Cudabûna zimanê min ê devkî û nivîskî

Zimanê min ê devkî gelek bi pîvan û nerm e. Berî ku ez bipeyivim dihizirim, peyvan hildibjêrim, bi pîvan û tixûb dipeyivim. Ez hewl didim ku kesên li hember xwe neêşînim, dilê wan ji xwe nehêlim an jî sar nekim û dostanî germ a navbera xwe û yên li hember xwe xerab nekim. Ev helwesteke baş e û ez dibêjim, ez di vî warî de serketî me. Ji ber ku kesên ku li gel min sohbet dikin, bi piranî dilşad dibin û herweha dostaniya me bi awayekî germ û baş dom dike. Ev jî encamê axaftina min a devkî diyar dike. Lê zimanê min ê nivîskî ne weha wekî yê devkî ye.

Çawa?

Belê zimanê min ê nivîskî hineke tûj e û dilşikest e. Dema ez dinivîsîm bi taybetî dema ez rexne li kesek an jî li berhemek dikim, zimanekî tûj bi kar tînim. Di vî warî de gelek caran gelek hevalên min bala min kişînin û heta rexne li min dikin. Bi kurtî dibêjin:

Dema tu dinivîsî pir tûj, êrîşkar û bêtolerans î…

Gelo sedemê duhelwestiya min ango cudabûna zimanê min ê devkî û nivîskî çi ne?

Ez bîstek di vê mijarê de hûr hûr, kûr kûr hizirîm, Ev hela rast dibêjin. Ku rast dibêjin gelo sedem çi ye an jî çi ne?

Li gor xwe min çend sedem dîtin. Ji wan yek, kevneşopiya rexneya siyasetê ye. Di siayasetê de rexne tûj û bêtixûb in. Ev 30 sal in ku min siyaseta aktîv berdaye û bi kar û barên çand û wêje ve daketime, lê mixabin weha xuya dike ku min xwe hîn bi giştî ji bin bandora siyasetê ya tûj û êrîşkar rizgar nekiriye. Siya wê hîn jî li ser min maye an jî ez di bin bandora siya rexneya siyasî de mame.

Sedema duyem, dema mirov dinivîse li hember mirov kes tune ne û mirov bi tenha serê xwe ye. Ji ber vê yekê, mirov kesekî nabîne û bêpîvan û tixûb dihizire û dinivîse. Ango li hilbijartina peyv û termîlojiyan dîqet nake, çawa dizire, weha dinivîse. Her çiqas mirov carnan  li ser hilbijartina peyvan raweste, biguhêre jî dîsa ne wekî ya devkî kes li hember mirov tune û ev psîkolojiya nepenî an jî tenhayî bandora xwe li ser nivîsê dike.

Sedema sêyam jî bandora karakterê herêmî heye. Ev bûyereke sosyolojîk e. Herêmên cografîk li ser karakterê mirovan bandor dikin. Karakterê herêma ku ez lê bûm û mezin bûm li ser min heye. Licê herêmeke çiyayî ye û xwedî karaktereke sert, serhildêr û tûj e. Rasterast dipeyivin û nizanin çiv mivan bidin xwe. Ev karakterê herêmî carnan xweş e, lê qaba û qebedayîtî tu carî ne xweş û baş e. Ez her tim dixwazim xwe jê dûr bixim, lê ne cil e ku mirov bêje ez ji xwe dikim û davêjim. Demeke dûr û dîrêj dixwaze, temenê mirov ji vê re têrnake, divê gelek nifş derbas bibin.

Lê çi dibe bila bibe, tûjbûna zimanê min ê nivîskî ne ji zikreşî û kumreşiye ye, ji dilovanî û baweriya min e. Ez weha bawer dikim, têdigêhêm û dinivîsim. Li hember tu kom û kesî ne xwedî rik im.

Gelo ez çi qas qebe, pozbilind an jî çi qas  nazik, nazenîn û kubar im?

Fermo hûn bêjin!

Amed Tîgrîs

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse