Biryara dadgeha Bremenê: Pêwîst e ku şagirdên misilman ên keç herin dersa avjeniyê

Dadgeha îdarî ya bilind ya Bremenê, daxwaznameya bavekî misilman ê di cotmeha sala derbasbûyî de serî lê xistibû û ji ber sedemên olî, miafgirtina qîza xwe ji dersa avjêniyê, xwestibû, red kir.

 Bavê keça nehsalî, di serîlêdana xwe de wek sedem diyar kiribû, ku li gorî Quranê keç di heştûnîv saliya xwe de digihîje bîreweriya xwe ya olî. Ji ber vê sedemê, di vî temenî de, li ser keça wî ferz e, ku ew ji lingan heta destan û serî, tevahiya bedena xwe, ji mêr û ciwanên biyanî binixwîmîne. Herwiha wî daxwaz kiribû, ku derfet were dayin ku keça wî bikincekî taybetî kêrhatî yê mîna burka karibe tevlî dersa werzîşê bibe û ji beşdarbûna dersa avjêniyê jî miaf were girtin.

 Bavê mijara gotinê, berê serî li rêveberiya dibistanê, di pey re li Senatora Perwerde, Zanist û Tenduristiyê ya Bremenê û di pey re jî, serî li Dadgeha Îdarî ya Bremenê dabû.  Heman tişt xwestibû û wan jî red kiribû. Piştî vê yekê wî serî li Dadgeha Bilind ya Îdarî ya Bremenê dabû.

Dadgeha Bilind jî daxwaziya xwediyê daxwaznameyê bi van sedeman red kir:
„Li gor qanûnçêker, gihiştina bîreweriya olî 12. û herwiha 14. sala temen e. Şagirda miafgirtina wê ji dersa avjêniyê tê daxwazkirin, zelal diyar e, ku di bin vî temenî de ye. Ji ber vê yekê sedemên olî yên di daxwaznameyê de hatine diyarkirin têrker nayên dîtin.

 Herwiha dadgeh di biryara xwe de, nirxekî bilind dide xwegihandina armacên pedagojiyê yên dersên avjênî û werzîşê bi awayê giştî ango tevlî. Ji xeynê wê, ev dersên avjênî û werzîşê yên giştî, ji bo avakirina rêzikên bingehîn yên civakê û herwiha ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran xizimetê dikin.

Mamoste Emîn Akbaş /Almanya

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse