Çîroka Sumerî : Ask û kûçik

Heta çend sal berî niha dihat gotin ku cara yekem Ezopê Yewnanî çîrokên  heywanan (fabilan) nivîsiye. Arkeologan di van salên dawî de, bi lêkolînên xwe yên hêja derxistin holê ku na, cara pêşî Sumeriyan fabil nivîsîne û di vî warî de gelek çîrokên kurt ji ser tabletan xwendine û kirine tekst. Ne bi tenê çîrok, herweha Sumriyan cara pêşî gotinên pêşiyan (bav û kalan) jî li ser ax û keviran nivisîne.

Çend sal berî niha dema ku ez li ser gotinên pêşîyan dixwebitîm, min da peyî çavkaniyan ka cara yekem kê û li ku gotinên pêşiyan nivîsîne. Ez çûm Tewratê ku bi navê Solomon kesekî  beşek di Tewratê de gotinên pêşiyan kom kiriye. Solomon Silêman pêxember e. Belê Silêman pêxember  jî di Tewratê de destnîşan kiriye ku koka gotinên pêşiyan ji Mezopotamyayê tê û wî jî ji wan girtiye. Niha baş diyar bûye ku li Mezopotamyayê jî cara pêşî Sumeran li ser tabletan nivîsîne.  Di gelek mijaran de Babîlî û Akadiyan tiştên teknîkî, civakî, edebî, olî û hwd. jî ji Sumeriyan girtine û negotine me ji wan girtiye; heta ku di van salên dawî de arkeologan derxistin holê ku serê vî karî diçe digîhêje dema Sumeran. Bi vê yekê re dîroka mirovahiyê û taybetî ya civak û çandê  ji binî ve hat guhertin.

Ez niha ji wan çîrokên Sumeriyan ku arkeologan bi dest xistiye yek jê li jêr dinivîsim:

“… Rojek ji rojan kûçikekî şemûz û devlixwekirî berdide askeke (xezaleke) xweşik û dixwaze ew bigire. Ask heta jê tê direve û kûçik jî bi xwe bawer û heta hêza wî  heye ji para  ve berdide du û dixwaze  ew demeke zûtir bigire. Herdu hevdu ser û bin dikin, dibin û tînin. Dê gidî de, kîçik dike nake, nikare çeq bi askê bixe û bigire. Her ku diçe ask mesafa navbera xwe û kûçik zêde dike. Qûş lî kûçik diqetîne. Ask demeke vedigere peyê xwe, dibîne ku kûçik westiye, ziman ji dev derketiye û gelek li paş maye, lê hîn jî hewl dide ku li peyî wê were. Ask deng li kûçik dike û dibêje:

“Kuçiko li peyî min newe, tu werî jî bila heq têyî û tu tucarî nikarî min bigirî. Bi aqil be û xwe newestîne!”

Kûçik bi helke helk dibêje:

” Çima ez nikarim te bigrim?”

Ask  li kûçik vedigerîne:

“Ji ber ku ez ji bo can û ruhê xwe rizgar bikim, dibezim, lê tu ji bo efendiyê xwe  dibezî. Loma tu nikarî min bigirî.”

A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse