Cureyên statuyên siyasî û perwerdeyê

Statu gotineke Ewropî ye û tê wateya çarçove û asta maf, rol, berpirsên heyîyên siyasî, civakî û huqûqî.  Bi awayekî fermî tixûb û çarçoweyên rê, rêbaz û qanûnan bi statuyê tên diyar û zelalkirin.

Di serdema me de, li welatên ku dewletên federe an yekpare (üniter) hatine damezrandin ji yekî bêtir netewe, gel û komên lê hene û dijîn cureyên statu û modelên birêvebirî, pêşxistin û geşkirina ziman, perwerde û jiyandina çanda wan qanûn û rêbazên netewî û navnetewî hene. Mafên van netewe, gel û komên netewî û demokratîk li gorî wan qanûn û rêbazan tên garantîkirin û parastin. Ji vê mafê re “mafê çarenûsî” tê gotin. Bi gotina erebî ya klasîk “qedera xwe tayinkirin” e.

Cureyên mafê çarenûsî
Prensîba “ mafê çarenûsî” di dema şerê Cîhanê yê Yekem de  hatiye bi lêv kirin. Ev prensîb ji bo azadbûna gelên kolonî mafeke netewî dihat dîtin. Lenîn li ser vê prensîbê gelek rawestaye û mafê çarenûsî di sîstema sosyalîzmê de kiriye xaleke sereke. Herweha serokê Amerîka Wilson jî  di 08.01 1918an de bi 14 xalan (madeyan) di vî warî de prensîbên xwe diyar kiriye û li dij sîstema kolonîzekirineke nû rawestaye. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de jî Yekîtiya Neteweyan vê mafî weke mafeke dadmendiya navnetewî pejirandiye. Di 19 meha 12an a sala 1966an de Yekîtiya Neteweyan  pejirandiye ku mafê her neteweyî heye bi dilê xwe, bi awayekî azad bijî û ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bide. Di prosedûreke dûr û dirêj de her ku diçe wate, ast û çarçoweya mafê çarenûsî tê guhertin. Heta niha van statuyên polîtîk û civakî hebûne û hene.

Dewlet: damezrandina dewleteke serbixwe ji bo her neteweyî mafê çarenûyê herî rawa û mafdar e. Di serdema me de, li cîhaê ji 200î bêtir dewletên navendî yên serbixwe ne. Mafê çarenûsiya van dewletan di statuya dewletbûnê de ne.

Federasyon: dewlet ne dewleteke navendî û yekpare ye, dewleteke hevpar e. Ji ber rewşên demografîk weke netewî, kêmnetewî, herêmî, dîrokî, civakî û cografî ji çend komar, eyalat, kanton, xweserî, otonomî pêk tê. Bi qanûn û qanûnên bingehîn û prensîbên navnetewî statuyeke van komar, eyalet, kanton an jî herêmên xweser hene. Ev statu li gorî karîn, hêz, rewş û merc û peymanên wê dewlet û prensîbên huqûq ên navnetewî tên ava kirin. Ji ber vê yekê jî li cîhanê cureyên cuda yên dewletên federe hene.

Li Rûsya Federe ya îro 21 komar, 50 oblast (eyalet), 6 kray, 9 otonomên dorgirtî, 1 otonomiyeke herêmî û 2 barajên federal hene. Swîsre dewleteke federe ye ku  ji 26 kantonan pêk tê.
Bruksel dewleteke federe ye û bi sîstema monarşî tê birêvebirin. Ji sê herêman (eyalet) pêk tê: 1.Herêma Walonya (ziman bi fransîye), 2.Flander  ye û 3. Bruksel. Her yek bi serê xwe ye û birêvebirî û perwerde di her herême de bi zimanê wan dibe. Herêma Brukselê taybetiya xwe heye. Li ser sê statuyan hatiye parve kirin û ziman herêmê bi fransî, walonî û almanî ne.

Mînaka her jîndar û berbiçav Îraq e. Îraq ji federasyona Ereb û Kurdistanê pêk tê. Ji aliyê birêvebiriya siyasî û civakî huqûqeke xwe heye. Herêmên federe xwe bi xwe birêve dibin. Ji bo kar û xebatên derve weke dewleta Îraqê tê naskirin û pejrandin. Li her herêmê parlamento heye û her parlamento ji herêma xwe berpirse. Li herêma Kurdistanê kurdî zimanê fermî ye û zimanê perwerdeyê bi kurdî ye. Di hemû dem û dezgehên, medya û di her qada jiyanê de kurdî tê bikaranîn. Li herêma Kurdistanê erebî zimanê duyemîn e. Li herêma Ereban jî erebî zimanê yekem e. Li bajarê Kerkûkê jî kurdî, erebî, tirkmenî û asûrî zimanên resmî ne.

Sîstemên federalî yên ku niha hene hemû ne wek hev in, her yek li gorî hêz û demokrasiya xwe sîstemeke ava kiriye. Wek nimûne Amerîka û Almanya bi sîstema federe tên birêvebirin, lê wek sîstema yekpare ji yek netewe hatiye avakirin. Bi tenê sîstem ne navendi ne, herêmî ne. Her herêm xwe birêve dibe. Sîstema Alman û Amerîka jî her yek ji hev cuda û taybetiyên xwe hene.

Konfederasyon: Konfederasyon ji çend dewletên serbixwe pêk tê. Bi kêmasî divê ji du dewletan pêk were. Girêdan û statuya konfederasyonan ji ya federasyonan sistir e. Yek nikare li ser ya din zêde bandor bike. Navendeke otorîter nîne. Her dem dikarin ji hev cuda bibin. Heta dikarin bi hev re şer jî bikin. Di dîroka sîyasî de jiyaneke konfederasyonan a dûr û dirêj tune. Bi tenê çend nimûne hene:
Di navbera salên 1776-1787an de, li Amerîka dewleta konfedere hebû û piştre ev statu nehat domandin û dewleta Amerîka derbasî sîstema eyaletan bû û sîstema eyaletan li Amerîka heta niha dom dike. Dewleta Swîsrê jî heta sala 1840î konfederasyon bû û ji wir bi şûn ve sîstema xwe veguhest sîstema federasyonî  ya ku niha ji 26 kantonan pêk tê. Herweha dewleta Almanyayê jî heta sala 1870î bi sîstema konfederasyonî dihat birêvebirin û piştre ew jî wekî Swîsre vegriya ser sîstema federalî.
Îro di warê sîstema konfederalî de raman û pêşniyazên birêz Abdullah Öclan hene. Ew dibêje ku “gengaz e ku li Rojhilata Navîn di nav dewletên wek Îran, Îraq, Suriye û Tirkiyê de sîstemeke konfederalîzm a demokratîk were avakirin û kurdî di nav vê konfederalîzmê de cihê xwe bigirin…”

 Otonomî an jî xweseriyên demokratîk
Ji statuyên sîyasî yek jî li dewletên yekpare statuyên otonomî û xweseriyan e. Herêmên otonom an xweser ji aliyên cografîk û demografîk ve kêm, teng û biçûk in. Mafê siyasî yên otonomî an jî xweseriyên (mirov dikare bêje otonom û xweserî heman tişt in.) netewî û demokratîk li gorî federasyonan kêm in û bi dewleta navendî ve girêdayî ne. An jî mirov dikare bêje giraniya karîn û vîna siyasî di destê dewleta navedî de ye û bi tixûb e. Piraniya herêmên xweser xwedî statuyeke siyasî ne. Parlamentoya xwe heye. Heta radeyeke dikarin ji bo herêma xwe qanûn çêbikin û bi rêve bibin. Hinek otonom hene ku xwedî hêzên xwe yên parastinê ne jî. Zimanên herêmên otonom fermî ye û di perwerde û hemû dem û dezgehan rojane tê bikaranîn. Qanûnên wan dikare ji aliyê parlamentoya navendî ve neyêne pejrandin. Kar û barên herêmên xweser dikare ji aliyê parlamentoya navendî ve were rawestandin. Li gorî polîtîka navendî her tim dikare were guhertin. Her dewlet li gor demokrasiya xwe statuyeke ji bo herêmên xweser  datîne.

Di warê herêmên xweser de nimûneya dewleta Spanyayê balkêş û ser bi êş e. Li Spanyê ji derî spaniyan gelên katalanî, baskî, aranî û galisiyayî jî hene. Spanya weke birêvebiriya herêmî li ser 17 herêmên xweser û du bajarên xweser hatiye parve kirin. Di nav van 17 herêman de 7 herêm xweser hene. Ev heft herêmên xweser ev in: Asturias, Balearic, Adalan, Cantabria, La Rioja, Madrîd, Mursia û Navara. Di heman demê de her herêma xweser bajarek e. Xwesriyên li Spanyayê du ji wan xwedî têkoşineke dîrokî ne. Bi gelemperî katalanî û baskî li herêmên xwe xwedî statuyeke sîyasî ne. Parlamentoyên wan hene. Û di heman demê de parlamenter hildibjêrin û dişênin parlamentoya Spanyayê ya li Madrîdê jî. Lêbelê hem katalanî û hem jî baskî ji statuya xwe ya heyî ne memnûn in. Ji ber ku her tişt di destê hukumeta navendiya Madridê de ye. Bi taybetî butçe û parastin di destê hukumeta Madrê de ye. Weke nimûne baskan li ser sê herêman parve kirine. Du herêman weke herêma baskan statuya otonomiyê daye û Navaraoyê nedane ser otonomiya baskan. Navaraoyê bi serê xwe kirine herêmeke otonom û li wir mafê baskan tune. Meseleya ETAyê jî ji xwe li ser vê herêma Navaraoyê ye. ETA dibêje heta Navarao nedin ser otonoma baskan û statuya otonomiyê baştir nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hukumeta Madrîdê naxwaze di satatuya heyî de ber bi başî û pêşketine ve guhertin çêbike. Dibêje heta ev ji serê we zêdtir e jî.

Di warê dewleta yekpare de Înglîstan jî nimûneyeke nû ye ku mirov dikarê lê binêre û kelk û wane (ders) jê bigire. Ji salên 1990î û şûn ve, bi têkoşîne gelên binecih yên îngîlîstanê û prensîbên Yekîtiya Ewropa dewleta Îngîlistanê mecbûr ma ku dev û dest ji polîtîka xwe ya înkar û asîmîlasyonê berde.  Îngîlîstan niha li herêmên Galler (Wales), Skoçya, Kornwal û Îrlandayê sîstema xweseriya demokratîk ava kir. Li van çar herêman parlamentoyên herêmî hene. Ji bo hînkirina ziman û çanda van gelan butçe amade dikin. Di her astî de perwerdeya zimanê dayikê dest pê kiriye. Ji bo parlamentoya Lomdrayê parlamenterên xwe hilbibjêrin û dişênin. Her ku diçe mafê xwe yên demokratîk û neteweyî berfireh dikin. Her xwesriyeke al û merşa xwe heye.

Perwerdeya bi zimanê dayikê
Îro li gelek welatên Ewropa û li welatên din ji bo zarokên binecih ên komên biçûk û zarokên penaberan mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hene. Perwerdeyeke weha li gelek welatan û pirî caran ne xwedî statuyeke fermî ne. Ji ber ku zarokên penaber an karker ên ku ji welatê xwe ji bo kar çûne li wan welatan bi cih bûne ne gelê binecih ên wan welat in, koçber in. Ji der ve hatine. Yên binecih jî helîyane an helandine û ziman û çanda xwe ji bîr kirine. Hinek binecihên van welatan li nav du çiyan, gaz û gedugan bi qasî çend malbat mane. UNESCO ew girtine bin karantiyayê ku ziman û çanda wan wenda nebe. Hinek kes dizanin an texmîn ku perwerdeya zimanê dayikê dikeve nav van statuyên jorîn ku me behsa wan kir. Jiyan rastiyê nîşan dide ku ne wekî zanîn û texmîna wan e. Perwerdeya zimanê zikmakî tiştekî weha ye ku dikare li derî statuya zimanê fermî bimîne. Swêd di vî warî de mînakeke berbiçav e. Li Swêdê ji bo zarokên koçber û penaberan mafê perwerdeyê heye, lê hezar mixabin statuya wê tune. Li Swêdê hersal ji bo zarokên koçber  bi 150 zimanî bêtir perwerde tê dayîn. Ji ber ku dê û bavên wan koçber in, perwerdeya wan bêstatu ye. Lêbelê ji derî van zarokên koçberan fîniyên li Swêdê, Yîdîşên Almanî yên li Swêdê, Laponî û Romanî ku ji sed salan bêtir in li Swêdê dijîn zimanê wan li Swêdê xwedî statuyeke fermî ne. Mafên perwerde û hîndekariya van mînorîtetan ji yên zarokên koçberan zêdetir e. Li gorî qanûnên Swêdê niha hejmara arebaxêv li Swêdê her ku diçe zêde dibe. Ku heta sed salan ev erebaxêv weke komî ziman û çanda xwe biparêzin sed sal bi şûn ve dê zimanê erebî jî li Swêdê bikeve nav van zimanên fermiyê ku me li jor navê wan da.

Li Tirkiyê hema hema her roj di her warê jiyanê de kurd û çareserkirina pirsa kurdî di rojevê de ye. Dewlet û hukumet ji ber pirsa kurdî sews û gêj bûne, lê bi vê sewsî û gêjiya xwe dixwazin vê pirsa kurdî bi îdeolojî û siyaseta xwe ya Îttîhat-Terakî ku armanc û bingeha wê li ser înkar û îmhaya kurdan hatiye avakirin bidomînin. Êdî ew jî roj bi roj têdigêhîn ku bi vê îdeolojî û polîtîka xwe nikarin têkoşîna kurdan bidin rawestandin. Çi dikin? Li çareseriyên xapandinê digerin. Li ser navê lêkolînên zanistî wezîfe û paye didin hinek dem û dezgehên xwe. Ji bo çareseriya pirsa kurd formulên weke “duzimanî, zimanê hilbijartî û dibistanên prîvat didin pêş.” Li Bakur gelê kurd neteweyeke kevn ê binecih e. Ji hezar salan ve ye ku li ser axa xwe dijî. Kurd ji der ve nehatine ser axa Kurdistanê. Tirk û gelek kêmneteweyên din ji der ve weke koçber hatine Kurdistan û Anatoliyê bi cih bûne. Nifûsa kurdan li Bakur îro nêzîkî 30 mîlyonî ye. Daxwaz û mafên wî yê siyasî li gorî dîrok, cagrafya û nifûsa xwe ye. Ev ji pîvaneke mafê her neteweyî ye. Çima ev ast û pîvana mafan ji bo kurdan jî nebe?  Mafê çarenûsî ji bo kurdan jî mafeke rewa ye. Statuya mafê çarenûsî li gorî merc û rewşa îro divê ji federasyon an ji xweseriyê kêmtir nebe. Dewlet hewl dide ku ji bo rojên pêş bi tenê li lîse û zanîngehan xwendevanên ku bixwazin bikaribin derseke bi kurdî jî hilbibjêrin. Dixwazin bi vê yekê bêjin “me mafê perwerdeyê jî da kurdan û ji xwe bi kurdî axaftin û nivîsandin jî ne qedexe ye…” Li gorî dewlet û mistek kurdên dewletçî ev jî şoreşeke mezin e. Dê bêjin, “pêwîst e ku kurd ji vê bêtir tiştekî din jî nexwazin.”

Dewlet ji niha ve ji bo van mafên biçûk dixwaze çavên kurdan girê bide weke ku li TRT6 û zanîngeha Artûkluyê dike ji bo rojên pêş hin qadroyên xwe yên din jî amade bike. Dewlet encax dikare xwe bixapîne, êdî kurd nayên xapandin. Kurd heta ku statuyeke siyasî bi dest nexin têkoşîna xwe ya demokratîk a rewa û mafdar dê geş û xurt bikin. Ya herî girîng kurd pêwîst e ku statuyeke sîyasî bi dest bidin û ne dewlet û kurdên dewletçî, kurdên têkoşer ku esil xwediyê dozê ne, bi salan ked, xwîn, xwêdan û jiyana xwe di riya vê dozê de dane, ew bibin xwedî û birêvebirê statuya xwe.

Amed Tîgrîs
Jêrenot: Metna axaftinê ya konferansa 03.03.2012an li Amedê

Çavkaniyên nivîskî
İmmanuel Wallerstein, Avrupa Evrenselçiliği iktidarın retoriği, Aram Yayınları-2007

Zekine Türker, Bask Meselesi

Nejat Ayaz, Katalonya (Dîrok Ziman Otonomî), Weşanên Aram

Amed Tîgrîs, Anadili eğitimi ve birden fazla resmi dil, APEc Yayınları, Stockhol-2009

Serdar Kaya, Taraf Gazetesi, 8 Ocak 2012

Meral Çiçek, Bask Gerçeği, Özgür Gündem Gazetesî 19,20,21 ve 22 Ocak 2012

Hasan Cemal, Kürt sorununa yeni bakış Barışa emanet olsun, Everst, Alfa Yayınları-2011

Broşûra Eğitim-Senê

Disa, Perwerdehiya dînamîk a pirzimanî û pirzaravahî li ser bingehê zimanê zikmakî, Modelên ku dibe bên bikaranîn di perwerdehiya xwendekarên kurd de

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse