DANEZANA GERDÛNÎ YA MAFÊN ZIMAN

logo ling rights 

 

 Barselona, 6-9.6.1996

          

 DESTPÊK

 

Sazî û rêxistinên derveyî hikumetan ku vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Ziman îmze kirine, ji 6 heta 9’ê Tîrmeha 1996’an li Barselonayê civiyane.

 

Bi pejirandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a 1948’an ku di destpêkê de “baweriya bi mafên mirovan ên bingehîn, bi serbilindî û rûmeta mirov û mafên wekhev ên jin û mêr” a xwe aniye ziman; û ku di xala duyemîn de  “her kes bêyî nîjad, reng, cins, ziman, ol, siyasî û nêrînên xwe yên din, binyata xwe ya neteweyî an civakî, hebûn an jî statuya jidayikbûnê yan jî statûyên din” xwedî hemî maf û azadiyan e;

 

 Bi pejirandina Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Sîyasî ya 16 Qanûn 1966′an (xal 27) û Peymana Navneweyî ya Mafên Aborî Cîvakî û Çandî ya di heman rojê de ku di destpêka wan de tê gotin ku mirovahî eger merc neyên afirandin nekare azad bibe û herwiha ji bo bikaranîna mafên sivîl û yên siyasî, aborî, civakî û çandî destûrê dide mirovahiyê; 

 

Bi pejirandina Biryara 47/135 a 18 Berfanbar 1992’an a Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî  ku Danezana Mafên Kesên ji Hindikayiyên Netewî, Etnîk, Olî û Ziman pejirandiye;

 

Bi pejirandina danezan û peymanên Konseya Ewropayê, wekî Konvansiyona Ewropayê ya ji bo Parastina Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn, 4 Sermawez 1950 de (Xal 14); Konvansiyona Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê, 29 Pûşper 1992’an de ku Peymana Ewropî ya  Zimanên Herêmî an Hindikayiyan pesind kiriye; Danezana li ser Hindikayiyên Neteweyî ya ji aliyê Zîrveya Konseya Ewropayê di 9 Kewçer 1993’an de hatiye pejirandin; û Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Hindikayiyên Neteweyî ya 1994’an;

 

Bi pejirandina Danezana Santiago de Compostela ya PEN’a Navneteweyî û Danezana 15 Berfanbar 1993’an ya Komîteya Werger û Mafên Ziman a PEN’a Navneteweyî ya di derbarê pêşniyara lidarxistina Konferansa Navneteweyî ya Mafên Ziman de;

 

Bi balkişandina Danezana 9 Kewçêr 1987’an a li Recîfe, Brezîlyayê ya Semînera 12’emîn a Komeleyên Navneteweyî ya ji bo Pêşxistina Ragihandina Nav-Çandan ku pêşniyarê Neteweyên Yekbûyî kiriye ku ji bo pejirandina Danezaneke Gerdûnî ya Mafên Ziman û tetbîqkirina wê gavên pêwîst bavêje;

 

Bi pejirandina Konvansiyona 169 a Rêxistina Kedê ya Navneteweyî ya 26 Pûşper 1989’an ku di derbarê Gelên Xwecî û Eşîr ên li Welatên Azad  de ne;

 

 Bi pejirandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Kolektîf ên Gelan, Barselona, Gulan 1990 ku dide zanîn ku hemî gel xwedî mafê îfadekirin û pêşxistina çand, ziman û rêgezên rêxistinên xwe û di nava çarçoveyên siyasî yê cuda de xwedî mafê pejirandina binyata siyasî, perwerdehî, ragihandin û hikumetî yê xwe ne;

 

Bi pejirandina Danezana Dawî ya ku ji aliyê Civîna Giştî ya Federasyona Navneteweyî ya Mamosteyên Nûjen li Pécsê (Macarîstan) di 16 Gelawêj 1991’an de hatiye pejirandin ku pêşniyar dike ku mafên ziman bila wekî mafên bingehîn ên takekes bê dîtin;

 

Bi pejirandina rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî, 20 Avrêl 1994, ya di derbarê pêşnûma-Danezana Mafên Gelên Xweciyî ku mafên takekesî di bin siya mafên kolektîf de dîbîne;

 

Bi pejirandina pêşnûma-Danezana Komîsyona Nav –Amerîkî ya li ser Mafên Gelên Xweciyî ku di civîna 1278’an a 18 Rezber 1995’an de hatiye pejirandin;

 

Liberçavgirtina ku piraniya zimanên di xetereyê de yên cîhanê, zimanên gelên ne serdest in û kêmasiya xwe birêvebirin û siyasetên dewletan ku binyata xwe ya siyasî, birêveberî û zimanên xwe ferz dikin jî tê de, hêmanên sereke yên ku pêşketina ev zimanan asteng dikin û lêzê didin pêvajoya bi hev cîguherandina zimanan;

 

Liberçavgirtina  dagirkerî û mêtingerî û mînakên din ên biçûkxistinê ku pirî caran bi ferzkirina zimanekî biyanî an jî qet nebe nêrîna berevajî ya li ser rûmeta zimanan û pêşxistina helwestên hîyerarşîk ên ziman ku binê girêdayîna axaftevan a bi ziman dikole; û liberçavgirtina ku zimanên hin gelan ku serdest bûne di encama pêvajoya siyaseta cîguherandina zimanan de ku alîkariya zimanê hêzên dagirker an emperyalîst dike de pêk tê;

 

Liberçavgirtina ku gerdûnîbûn divê li ser konsepta ziman û cihêrengiya çandî ku meyla ber bi homojenbûn û îzolasyona li derve dihêle bê avakirin;

 

Liberçavgitina ku bi armanca pêkanîna bihevrebûyîna di navbera komên zimanan de pêk were, divê hemî rêgez wisa bê avakirin ku parastin û rêzdariya li hember hemî ziman û bikaranîna wan a di raya giştî û  di şexsî de misoger bike;

 

Liberçavgirtina  ku hêmanên cihêreng ên li derveyî ziman ( hêmanên dîrokî, sîyasî, herêmî, demografîk, aborî, civakî, çandî û sosyolîngûîstîk û yên bi helwestên kolektîf re têkildar) pirsgirêkên ku dibe sedema jiholêrabûn, marjînalîzebûn û dejenerasyona gelek zimanan û ji ber vê yekê jî ji bo tetbîqkirina çareseriyê di her mînakê de, divê mafên ziman ji hemî perspektîvan ve bên vekolîn;

 

Bi baweriya ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, bi nêrîna pêkanîna rêzdarî û heta dawiyê pêşketinê ji bo zimanan û bi tenê ji bo aştiyeke dadyane ya ziman a li seranserê cîhanê damezrandina rêgezan ku di meşandina têkiliyên civakî yên bi aheng de, bi mebesta  bêhevkêşeyên ziman çareser bike hêmana herî girîng e;

 

 

EM BI VÊ BELGEYÊ ÎLAN DIKIN KU

 

DESTPÊK

 

Rewşa her zimanî, ji aliyê liberçavgirtinên li jor, encama nêzîkbûn û têkiliya hêmanên cur be cur ên siyasî û legal, bîrdozî û dîrokî, demografîk û herêmî, aborî û civakî, çandî, lîngûîstîk û sosyolîngûîstîk, interlîngûîstîk û rewşa subjektîf e.

 

Di vê dema me de, ev hêman ji aliyê rastiyên li jêr tên diyarkirin:

 

ü      Meyla sedsalî ya yekirinê ya piraniya dewletan a ji bo kêmkirina cihêrengiyê û xurtkirina helwestên li hember pirçandîtî û pirzimanî.

 

ü      Meyla ber bi aboriya seranserê cîhanê û di dawiyê de ber bi bazara seranserê cîhanê ya agahî, ragihandin û çandê ku qada hevtêkilî û formên hevbandorî ku ahenga hundirîn yên komên ziman misoger dike, têk dibe.

 

ü      Modela mezinbûnê ya ekonomîst a ji aliyê komên aborî yên navneteweyî tê pêşniyarkirin ku dixwaze ji holêrabûna midaxaleya dewletê bi pêşketinê û takekesbûna hevrikîdar hevrikîdariya takekesî bi azadiyê re wekî hev bibîne, newekheviya aborî, civakî, çandî û lîngûîstîk a ku cidî ye û mezin dibe, derdixe holê.

 

Komên ziman di vê demê de ji aliyê kêmasiya xwe birêvebirinê, serjimareke kêm an jî  parçe parçe an bi tevahî belavbûnê, aboriyeke şikestinbar, zimanekî nehatiye kodîfîyekirin an modeleke çandî ya  zimanê serdest heta ku hedefên sereke yên li jêr li ber çavan neyên girtin, hebûn û  pêşketina gelek zimanan bê îmkan dike tê tehdîtkirin:

 

ü      Ji aliyê siyasî, ji bo destûra beşdariya bi bandor a komên zimanan, di vê modela mezinbûnê de, hedefa plankirina  riya rêxistinbûna cihêrengiya lîngûîstîk.

 

ü      Ji aliyê çandî, hedefa pêkanîna ragihandina cîhanî bi riya beşdariya wekhev a hemî gel, komên ziman û takekesan di pêvajoya pêşketinê de.

 

ü      Ji aliyê aborî, hedefa pêkanîna pêşketina jiyanbar a li ser bingeha beşdariya hemiyan û ji aliyê hevsenga ekolojîk a civakan û têkiliyên dadperwer ên di navbera hemî ziman û çandan de.

 

Ji ber van hemî sedeman, ev Danezan ne dewletan lê komên ziman wekî nikteya xwe ya tevgerê digire û divê saziyên navneteweyî yên ku dikarin pêşketina jiyanbar û dadperwer ji bo hemî mirovahiyê misoger dikin bê dîtin. Ji ber van sedeman, di heman demê de xurtkirina  afirandina çarçoveyekî siyasî ya ji bo cihêrengiya lîngûîstîk ku li ser rêzdarî, bihev re jiyaneke bi aheng û berjewendiyên beranberî cî digire, tê xwestin.

 

SERNAVÊ DESTPÊKÊ

Konsept

 

Xal 1

 

  1. Ev Danezan civaka ziman wekî civakeke mirovan ku bi awayekî dîrokî li herêmeke taybet ku ev herêm bê naskirin an neyê naskirin, bi cî bûye, xwe wekî gel dide naskirin û wekî alavên xwezayî yên ragihandinê û ahengeke çandî, zimaneke hevpar di nava endamên xwe de pêşxistiye dibîne. Têgiha zimanê xwerû  yê herêmekê tê wateya zimanê civakê ku bi awayekî dîrokî li vê qadê derketiye holê.  

 

  1. Ev danezan niqteya xwe ya hereketê ji rêgeza ku mafên ziman di heman demê de hem  takekesî ye û hem jî kolektîf e, digire. Di ravekirina hemî mafên ziman de, di warê civakeke ziman a dîrokî ya di herêma xwe de, ev herêm ne tenê wekî qadeke cografîk ku civak lê dijî tê fêmkirin lê di heman demê de wekî ciyekî sosyal û fonksiyonel ku ji bo pêşketina ziman  jiyanî ye tê fêmkirin, wekî referans dibîne. Tenê li ser vê bingehê ravekirina mafên komên zimanan ku di niqteya pêncan a vê xalê de hatiye destnîşankirin û takekesên li derveyî herêma civaka xwe dijîn, ji aliyê astên pêşketinê û berdewamiyê pêkan e.

 

  1. Ji bo armanca vê Danezanê, kom di heman demê de di mercên li jêr de, di herêma xwe de û endamên civakeke ziman tên dîtin:

 

  1. dema ji aliyê sînorên siyasî û îdarî ji civaka xwe ya sereke tên veqetandin;

 

  1. dema bi awayekî dîrokî di herêmeke cografîk de ku ji aliyê endamên civakên ziman ên din tên dorpêçkirin derdikevin holê; an

 

  1. dema di herêmeke cografîk de ku bi endamên civakên ziman ên re ku xwedî pêşiyên dişibin hev in, bi hev re dijîn.

 

  1. Ev Danezan, dîsa gelên koçber ên di qadên koçberiyê de û gelên ku di ciyên ji aliyê cografîk de ji hev belav bûne de bi cî bûne, wekî civakên ziman ên di herêma xwe yê dîrokî de dibîne.

 

  1. Ev Danezan, komeke ziman wekî komeke mirovên ku heman zimanî ku di herêma civaka zimanekî din de cî girtiye diaxivin lê ne xwedî heman pêşiyên dîrokî yên vê civakê ne, dibîne. Mînakên ev koman koçber, penaber, mirovên hatine qewirandin û endamên dîasporayê ne.

 

Xal 2

 

  1. Ev Danezan dipejirîne ku kengî civakên ziman û kom heman herêmê par ve bikin, mafê di vê Danezanê de hatiye formulekirin divê bibe bingeha berjewendiyên beramberî û bi vê riyê heta ku pêkan be divê bê misogerkirin.

 

  1. Di lêgerîna ji bo hevsenga li gorî dil a sosyolîngûîstîk de da ku di navbera mafên ev civakên ziman û koman û endamên wan de pireke guncan bê damezrandin, ligel paşeroja dîrokî yên wan ên li herêmê û daxwaza wan a bi awayekî demokratîk  hatiye damezrandin, hin hêmanên din jî divê li ber çav bên girtin. Ev hêman ji bo damezrandina hevsengekê,  koçên bi zorê jî tê de ku civak û komên ziman ên bi hev re û  asta wan a siyasî, sosyoekonomîk û  şikestinbariya wan a çandî derxistiye holê, dibe ku nêzîktêdayineke dayina xisarê bixwazin. 

 

Xal 3

 

  1. Ev Danezan, ên li jêr mafên şexsî yên neguherbar ku di her rewşê de dikarin bên bikaranîn dibîne:

 

mafê naskirina wekî endamekî civakeke ziman;

 

mafê bikaranîna zimanê xwe hem di warê şexsî û hem jî di raya giştî de,

 

mafê bikaranîna navê xwe;

 

mafê bi endamên din ên civaka zimanê xwe re pêwendî û hevalbendî danîn;

 

mafê parastin û pêşxistina çanda xwe;

 

û hemî mafên bi ziman re têkildar ku di Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî ya 19 Berfanbar 1966’an û Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya di heman rojê de hatiye pejirandin.

 

  1. Ev Danezan ligel  mafên endamên komên ziman ên li paragrafên li jor hatine gotin, mafên kolektîf ên komên zimanan bi şêweya ku bi mercên ku di xala 2.2’an de hatine diyarkirin lihevkirî be, dibe ku ên li jêr jî di nava xwe de bihewîne;

 

mafê fêrkirina ziman û çanda wan;

 

mafê gihîştina xizmetên çandî;

 

mafê dadyane ê hebûna ziman û çanda wan di medyaya ragihandinê de;

 

mafê meşandina têkiliyên bi saziyên hikumetê û têkiliyên sosyoekonomîk bi zimanê     xwe

 

  1. Mafên şexsan û komên zimanan ên li jorê hatine qalkirin divê tu carî pêwendiyên ev şexsan û koman bi civaka ziman a mazûvan re an entegrasyona wan a bi civakê re asteng nekin. Dîsa divê ew, mafê bikaranîna zimanê civaka mazûvan an endamên wê di seranserê herêma xwe, di hemî aliyê raya giştî de asteng neke.

 

Xal 4

 

1.  Ev Danezan dipejirîne ku mirovekî ku diçe û di herêma civaka zimanekî din de bi cî   dibe, xwedî maf û peywira pêkanîna helwesteke entegrasyonê ya ber bi  vê civakê ye. Ev têgih tê wateya sosyalbûna zêdetir a vî mirovî ku hem karibe taybetiyên xwe yên xwerû yên çandî biparêze û hem jî di civaka ku tê de bi cî bûye de jêderkên têrtije,  rûmet û formên tevgerê ku karibin bêyî astengiyên mezin bi endamên  bitecrûbe yên civaka mazûvan re  pêwendî deynin, par ve bike.

 

  1. Ev Danezan dipejirîne ku, li aliyekî din, asîmîlasyon ku tegiha tê wateya hevjiyana di civaka mazûvan de  ku taybetiyên xwerû yên çandî bi jêderk, rûmet û formên tevgerê yên civaka mazûvan re diguhere, divê bi zorê û bi xapandinê pêk neyê û bi tenê dikare tevahî di encama tercîheke azad de pêk were.

 

Xal 5

 

Ev Danezan li ser rêgezên ku mafên hemî civakên ziman wekî hev in û ji statuya wan a hiqûkî û siyasî ya ku zimanê wan fermî ye an zimanên herêmî û yên hindikayiyan e azad e, hatiye damezrandin. Têgihên wekî zimanên herêmî an zimanên hindikayiyan di vê Danezanê de nehatine bikaranîn, ji ber ku digel di hin ciyan de naskirina zimanên herêmî û hindikayiyan dikare bikaranîna hin mafan hêsantir bike jî, ev û hin diyarkerên din pirî caran ji bo bisînorkirina mafên civakên ziman tên bikaranîn.

 

Xal 6

 

Ev Danezan dipejirîne ku zimanekî ji ber ku ew bi tenê zimanê fermî yê dewletê ye an jî bi awayekî kevneşopî di herêmê de di warê îdarî de an jî ji bo hin çalakiyên çandî tê bikaranîn, nekare wekî zimanê xwerû yê herêmê bê pejirandin.

 

SERNAV YEK

Rêgezên Bi Giştî

 

Xal 7

 

  1. Hemî ziman îfadeya nasnameya kolektîf û riya cuda ya fêmkirin û ravekirina rastiyê ye û lewma divê ji bo ku karibe ji hemî aliyan ve pêş bikeve xwedî mercên pêwîst be.

 

  1. Hemî ziman bi awayekî kolektîf pêk hatine û wekî alavên yekgirtin, terîf, ragihandin û îfadeya afîner a ji bo bikaranîna takekesî ya di civakekê de, derketine holê.

 

Xal 8

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafê birêxistin û birêvebirin a çavkaniyên xwe ne da ku karibin di hundirê civakê de di hemî aliyan de bikaranîna zimanê xwe misoger bikin.

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafên bikaranîna hemî alavên ku belavkirin û berdewambûna zimanê wan misoger dike ne.

 

Xal 9

 

Hemî civakên ziman bêyî ku bên xapandin an midaxeleyeke bi zorê bê kirin, xwedî mafê   kodîfiyekirin, standartkirin, parastin, pêşxistin û destekirina pergala xwe ya lîngûîstîk in.

 

Xal 10

 

1. Hemî civakên ziman xwedî mafên wekhev in.

 

2. Ev Danezan cihêxwaziya li hemberî civakên ziman çi li ser asta serdestiya siyasî, rewşa wan a ji aliyê civakî, aborî an çi ji aliyên din de, asta zimanê wan a kodîfiyebûn, nûjenbûn an modernîzebûnê an jî çi li ser krîterekî din hatibin damezrandin, wekî nayê pejirandin dibîne.

 

  1. Bi mebesta meşandina ev rêgeza wekheviyê û wê bi bandor kirinê, divê hemî gavên pêwîst bên avêtin.

 

Xal 11

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê hemî amûrên wergerê ji zimanê din û ji zimanê xwe ne ku bi mebesta misogerkirina bikaranîna mafên di vê Danezanê de pêwîst in. 

 

 

Xal 12

 

  1. Herkes bi mercê ku ev ziman ê herêma ku ew lê dijî ye, xwedî mafê bi zimanê xwe meşandina hemî çalakiyên di raya giştî de ye.

 

  1. Herkes xwedî bikaranîna zimanê xwe di qada şexsî û malbatî de ye.

 

Xal 13

 

  1. Herkes xwedî mafê bidestxistina zanîna zimanê herêma ku lê dijî ye.

 

  1. Herkes bêyî pêşdaraziya li hember garantiyên bikaranîna zimanê xwerû yê herêmê di raya giştî de ku di vê Danezanê de hatiye diyarkirin, xwedî mafê pir-zimanî, zanîn û bikaranîna zimanê ku herî zêde dibe sedema pêşketina wî/wê ya şexsî an livdariya civakî.

 

Xal 14

 

Mercên di vê Danezanê de nekarin wekî ku xisar bidin normekî an bikaranînekê ku ji statûya hundir an navneteweyî ya zimanekî ku di lehê bikaranîna wî ya di herêma xwe de ye, bên şîrovekirin an bên bikaranîn.

 

SERNAVÊ DUYEMÎN

Pergala Giştî ya Ziman

 

Beş 1

Birêveberiya Raya Giştî û Saziyên Fermî

 

Xal 15

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafê biakaranîna ziman di hundirê herêma xwe de ne.

 

  1. Hemî civakên ziman bi mebesta zagonên hiqûkî û îdarî, belgeyên raya giştî û arizî û tomarên raya giştî derbasdar û bi bandor be, xwedî mafê nivîsandina wan a bi zimanê xwerû yê herêmê ne û tu kes nikare biangaşte ku vî zimanî nizane.

 

Xal 16

 

Hemî endamên civakeke ziman xwedî mafê bi zimanê xwe pêwendî danîn û agahî stendina ji rayedaran e. Ev maf di heman demê de di beşên navendî, herêmî, deverî û ser-herêmî de  ku herêma ziman lê tê axaftin di hundirê xwe de dihewîne jî tê tetbîqkirin.

 

Xal 17

 

  1. Hemî civakên ziman li gorî daxwaza xwe xwedî mafê girtina hemî belgeyên fermî-ev belge hatibin çapkirin, ji aliyê mekîneyekê bê xwendin an  di formeke din de bin jî-yên ku bandorê li têkiliyên bi herêmê ku ziman lê tê axaftin dike, bi zimanê xwe ne.

 

  1. Form û belgeyên standart ên rêveberiyê, çi hatibin çapkirin, çi ji aliyê mekîneyê bê xwendin an di formeke din de bin, divê li ser daxwaza raya giştî ji aliyê rayedaran di servîsên  li herêmên ku ziman lê tê axaftin de bên peydakirin û bicîkirin.

 

Xal 18

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafê ku zagon û mercên hiqûkî yên di derbarê wan de bi zimanê xwerû yê herêmê bê weşandin.

 

  1. Rayedarên ku di bin desthilatiya wan de ji zimanekî herêmî yê dîrokî zêdetir ziman hebin divê hemî zagon û mercên hiqûkî yên gelemperî, axaftevanên zimanên herêmê çi ji zimanên din fêm bikin an çi jî fêm nekîn, divê bi her zimanî biweşînin.

 

Xal 19

 

  1. Divê zimanê fermî yê Meclîsê zimanê(n) ku bi awayekî dîrokî li herêma ku ew dinimînin tê axaftin be.

 

  1. Ev maf, li gorî Xal 1, Paragraf 4’an di heman demê de ji bo civakên ziman ên ku li ciyên ji aliyê cografî de ji hev hatine belavkirin derketine holê jî tê tetbîkirin.

 

Xal 20

 

  1. Her kes hem bi devkî û hem jî bi nivîskî, di dadgehên li herêmê de xwedî mafê bikaranîna zimanê ku bi awayekî dîrokî li herêmê tê axaftin e. Dadgeh divê di xebatên xwe yên hundir de zimanê xwerû yê herêmê bikarbîne û heke li gorî pergala hiqûkî ya dewletê teqîbat li ciyekî din bidomin, divê bikaranîna zimanê resen bidome.

 

  1. Her kes di hemî dozan de, xwedî mafê bi zimanê ku jê fêm dike û dikare biaxive bê darizandin û bê pere xizmeta wergêrekî/ê bigire.

 

Xal 21

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê ku agahiyên tomarkirî yên raya giştî bi zimanê resen ê herêmê be. 

 

Xal 22

 

Hemî komên ziman xwedî mafê ku belgeyên ji aliyê noter an jî karmendan tên tesdîqkirin bi zimanê xwerû yê herêma ku noter an jî karmend karê  xwe lê dimeşîne be.

 

Beş II

Perwerdehî

 

Xal 23

 

  1. Perwerdehî divê kapasîteya xwe îfadekirina ziman û çandî ya koma ziman a herêmê ku lê pêk tê, xurt bike.

 

2.   Perwerdehî divê zimanê herêmê ku ji aliyê civaka  ziman tê axaftin biparêze û pêş bixe.

 

  1. Perwerdehî divê li hemî aliyên cîhanê di bin xizmeta cihêrengiya ziman û çandî û têkiliyên bi aheng ên di navbera komên ziman ên cuda de be.

 

  1. Her kes di nava çarçoveya rêgezên hatin qalkirin de xwedî mafê hînbûna her zimanî ye.

 

 

Xal 24

 

Hemî komên ziman xwedî mafê biryardayina ku zimanê wan wekî zimanê navgîn û armanceke xebatê, di hundirê herêmê de di hemî astên perwerdehiyê de -perwerdehiya beriya dibistanê, seretayî, navîn, teknîk û pîşeyî, zanîngehê û mirovên gihîştî de-heta kîjan sînorî cî bigire ye.

 

Xal 25

 

Hemî civakên ziman li gorî daxwaza xwe xwedî mafê ku hemî çavkaniyên mirovahî û madî yên ku hebûna zimanê wan li herêma wan heta sînorê ku ew dixwazin di hemî astên perwerdehiyê de pêk tîne ne: bi awayekî sererast hînkirina mamosteyan, rêbazên fêrkirinê yên guncan, pirtûkên dibistanê, fînans, avahî û alav, teknolojiyên kevneşop û yên nûjen.

 

Xal 26

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê perwerdehiyeke ku dest dide ku endamên wê şarezahiyên cuda yên di hemî qadên asayî û serketina herî zêde ya gengaz a di zimanekî din ku dibe ku bixwazin fêr bibin jî tê de, bi tevahî di zimanê xwe de serkeftî bin.

 

Xal 27

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê perwerdehiyeke ku dest dide ku endamên  wan zanebûna xwe yên zimanê ku bi kevneşopa wan a çandî  re têkildar e, wekî wêjeyî an zimanê pîroz ku berê zimanên kevneşop ên civakê bûn, fêr bibin.

 

Xal 28

 

Hemî civakên ziman ligel zanebûna herî berfireh a pêkan a çandekî din ku dibe ku bixwazin zanibin,  xwedî mafê perwerdehiya ku dest dide ku endamên wan ji serî heta dawî zanebûna kelepûra xwe yê çandî (dîrok, erdnîgarî, wêjeyî û aliyên din ên çanda xwe)  bidest bixin e.

 

Xal 29

 

  1. Her kes xwedî mafê girtina perdwerdehiyeke bi zimanê xwerû yê herêma ku lê dimîne ye.

 

  1. Ev maf, mafê bidestxistina zanebûna devkî an nivîskî yê zimanekî din ku dibe ku ji aliyê wî/wê wekî navgîna ragihandinê ya bi civakên din re tê bikaranîn, li derve nahêle.

 

Xal 30

 

Ziman û çanda hemî komên zimanan divê di asta zanîngehê de mijara xebat û lêkolînê bin.

 

Beş III

Navên Xwerû

 

Xal 31

 

Hemî civakên ziman di hemî qad û rewşan de xwedî mafê parastin û bikaranîna pergala xwe ya navên xwerû ne.

Xal 32

 

  1. Hemî civakên ziman, hem bi devkî hem jî bi nivîskî, di qadên şexsî, civakî û fermî de  xwedî mafê bikaranîna navên deveran bi zimanê xwerû yê herêmê ne.

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafê diyarkirin, parastin û sererastkirina navên resen ên deveran e. Ev navên deveran ne dikarin bi kêfî bên qedexekirin, xerakirin an sererastkirin ne jî dikarin bi pêkhatina guherîna rewşa siyasî an jî guherîneke bi şêweyekî din bi navên din re bên guherandin.

 

Xal 33

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê girtina navên ku di zimanê wan de tên bikaranîn e. Her wergera bo zimanekî din divê xwe ji binavkirina şêlû an jî biçûk dixe, biparêze.

 

Xal 34

 

Her kes, ligel bi tenê dema ku pêwîst be mafê nivîsandina fonetîk a herî rast a pêkan a navê xwe bi pergaleke din a nivîsê,  di hemî qadan de xwedî mafê bikaranîna zimanê xwe yê xwerû ye.

 

Beş IV

Medyaya Ragihandinê û teknolojiyên nû 

 

Xal 35

 

Hemî civakên ziman bêyî rêbazên belavkirinê an raguheztinê, xwedî mafê biryardayina ku heta kîjan sînorî zimanê wan di medyaya -çi deverî û kevneşopî, çi xwedî bergeheke firehtir an çi teknolojiyên pêşketî bikartînin bin – li herêma wan de cî bigire ne.

 

Xal 36

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê ku li gorî daxwaza xwe hemî çavkaniyên mirovahî û madî yên ku ji bo daxwaza asta xwe îfadekirinê ya di medyaya ragihandinê ya li herêma wan de pêwîst in e: hîndekariya bi sererastî ya xebatkaran, fînans, avahî û alav, teknolojiya kevneşop û nûjen.

 

Xal 37

 

Hemî civakên ziman, ligel agahiya herî zêde ya pêkan a di derbarê çandên din de ku endamên wê dibe ku bixwazin hîn bibin, xwedî mafê bi riya medyaya ragihandinê girtina agahiyê ya  ji serî heta binî ya kelepûra xwe ya çandî (dîrok, erdnîgarî, wejê û aliyên din ên çanda xwe ya xwerû) ne.

 

Xal 38

 

Ziman û çandên hemî civakên ziman, divê li her aliyê cîhanê di medyaya ragihandinê de nêzîktêdayineke wekhev û ne cudaxwaz bibînin. 

 

Xal 39

 

Civakên ku di Xala 1’emîn, paragrafên 3 û 4’an ên di vê Danezanê de hatine danasîn û komên ku di paragrafa 5’an a di heman xalê de qala wan hatine kirin, xwedî bikaranîna mafê wekhev ê nimandina zimanê xwe di medyaya ragihandinê ya herêma ku lê derketine holê an koç kirine ne. Ev maf divê bi mafên kom an civakên din ên zimanên li herêmê di nava ahengê de bên bikaranîn.

 

Xal 40

 

Di qada teknolojiya enformasyonê de, hemî civakên ziman bi mebesta ji potansiyela ku ji aliyê teknolojiyên xwe îfadekirin, perwerdehi, ragihandin, weşan, werger û pevajoya enformasyonê û belavbûna çandê ya bi gelemperî tê pêşkêşkirin bi awayekî têrtije sûd bigirin, xwedî mafê ku li gorî daxwaza xwe xwedîbûna alavên ku adapteyê pergala wan a ziman bûne an alav û berhemên bi zimanê wan in.

 

Beş V

Çand

 

Xal 41

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafê bikaranîn, parastin û xurtkirina zimanê xwe di warê hemî formên îfadekirina çandî de ne.

 

  1. Hemî civakên ziman bêyî ku qada tu civakî bibe hedefa dagirkeriya hegemonîk a çandekî biyanî, divê karibin vî mafî heta dawiyê bikar bînin.

 

Xal 42

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê pêşketina heta dawiyê ya di hundirê qada xwe ya çandî de ne.

 

Xal 43

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê gihîştina berhemên bi zimanê xwe ne.

 

Xal 44

 

Hemî civakên ziman, bi riya belavkirina agahiya têrtije, xwedî mafê gihîştina bernameyên nav-çandî  û destekirina çalakiyên wekî fêrkirina ziman bi kesên biyan, xebata werger, dûblaj, post-senkronîzekirin û jêrenot e.

 

Xal 45

 

Hemî civakên ziman xwedî mafê ku zimanê xwerû yê herêmê di çalakiyên çandî û servîsan de (pirtûkxane, videotek, şano, muze, arşîv, folklor, pîşesaziya çandî û hemî aliyên jiyana çandî) ciyekî serdest bigire ne.

 

Xal 46

 

Hemî civakên ziman aliyên madî yên wekî koleksiyona belgeyan, berhemên wêne û mîmarî, avahiyên dîrokî û kîtabe yên di zimanê wan de jî tê de, xwedî mafê parastina kelepûra xwe ya ziman û çandî ne.

 

Beş VI

Qada sosyoekonomîk

 

Xal 47

 

  1. Hemî civakên ziman xwedî mafê pêkanîna zimanê xwe di hemî çalakiyên sosyoekonomîk ên di hundirê herêma xwe de ne.

 

  1. Hemî endamên civaka ziman, xwedî mafê li ser daxwaza xwe, hemî navgînên  wekî belge û xebatên referansê, talîmat, form û ekîpmanên compîturê, alav û berhemên ku ji bo pêkanîna çalakiyên wan ên pîşeyî pêwîst in bi zimanê wan be.

 

  1. Bikaranîna zimanên din di vê qadê de tenê dikare dema ku di pêkanîna çalakiya pîşeyî de pêwîst be pêk were. Zimanekî ku di demên dawiyê de gihîştiyê herêmê tu carî nekare bikaranîna zimanê xwerû yê herêmê kêm bike an dewsa wî bigire.

 

Xal 48

 

  1. Her kes di nava herêma civaka xwe ya ziman de, di hemî karê aborî de wekî firotin û kirîna mal û xizmetan, karên bankeyê, sîgorta, kontratên kar û ên din, bi hemî derbasdariya xwe ya qanûnî xwedî mafê bikaranîna zimanê xwe ye.

 

  1. Di nava ev karên şexsî de tu merc nekarin bikaranîna zimanê xwerû yê herêmê li derve bihêlê an bi sînor bike.

 

  1. Her kes di nava herêma civaka xwe ya ziman de, xwedî mafê ku li ser daxwaza xwe di belgeyên ku ji bo hemî karên li jor hat qalkirin   pêwîst in bi zimanê wî/wê be. Ev belge form, çek, kontrat, fatore, meqbûz, girtek, formên daxwazê û yên din in.

 

Xal 49

 

Her kes di nava herêma civaka xwe ya ziman de xwedî mafê ku di hemî cureyên rêxistinên sosyoekonomîk ên wekî rêxistinên kedê û sendîka, ên karbidestan, ên pîşeyî û komeleyên bazirganî û yên esnafî de zimanê xwe bikarbîne ye.

 

Xal 50

 

  1. Hemî civakên ziman, xwedî mafê ku zimanê wan di warê reklam, nîşane, nîşaneyên trafîkê û dîmenên welêt de bi giştî ciyekî serdest bigire ne.

 

  1. Her kes di nava civaka xwe ya ziman de, xwedî mafê girtina agahiyên wekî talîmatên ji bo bikaranînê, etîket, têkilek, reklam, garantî û yên din ku di derbarê berhem û serwîsên  ku ji aliyê saziyên bazirganî tên pêşkêşkirin de ne, bi zimanê xwe ye.

 

  1. Hemî nîşaneyên gelemperî yên ku li ser tenduristiya mirov bandorê dihêlin divê bi mercê ku ji zimanekî din kêmtir nebe, herî kêm bi zimanê xwerû yê herêmê be.

 

Xal 51

 

  1. Her kes xwedî mafê ku zimanê xwerû yê herêmê di têkiliyên bi şîrket, saziyên bazirganî û desteyên şexsî re bikarbîne û bi heman zimanî  xizmetê û bersivê bigire ye.

 

  1. Her kes xwedî mafê ku wekî muwekîl, muşterî, mezêxer an bikarhêner agahiyên devkî û nivîskî ji saziyên civakî bi zimanê xwerû yê herêmê bigire ye.

 

Xal 52

 

Her kes xwedî mafê ku ji bilî ku wekî nimûneyên mamosteyên ziman, wergêr an rêberê tûrîstan ku ji bo fonksiyonên vî karî bikaranîna zimanên din pêwîst e, pêkanîna çalakiyên xwe yên pîşeyî yên bi zimanê xwerû yê herêmê ye.

 

BIRYARÊN PÊVEK

 

Yekemîn

 

Rayedar ji bo pêkanîna mafên di Danezanê de hatine îlankirin çi gav pêwîst in divê bavêjin. Bi taybetî, bi mebesta xurtkirina bikaranîna Mafên Ziman di civakên ku bi awayekî eşkere bi kêmasiya çavkaniyan  re rû bi rû mane de, divê fonên navneteweyî bên damezrandin. Bi vî awayî, rayedar bi armanca ku zimanên hin civakan bên kodîfiyekirin, nivîsandin, fêrkirin û di rêveberiyê de bên bikaranîn divê desteka pêwîst bide.

 

Duyemîn

 

Rayedar divê dabîn bikin ku desteyên fermî, rêxistin û kesên têkildar di derbarê maf û peywirên hevpêwend ku di vê Danezanê de hatine diyarkirin, agahdar bibin.

 

Sêyemîn

 

 Rayedar divê di bin roniya hiqûka ku derketiye holê de, di dozên ku binpêkirina mafên ziman ên di vê Danezanê de hatine destnîşankirin pêk tên de, ceza bikarbînin.

 

BIRYARÊN DAWÎ

 

Yekemîn

 

Ev Danezan, avakirina Konseya Zimanan di nava Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de pêşniyar dike. Komcivîna Rêxistina Neteweyên Yekbûyî berpirsê avakirin, diyarkirina fonksiyonan û peywirdarkirina endamên  vê Konseyê ye û bi mebesta ku di mijara bikaranîna mafên ku di vê Danezanê de hatine naskirin de civakên ziman biparêze, berpirsê afirandina desteyekê ya di nava hiqûka navneteweyî de ye.

 

Duyemîn

 

Ev danezan salox dide û destekê dide afirandina Komîsyona Cîhanê ya Mafên Lîngûîstîk  ku rêxistinekî ne fermî ye û desteyeke şêwirmendiyê ye ku ji nûnerên rêxistinên derveyî hikumetan û rêxistinên din ên ku di qada hiqûka ziman de dixebitin pêk tê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse