Etîmolojiya peyva dîrok û mêjû

Gitona “dîrok” di zimanê kurdî de ne xwedî temenke dûr û dirêj e. Di zimanê axaftinê de nehatiye bi karanîn. Herweha di zimanê nivîsê de jî mirov di van 70-80 salên dawî de rastî gotina “dîrokê” tê. Di şûna gotina “dîroka” îroyîn de her gotina tarîx hatiye bikaranîn.
Weke tê zanîn tarîx gotineke bi erebî ye, lê ketiye nav zimanê kurdî. Ne bi tenê ketiye nav zimanê kurdî, herweha, ketiye zimanê farisî, darî, belucî, suryanî, ezerî, tirkî û gelek zimanên din. Di zimanê kurdî yê nivîskî di şûna gotina tarîxa de îroyî de kurd du peyvên  cuda bi kar tînin:
Dîrok û mêjû.


Di zaravayê kurmancî de “dîrok” û di zaravayê soranî de jî gotina “mêjû”  bi kar tînin. Di zaravayê kirmanckî (zazakî) de jî her weke berê gotina “tarîx” her berdewam e. Yanî zaza ne gotina “dîrok” û ne jî gotina “mêjû” di şûna gotina tarîxê de bi kar nayînin.

Gelek zimanzan û nivîskarên soranîaxêv dinivîsin ku gotina “mêjû” ji gotina “ji mêj ve” tê. Ji mêj ve yanî ji dûr ve, ji berê ve an jî ji kevn ve. Ji gotina “ji mêj ve” gotina mêjû hatiye afirandin an jî çêkirin. Ma wê demê dîrok çi ye û ew ji kîjan gotin an jî ji koka kîjan gotinê hatine afirandin?

Di zimanê kurdî de tîpa “î” û ya “û”  li gorî devokên herêman tên veguhertin. “î” şûna “û” yê digire. Bi taybetî li herêmên weke Cizîrê û Badînan bi awayekî gelemperî di şûna tîpa “û” de tîpa “î” bi kar tînin. Wek nimûne; ji  bûkê re dibêjin “bîk”. Ji gotina “dûr” re dibêjin “dîr“. Ji  ”şûr” re dibêjin “şîr“.  Ji “serxwebûnê” re dibêjin “serxebîn“. Herweha gotina dîrok jî, ji gotina “dûr” tê. Yanî ji gotina “r” hatiye afirandin, lê di formê bahdînî û cizîrîyan de ketîye nav zimanê kurdî û êdî di wê formê de hatiye pejrandin û di ferhenga kurdî de cihê xwe girtiye.
Amed Tîgrîs

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse