Bîranîna Cemîle Seyda û 17 hevalên wî

Cemîlê Seyda di dema şerê Şêx Seîd de serleşkerê bereyê (cepheyê) Derê Mêrdînê bû. Pîştî şikestina şer gelek serhildêr bi qasî salek du salan xwe li çiyayên herêma Licê û Darahênê digirin û cih bi cih li hember dewletê şer kirin. Lê di dawî de bêçare dimînin û dadikevin Binxetê ango Suriyê[1]. Wê demê hîn dewleta Suriyê tune û Suriyê di bin destê Fransayê de ye. Ji wan çekdarên berxwedêr yek jî Cemîlê Seyda bû. Cemîlê Seyda ji Licê ji mala Seyda bû.

Di sala 1937an de di dema serhildana Dersimê de rêxistine Hoybûn li Suriyê biryar digire ku alîkariyê bide gelê xwe yê Dêrsimê. Xoybûn ji 20 kesên tîmeke çekdar dişêna Bakur ku ew herîn herêma Dêrsimê. Ev tîma taybetî hemû mirovên pispor û çelengên şer in. Çendek ji wan di artêşa osmanî de fermandar bûn. Ev tîm  di  meha tîrmeha 1937 an de ji Binxetê derdikeve Serxetê. Bi roj xwe vedişêrin û bi şev dikevin rê û dom dikin.  Di 20ê tîrmehê digehîn deşta Bismilê ku nêzîkî Amedê ye. Li wir di nav zeviyên genim de xwe vedişêrin û dikevin xew. Di dema xew û bînvedanê de bi rorê kesek nobetê digire.

Bi navê Yuzbaşî Ziya jî kesekî di nav wan de heye ku ew bi eslê xwe Dêrsimî ye. Hoybûn bi xwe çend caran hay jê heye ku ev mirov ajanê dewletê ye û dewletê ew bizanebûn kiriye nava wan. Di xwazin Yuzbaşê Ziya jî ligel wan here lê dema ew deam ku derbasî aliyê Bakur bûn ew bikujin an bêtesîr bikin. Lê Yuzbaşî Ziya ji wan zûtir tevdigere. Dema li Bismilê dora nobeta Yuzbaşî Ziya tê û hemû hevalên wî dikevin xewa şîrîn, ew diçe qereqela Sînanê ku li ser Bismilê ye û gilya hevalên xwe dike. Ez esker der û dor li zeviya genim digirin. Ji Amedê, Mêrdînê, Sêrt û der û dorê esker tînin. Di navbera wan de şerekî dijwar derdikeve. Şer çar şev û çar roj dom dike. Gelek asker tên kuştin. Di dawiyê dewlet dinêre ku bi wan re bi serî dernakevin, agir berdidin zeviya genim. Ji wan 3 kes ji nav agir û esker derdikevin û bi paş ve xwe digînin Binxetê û 17 kes di nav zeviya genim de tên şewitandin. Ji wan 17 kesan  6 kes Licî ne.  Em van 17 şehidên xwe yên Qehreman bi bîr tînin.
Lîste û nasnameya wan 17 kesên ku di zeviya genim de hatine şewitandin weha ne.

1 – Şêx Evdilrehîm

2- Cemîlê Seyda (ji Licê)

3- Hecî Teyîb (ji Licê)

4- Xalidê Şerîf (ji Licê)

5- Evdilsamed (Licê ji gundê Tilê)

6- Mihemedê Xatê (Licê ji gundê Markê)

7- Mele Evdila (ji Licê)

8- Şêx Misbeh (ji deşta Silîvanê)

9- Hesen Aga (ji Paloyê)

10- Seyîdxan (ji Mûşê)

11 – Sihledînê lawê Seyîdxan

12- Yuzbaşî Huseyîn Begê Stewrê

13- Yuzbaşî Elî Begê Sawirî

14- Yuzbaşî Mustafa (nediyar e ji ku ye)

15- Hilmî Beg (ji Mûşê)

16- Silê Salikî (ji Mêrdînê)

17 – Şoreşê Baxistanî (Ewênana Mêrdînê)



[1]  Kurdên  Bakur ji Suriyê re  ”Binxet” dibêjin. Ji ber ku di dema Fransiyan de, di navbera Tirkiye û Suriyê de xeta trênê  hatiye çêkirin.  Ev xeta trênê ji Hetayê tê, di Nisêbînê re derbas dibe û heta Mûsilê diçe. Kurdên  Başûrê Rojava jî, ji aliyê Bakur re ”Serxet” dibêjin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse