Desteyek Çov

Ev çend roj in di medya kurdî de daxwîniya hin ”ronakbîr û nivîskarên” kurdên soranîaxêvperest tê şîrovekirin. Bi zimanekî tund li dij alfabeya latînî, li dij zaravayên kurdî radiwestin. Bi ”xeta sor”, bi zimanekî tund, bi gotinen ku hîç pedagok, nivîskar û ronakbîr nayînin ser zimanên xwe  kar tînin. Bi gotinên wan mirov diêş e. Ji êşa qedexekirina zimanê kurdî ya dagîrkeran zêdetirîn ji van gotin û şîroveyên pûç, ji tehdît û zimanê van kesên ku bi heqeret dagirtî mirov diêş e.

Ewqas jî kîn! Ewqas jî bêhurmetî, tehdît! Ewqas jî şîroveyên ji zanistîyê dûr û bi tije çavsoriya nijatperestiya li dij alfabe û zaravayên din, kurmancî, zazakî yên din yên kurdî !

Divê mirov propogandayê nexe nava mijarên zanistiyê. Bi van rê û rêçikan mirov ”zimanê kurdî” nikare biparêze. Ev ziman zimanê belavkirinê ye. Zimanê gebsoyî ye. Kurdan acis dike. Giş cîhan dizane ku alfaba latînî alfabeya latînî ye, ne ya ”tirkî”ye.  Ev ”ronakbîr”  jî baş dizanin ku mamoste Celadet Bedîrxan beriya avakirina  Komara  tirkan de alfabeya latînî bi lêkolîneke berfireh a kurdî amade kirîye (1918).  Herêmî an jî zaraperestî carînan mirov kor û gêj jî  dike! Şerm e, bi rastî li ser navê ronakbîrî dîrokê ne rast nivîsandin, rastîyan serobino kirin şerma herî mezine.

Em hemû dizanin ku alfabeyên ku îro kurd bi kar tînin ne yên kurdan in. Hemû cîhan dizane ku alfabaya aramî û alfabeya latînî herdu jî alfabeya fenîkiyan in.. Ereban, îranî  û Ewrupiyan alfaba fenîkiyan girtine û gor zimanên xwe adapte kirine. Tu alfabeya paşverû û pêşverû nîne. Divê em bizanin ku alav pêşverû û paşverû nabin.

Kurdên soran a erebî girtine ji bo deng kurdî wê adapteyê zimanê kurdî kirine. Çiqas bi kar tê divê bi zanatî li ser bê lêkolînkirin.
Zaza, Kurdên Erîwanê, kurdên Başûrê Rojava, kurdên Bakur û yên Ewrûpayê, yên din jî alfabeya latînî bikar anîne û tînin. Ev jî tiştek pir xwezayî ye. Çimkî rewşa gelê kurd ya sîyasî, dabeşkirina welatê me û dagîrkerî tu car mecal nedaye ku kurd bi hev re, bi giş zaravayên xwe ve ji bo alfabeyek qerar bidin. Ku îro kurdên Başûr ên Rojava, bi serê xwe qerara perwerdeyê bi kurdî didin û alfaba latînî di seranserê axa xwe de bi her awayî dixwazin bikarbînîn, û tînin ev jî gaveke pîroz e.  Aramnc ne alav e. Armanc ziman bi xwe ye. Bi vê qerar xwe zimanê kurdî fermî dikin. Bi vî riyê zarokên xwe bi zimanê kurdî perwerde dikin. Ev jî pêşerojê ronî dike. Latînî pêşî li şexsîyet girtina kurdî nagire.

Lê li Başûr di dibistan û sazîyên dewletî de qedexekirina zaravayê kurmancî jî rureşî ye. Li Bakur kurdî, zaravayê kurmancî û zazakî yê dagirker qedexe dikin. Li Başûr jî soranperest. Ji bo gelek pirzaravayî û piralfabeyî ne qelsî ye. Dewlemendiya zimanê kurdî jî ji vê hêla wî ya pir zaravayî yê tê. Ev pir zaravayî bi xwe re rengê demokrasîyeke pirfireh bi xwe re  diafrîne. Di vê pêvejoya ku zimanê kurdî tê de derbas dibe de ”gazîyên yek lelehçeyî”, ”qedexekirina lehçên kurdî” zêdetirîn perçebûnê, dilsariyê, tevlîhevîyê û belavbûnê bi xwe re tîne. Zimanê daxwîyanîyê bi serê xwe di nava kurdan de bayekî ne baş belav dike. Dixwaze soran û kurmanc werin cem hev, biratiya wan sar bibe. Lê ev tişt jî ne hêsa ye. Kurd tehdîtên ”xetên sor” baş dizanin. Dagirkerên tirk vê gotinê bi salan bi kar anîn. Kurd li dijên kurdan ”xetên sor” dikşînin. Şerm e.
Yekîtiya ziman bi yek zaravayî nayê avakirin. Qedexekirina zarava û devokan  zimanekî gewre qels nake, xurt dike.

Parastina zaravayên kurdî parastina birayetîyê ye. Ji bo kurdek çi soran, çi kurmanc, çi zaza, çi lorî. Jîndarî û gewrebûna wan Kurdistanê dewlemend, çanda kurdî pirengîn dike. Ji bo zimanekî standard jî  hebûna  wan ne asteng e.
Çîrokeke Ezopî hate bîra min!  Herî baş nivîsê kurt bibirim û bi xwendevanen re çîrokê par ve bikim. Bi ya min yekbûna sê birayan û çar zaraveyan nêzîkî hev in.

Desteyek çov
Gundiyekî gelek bi eqil û jîrek hebûye. Sê kurê wî hebûne. Rewşa wan ne baş bûye. Birayan her roj bi hev re şer kirine, xwe û malbata xwe gelek acis kirine.
Ji ber vê rewşa wan bav gelek acis dibe û rojek gazî wan dike. Di nava odê de desteyek çov bi werîsek girêdayê li erdê ye.
Gundî ji wan dixwazê ku ew demeta çoven ku li erdê ne bişkênin, bikin du parçe. Kurên wî yek û yek hewl didin ku bişkênin. Ew xortên bi hêz dikin nakin nikarin demeta çovan bişkênin, bikin du parçe.
Gundîyê extîyar desteya çovan vedike. Yek bi yek dide destê wan û dixwaze ew çovan bişkînin. Xort çavan gelek hêsa dişkênin dikin du parçe.
Piştî şikenandina çovan bav di ser zarokên xwe de dizivire û dibêje;

” Kurên min yên delal, we dît ku hûn nikaribûn çovên bi hev re girêdayî bişkênin. Çimkî wan hêza xwe kiribûn yek. Wan mil bi mil, dest bi dest bi hev re bûn. Ku hûn jî bi aştî û yekîtî bi hev re bixebitin, yekîtîya we hebe dijmin nikarin zora we bibin. Nikarin we ji hev bixin. Lê ku hûn bi hev re şer bikin û yekîtiya we tune be, ew dê we yek û yek ji holê rakin.”

B. Welatevîn

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse