Boykotkirina perwerdeya bi tirkî

 

Îro li Kurdistanê boykota dibistanan dest pê kir. Ji ber ku îro (19.09.2011) li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê dibistan vebûn û perwerdeya sala 2011-2012an dest pê kir. Dê û bavên kurd jî ji ber ku perwerde bi tirkî ye û kurdî qedexe ye, zarokên xwe naşînin dibistanên tirkî û bi xwe jî li gelek bajaran dest bi çalakiyên protestotiyî kirin. Meş û mîtîngan li dar dixin.

Îro saet di 12.00an bi sedan kes li Amedê li taxa Ofîsê li pêşiya avahiya Mêvanxanê kom bûn û heta daîreya Wilayetê ya Perwerdeyê meşeke mezin li dar xistin. Bi durişmeyên ‘zimanê me rûmeta me ye. Bêziman jiyan nabe’’ meşiyan. Li ber deriyê bexçeyê Mudûriyeta Wilayetê polîs parîkat danî. Meşvan li durûşmeyan sor bûn û dengên xwe bilind kirin û qîrîn.

Piştî demeke polîs vekişiya û meşvan ketin hundırê bexçeyê mudûriyeta perwerdeyê. Li ser derenceyên mudûriyetê nûnerên TZP-Kurdî û komeleya Mamosteyan Keskê bi kurdî qedexekirina perwerdeya kurdî şermezar kirin. Daxwaz kirin ku liKurdistanê perwerde bi kurdî be. Perwerdeya bi zimanê tirkî naxwazin. Peymanên navnetewî bi bir xistin. ‘Gotin em vê rewşê protesto dikin û em zarokên xwe heta hefteya pêşme naşînın dibistanê.’

Wek tê zanîn û bîranîn par jî roja ku dibistan vebûbûn, li Amed û li gelek bajarên din bi heman şêwe jî perwerdeya bi tirkî hatibûn proteso kirin.

A. Tîgrîs /Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse