Di dibistanên qatîlên bav û birayên xwe de xwendin

Li seran serê parêzgeha Amedê (navend û navçeyan)1226 dibistanên dewletê û 146 jî dersxane û kurxane hene. Dersxane û kursxane  ne yên dewletê ne, yên prîvat in. Yanî yên şexsan in. Her çiqas piraniya van dersxane û kursxaneyan yên şexsan bin jî dîsa navika hinekan bi dewletê ve girêdayî ne. Weke nimûne dersxane û kursxanyên herî mezin û nûjen yên cemieta Fetullah Gulen in û bi awayekî nîvfermî bi dewletê ve girêdayî ne. Li Amedê tu kes û kom nikarin bi dersxane û kursxaneyên cemeta Fetullah gulen re qayiş bikişîne û bikeve pêşbirikê.

Ez dixwazin pêşî li parêzgeha (wîlayeta) Amedê hejmara dibistan bidim. Di tabloya jêrin de hejmar û pileyên dibistanan pêşkêş bikim. Tablo weha ye:

dibistan hejmar dersxane û kursxane hejmar
zarokxane 28 dersxane 54
dibistanên sertayî 1081 kursên pîşeyî 48
lîse 37 kursên pîşeyî
lîseyên prîvat 18 navendên perwerdeya taybet û rehabîlîtasyon 43
lîseyên pîşeyî 37 navenda perwerde û etûtan 1
lîseyên bi zimanê bîyanî 25
giştî 1226 146

 

Hem li dibistanên dewletê û hem jî li yên prîvat, kurdî qedexe ye. Zimanê fermî tirkî ye û ji derî tirkî di dibistanan de wekî zimanê biyanî îngîlîzî heye. Lêbelê li hinek lîseyan piraniya perwerdeyê bi tirkî û îngîlîzî paralel tên dayîn.

Weke tê zanîn dewlet di warê perwerdeyê de polîtîka xwe ya înkar û asîmîlasyonê didomîne, lêbelê çi bi serê xwedî û berpirsê van dersxane û kursxaneyên prîvat ên amediyan hatiye? Ew jî duvikên dewletê ne? Ew jî polîtîka dewletê ya asîmîlekirinê li ser navê prîvatiyê didomînin?

Xwedî û berpirsên van dersxane û kursxaneyên qaşo kesên bawermend in an jî kurdperwer in. Hinek ji wan xwediyên komele û weqfên îlm û îrfanê ne(!) Di sohbet û axaftinên xwe de bawermendên kurd in, li dij polîtîka dewletê ya înkar û asîmîlasyonê ne; lêbelê di pratîkê de ew jî wek dewletê di dem û dezgehên xwe de kursên erebî, farisî û îngîlîsî didin, lê kursa kurdî ji bo ku bive (xetere/talûke) ye, ew jî kurdî otoqedexe dikin. Belê ew jî wek dersxane û kursxaneyên dewletê û yên nêzîkên dewletê ji derî kurdî her kursî didin, lê kurdî qedexe kirine.

Kursên zimanê xelkê xêr û xêrat e, lê ya bi zimanê wan kufrî ye gelo?

Belê di kurdî de ne xêr xêrat heye û jî kar. Dema dest bi kursên kurdî bikin oldar û bawermendên amedî dê hem ji dîn û îmanê bibin û hem jî ji pûl û pere. Yên perewarêz jî navê welatparêziyê li xwe kirine.

Trajîk-komadiya herî mezin û xwelîser yek jê jî li Amedê navên dibistan, dersxane û kursxanan e. Dewletê bi zanebûn navên fermandar, desthilatdar, qatîl û kesên ku kurdan kuştine, gund û bajarên wan şewitandine, koçber kirine, îkar kirine û zerarê  dane kurdan li van dibistanên û dersxanên ku li parêzgeha Amedê hene kiriye. Wekî Ziya Gökalp, Taranci, Başbûğ, Sabiha Gökçe, Gazî, Atatürk, İnönü, Zübeyde Hanim,  Şehîd lîsesî, Şehît Albay, Alpaslan, Şehîd Jandarma, Şehîd Teymen, Şehîd Polîs ûhwd. Li seranserê parêzgeha Amedê navên kesên weha li 96 dibistana kirine.

Ev polîs û subayiyên ku navên wan li dibistanan kirine, hiha bi dehan zarokên ku bav û birayên van şagirdên kuştine di van dibistanade dixwînin. Her yek ji wan bi dehan kurd kuştine, êşkence kirine, gund şewitandine û vala kirine. Li herêma Amedê bi weşet û zalimiya xwe nav û deng dane. Lê di dawî de dema ku rojek ji rojan ew jî hatine kuştin vê carê ji ber wê zalimbûna wan navê wan li dibistanan kirine. Wekî nimûne Polîs Şehîd Mehmet Erçîn li navenda Amedê mirovekî herî xwînxwar û barbar bûye. Ji barbarî xwînxwariyê bêtir mirovekî pîskopat bûye. Li jin û zarokên xwe êşkence kiriye. Jina wî ber wehşeta wî rewiyaye mala bavê xwe. Di dawî de dema hatiye kuştin ji ber wehşet û zulkariya navê wî li dibistanê kirine. Li taxa Peyasê bi navê Polîs Şehîd Mehmet Erçîn dibistan çêkirine. Niha gelek zarokên ku gundên wan ji aliyê ve hatine şewitandin û mirovên wan bi destê wî hatine kuştin û êşkence kirin li vê dibistana Şehîd Mehmet Erçîn dixwînin.

Navên mirovên weha mêrkuj û kurdkuj li dibistan kirin ji kuştina mirov û şewitandina gundan xebîstir, xerabtir e û li kurdan heqereta herî girantir û mezintir e. Amedî wekî ku ev nav qet bala wan nekişîne, nebînin, bêhîs û hes bin zarokên xwe dişênin van dibistên ku lavê qatîlên wan li ser e. Li welatekî din bûya dê xwelkê wir li dij van navên mêrkujan serî hildan û zarokên xwe neşandan dibistanên ku navê katîlên wan li ser in.

Gelo li Fîlîstînê tiştekî weha heye?

Niha hinek kes û derdor dibêjin “bila dewlet gava yekem navê gund û bajarên kurdan bi paş ve bide.”  Gelo çima nabêjin bila cara yekem navê van kesên êşkenckar, mêrkuj û bêbavên ku li dibistanên herêma Kurdistanê kirine demeke zûtir  biguhêrin?

 

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike