di Pêsîrên dayê de felsefe û teolojî bi hunera edebî di nav hev de hatine hunandin

SAMSUNG CSCDi Pêsîrên dayê de felsefe û teolojî  bi hunera edebî  di nav hev de hatine hunandin, helandin û kelandin.
Pirtûka Hesenê Metê ya bi navê Pêsîrên dayê do (05.09.2013) di nav Weşanên Apecê de derket. Heman êvarê ji bo pîrozbahiya wê û  pirtûka Ronî Ҫiftҫî  xwediyê Weşanxaneya Apecê Alî Ҫiftҫî bi nivîskar, xebatkar û redaksiyona Apcê re şahiyeke pîrozbahiyê li dar xist. Herweha me carek din şeveke wêjeyî ji felekê ҫirpand. Na wele, me ji Apcekê ҫirpand. Bi şev ez bi derengî ji pîrozbahiya Apecê gehiştim malê û raketim.
Ez sibehê zû rabûm û berî taştê min bi dest bi xwendina pirtûka Pêsîrên dayê kir. Pirtûk ji 12 ҫîrokan pêk tê û hemû 130 rûpel e.
Belê,min  bi bêxwirînî dest bi xwendina pirtûka Pêsîrên dayê kir. Na, min xwiriya xwe bi wê kir. Heta min qehweke tehl da ser agir rûpel li pey rûpelê liviyan, qelibin û  xwendina ҫend ҫîrokan  weke ku ez bi qehweya tal û mir  re kunûfeya   Amedê ya bi kakilê guzan bixwim.
Kurdiyeke weha xweş, rewan, petî  û xwezayî ku mirov li gel peyv û hevokan bi rewanî direqise û nelê loq dibe û nejî dilikume. Hevok weha kurt û zelal in ku ne ҫavên mirov diwestin û ne jî medolî û ahenga dengê mirov xerab dibe. Ez dikarim bêjîm piҫek jî kurdiya Hesenî. Ango şêweyê Hesenê Metê. Ez lê ser, kûr û kûr bûm.  Min xwe ji bîr kiribû, di nav demê de ҫavên min bi saeta li dîwêr ket ku haho saet nêzîkî 12an e û min hîn taştê nekiriye. Hesenê Metê îro  taştê û firavînê li min kir yek….

Piştî taştê-firavînê min xwendina xwe domand û bi carekê de 130 rûle û 12 ҫîrok weke qurtek av qediyan.
Berhemên Hesenê Metê yên ku heta niha derketine min hema hema  piraniya wan xwendine û gelek ji wan ecibandine. Bi dîtina min  Pêsira dê ji ҫend aliyan ve ji berhemên

SAMSUNG CSC

wî yên berê cuda, rengîntir û serkeftîtir e. Hem ji aliyê ziman, hem ji aliyê teknîka ҫîrokan ve û hem jî ji aliyê pevbestîn (kurgu) û tevneya ҫîrokan ve gelek pêşketî û serketî ye. Di hunandin û girêdana mijaran de westatiya  nivîskar di vê berhemê de, di pileyeke bilind de ye. Herweha naverok xurt û xwedî felsefeyeke hûr û  kûr e. Di Pêsîrên dayê de felsefe û teoloji  bi hunera wêjeyî  di nav hev de hatine hunandin, helandin û kelandin. Weke nimûne:

 ”-Xwedê ferman daye û gotiye ku:ҫirûskek agirê zêde jî li dojehê nîne, her kes agirê xwe bi xwe re tîne. Bêyî ku li vê fermana Xwedê bihizirim, bi van gotinên dergevanê dojehê re li xwe û li dora xwe dinerim: ji bilî Asîman xanimê, min tiştek bi xwe re nehaniye ber deriyê dojehê…”
(ҫîroka bi navêTitûn, r. 29).
Lêbelê wekî ku pêşiyên me gotine “goş bê hestî jî nabe.” Eh ez wan hestiyên biҫûcik davêjim.  Ez weha bawer dikim ku Hesenê Metê bi berhema xwe ya Pêsîrên dayê gehiştiye mertbeya wêjeyî ya

herî bilind. Dest û siheta te xweş Hecî Hesen!
Pêsîrên dayê hêjayê xwendinê ye.

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse