Birayên Grîmm û çîroka ‘gur û heft karik’

Birayên Grîmm, Jakob Grîmm (1785) û Wîlhelm Grîmm (1786) li Hanauya Hessenê, li Almanyayê ji dayik dibin. Lîseyê li Kasselê diqedînin û li zanîngeha Malburgê dest bi xwendina huqûqê dikin. Lê piştî demekê dev ji huqûqê ber didin û dest bi xwendina zimanzanî, germanzanî, dîroka serdem a navîn û etnografyayê dikin. Demekê li pirtûkxanyê mîna karmend kar dikin û di dawiyê de li zanîngehê dibin profesor.

 Her çendî birayên Grîmm xwedan kariyeke akademîkî ne jî lê bêhtir bi xebatên xwe yên li çîrokan tên nasîn. Ew pir digerin, li seranserê Almanyayê digerin li pey çîrokbêjan, çi kal, çi pîr û çi ciwan guhdarî dikin û dinivîsin. Di sala 1806an de dest bi berhevkirina çîrokan dikin. Berga yekê ya vê xebatê bi navê “Zarok û çîrokên gelêrî” ji 86 çîrokan pêkhatî di sala 1812an de derdikeve. Berga duyem ji 70 çîrokan pêkhatî di sala 1815an de derdikeve.

Birayên Grîmm li ser van çîrokan dexebitin, dixemilînin û li gor şert û mercên demê hin guhartinan têde dikin. Bi vî awayî deraxa çîrokan a wêjeyî bilind dikin, ji ber vê serketinê jî çîrok li gelek zimanan, ji heştêyê bêhtir, têne wergerandin.

Gelek ji van çîrokan bûne fîlmên kartonî li televîzyonên gelek weletan hatine nimandin. Çîrok ji nivîskaran navdartir bûne.

Li gel rexneyên erênî, rexneyên mîna jinavêberjêrtir û nijadperestiyê jî li wan hatine kirin. Nazîstan jî ev çîrok ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar anîne.

 Di çîrokên kurdî de jî, karakterên gur, bizin û karik hene û gelek in. Çîrokên li ser van karakteran hatine avakirin pir in. Çîrokeka kurdî pir nêzîkê vê versiyonê min guhdarî kiribû. Dema min ev çîroka han xwend, ez fikirîm gelo du zimanên cihê, du çandên cihê çawan dikarin çîrokên welê nêzîkê hev biafirînin.

Rast e, birayên Grîmm pir geriyane lê nehatine Kurdistanê. Kurd jî di wan salan de mîna niha nikaribûn bi hêsanî herin Almanyayê. Paşê ez rastî bersivekê hatim. Ew çîrokên ku birayên Grîmm berhev kirine, hin ji wan di  demên cihê de bi riyên cur bi cur hatine Almanyayê. Ango ew çîrok ne bi tenê çîrokên almanî ne, çîrokên cîhanî ne.

 GUR Û HEFT KARIK

 Hebû tune bû, bizinek û heft karikên wê yên biçûk hebûn. Çawan dê û bav li ser zarokên xwe dilerizin û li wan miqatebe dibin, ew jî her wisan li karikên xwe miqate dibûn. Rojekê diviya here daristanê ji bo çêreyê. Berî ku here gazî karikên xwe kir û got:

- Divê ez herim daristanê. Heta ez vegerim divê hûn li xwe baş miqate bin û ji wî gurî biparêzin. Heke ew were hundir dê we hemiyan bixwe. Ew fêlbaz dê bixwaze we bixapîne. Lê hûn dê wî tavil binasin. Ji dengê wî yê stûr û pencên wî yên reş.

- Karikan got: Em dê li xwe miqate bin. Tu ji bo me xeman nexwe. Tu here.

Û her wisan bizin bi dilekî aram da ser riya xwe û çû.

 Pir di ser re neçû yekî li deerî da û bang kir:

- Derî vekin karikên min ên delal! Ez diya we me. Min ji we re tiştekî pir xweş aniye.

Lê karikan dengê gurî yê stûr nasîn.

- Karikan bersiv da: Em derî venakirn. Ji ber ku tu ne diya me yî. Dengê wê zirav û nerm e. Dengê te stûr e. Tu gur î!

Gurî bazda çû dikanê qalibek tebeşîr kirî û xwar. Dengê wî êdî mîna berê ne stûr bû. Bi lez û bez vegeriya û dîsan li derî da.

- Derî vekin karikên delal! Ez diya we me. Min tiştekî pir xweş ji we re aniye.

Lê gurî penca xwe ya reş û mezin di pencerê re dirêj kiribû.

Karikan ev yeka han dît û bang kirin:

- Em venakin. Pencên reş ên diya me tune ne. Tu gur î.

Gurî lezand, çû ba nanpêj got:

- Min ev penca xwe piçek êşand, tu dikarî ji kerema xwe re hinek ard bidî ser?

Nanpêj bi ya wî kir. Piştre gurî bazda ba qeraş (aşvan) û got:

- Hinek arvan li penca min bike!

Qeraşî welê bawer kir ku gur wî dixapîne. Loma jî got, na. Hingê gur bi ser wî de qêriya:

- Heke tu bi ya min nekî ez dê te bixwim!

Qeraş tirsiya û bi ya wî kir. Êdî penca gur spî bû.

Gur cara sisiyan hat ber derî, lê da û got:

- Derî vekin karikên delal! Diya we dîsan vegeriya malê. Min tiştekî pir xweş ji we re ji daristanê aniye. Karikan bersiv da:

- Pêşî penca xwe binimîne me, da em bizanin ku tu diya me yî.

Gurî penca xwe di pencereyê re dirêj kir. Karikan dît ku penc spî ye, welê bawer kirin ku tiştên gurî gotî , rast in û derî vekirin. Lê yê ku ket hundir gur bû!

Karikên bizdiyayî reviyan û xwe veşartin. Yek ket binê maseyê. Yeka din xwe di nav livinan de veşart. A sisiyan ket nav kuçikê, ya çaran çû metbexê, ya pêncan ket dolabê, ya şeşan ket binê teştê û ya heftan jî ket dolaba saetê.

Wî ew yek bi yek dîtin û daqurtandin. Karik di hûrê wî de wenda bûn.

Bi tenê karika herî biçûk rizgar bûbû. Ya ku xwe di dolaba saetê de veşartibû. Gurî ew nedîtibû. Gur têr bûbû. Berê xwe da der û çû di binê darekê de ket xeweke giran.

Pir neçû bizin ji daristanê vegeriya, hat malê. Çi bibîne! Derî li ser piştê vekirî bû, mal serî li binî ketibû. Mase û kursî qelibî bûn, teşt şikiyabû, livîn li erdê belav bûbûn. Ew li karikên xwe geriya. Lê ew nedîtin.Wê yek bi yek bi navê wan bang kir. Lê tu yekê bersiv neda.

Di dawiyê de, dema navê ya biçûk bang kir, dengek tirsiyayî bersiv da:

- Ez di dolaba saetê de me!

Bizinê karika xwe ji dolabê derxist. Karikê ji diya xwe re got ku gur ketiye hundir û karikên din xwarine.Bizin pir xemgîn bû û li ser karikên xwe giriya.

Di wê şîn û giriyê de ew çû derve karika biçûk jî da dû. Wan dît ku gurî xwe li binê darî dirêj kiriye û razaya. Ji ber xirexira wî guliyên darê dihejiyan. Bizinê ji hemî aliyan ve bi baldarî li gurî nihêrî. Dît ku tiştekî di zikê grur ê qelew de  xwe dilivîne.

- Axînek kişand û got, dibe ku karikên min ên reben hîn li jiyanê bin!

Karika xwe ya biçûk şand malê da meqes, ta û derzî bîne.Piştre bizinê zikê gurî qelaşt. Tavilê karikekê serê xwe derxist. Piştî ku zikê gurî baş çirand, her şeş karikan xwe avêtin derve. Yey li pey a din. Hemî jî li jiyanê bûn û tu birîn jî li wan tune bûn. Gurê birçî ew daqurtandibûn.

Çi dilxweşiyek mezin! Karikan li dora diya xwe govend gerandin. Ji şadî û bextiyariyê êdî nizanibûn çi bikin.

 Bizinê got: – Bilezînin kevirên mezin berhev bikin. Em zikê gurî bi keviran dagirin berî ku ji xew şiyar bibe.

Karikan bi lez û bez kevir berhev kirin. Heta ji wan hat zikê gurî bi keviran tije kirin. Paşê bizinê zikê gurî dirût bê ku haya wî jê hebe. Dema şiyar bû ji ber kevirên di zikê wî de, pir tî bûbû. Rabû ji bo ku here ser bîrê.

Lê çawan xwe livand kevirên di zikê wî de li hev ketin û qêrînek jê çû:

- Heywaz zikê min! Tu dibêjî qey ev zik bi keviran hatiye dagirtin ne bi karikan!

Gur hat ser bîrê û xwe çemand da avê vexwe. Ji ber giraniya keviran ket bîrê û tê de xeniqî.

Karik êdî neditirsiyan ku dê gur wan bixwe. Ji dilxweşiyê li dora bîrê bi diya xwe re govend digerandin û distrîn:

- Gur mir! Gur mir!

 Werger: Robîn Rewşen

 Çavkanî:

1. Den stora sagoboken, Grimm. Opal 1979

2. Alex ferhenga nivîskaran a dîjîtal.

3. Wikipedia. Org.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse