Di dîroka zimanê kurdî de şoreşeke mezin: Kurdî 4000 salî ye

Lêkolînên li ser  koma zimanên Hînd-Ewropî dom dikin. Komek zimanzan ev demeke dûr û dirêj e ku li ser vê mijarê bi teknîka nûjen lêkolînin zanistî dikin. Hefteya berê koma lêkolînê ji gelek zimanzan û lêkolîneren welatên cihê cihê pêk dihat, di derheqê encama xebatên xwe de daxuyaniyeke balkêş û girîng dan çapemeniyê û ev daxuyanî li seran serê cîhanê belav bû. Carek din hat îspatkirin ku zimanê Hîn-Ewropî cara yekem li Mezopotamyayê derketiye û li cîhanê belav bûye. Ji ber ku cara yekem çandinî û heywanxwedîkirin û şaristanî li vê herêmê dest pê kiriye. Niha di vê lêkolîna lêkolîneran de jî careke din hatiye pejrandin ku yekem li Meopotamyayê zimanê Hîn-Ewropî derketiye û ji ber sedemê çandiniyê li parzemîna Asya û Ewropayê belav bûye. Cihê navenda lêkolîna niha Mezopotamya û Anatoliya ne û di nexşeyê de baş û zelal xuya dike. Divê lêkolîna niha de xala herî girîng ev e ku lêkolîner behsa dîrok, stuktura analîza zimanê kurdî dikin.

Dîroka zimanê 4000 sal e.
Divê lêkolîna zanistî de dîroka zimanê kurdî heta 4000 salan hatiye destnîşankirin û 1500 e ku  kurdî bûye zimanekî serbixwe ye. Ev ji bo zimanê kurdî dokumenteke zanistî ya dîrokî ye û şoreşeke pir mezin e.

Ajansa Nûçeyana Firatê (ANF) jî îro Li ser encama vê lêkolîne û bi taybetî di derbarê zimanê kurdî nûçeyeke dirêj weşand. Li gorî nûçeya ANFê îroyîn serokê vê komîteya lêkolînê  Remco Bouckaert e ku li zanîngeha Zelanda Nû  kar dike, di derhehê zimanê kurdî de nivîseke ji ANFê re mail kiriye.

1500 sal in ku zimanekî serbixwe ye
Serokê komîteya lêkolîne di vê maila xwe de dinivîse ku kurdî 1500 berê niha ji zimanê îranî cihê bûye û bûye zimanê serbixwe. Herweha komîte di lêkolîna xwe de destnîşan dike ku di dema xebata xwe de ji kurdî 100 peyv girtine û li ser DNA çêkirine. Bi NDA pejirandine ku kurdî heta serdema Avesta diçe ku xwediyê 4000 salan e û zimanekî weha qedîm û dewlemend e. Koma ku zimanê kurdî  di nav de ye jî 3000 sal kevn e. Kurdî 3000 sal berê bi zimanê îranî re û 4000 sal berê jî bi zimanê Avesta re têkiliyên wî hene. Li gorî DNA temenê zimanê Hîn-Ewropî 9.000 sal in.

Belavbûna koma ziman li Ewopayê  5-6 hezar sal  heye. berê derketiye û li herêmê belav bûye. Dîsa li gorî vê lêkolîna zanistî niha kurdî herî zêde nêzîkî zimanê belûcî ye û piştre, darî û farisî tên.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse