Belavoka dîrokî: Komîta Mekezî ya Îstîhlas û Îstîklal a Kurdistanê

Îro (24.03.13) di rojnameya  Haber Türkê de,  Murat Bardakçı  belavokeka  dîrokî  belav kir. Li bin vê belavokê navê Komîta Mekezî ya Îstîhlas û Îstîklal a Kurdistanê heye.  Belavok bi orjînala xwe bi tîbên erebî ye. Lê tarîxa belavokê tune. Ev jî diyar dike ku ev belavok berî alfabe guhertina tirkan hatiye nivîsandin. Tirkan di sala 1928an de alfabeya xwe guhertine. Ji ber ku  di belavokê de“Şêx Seîdê nemir” nivîsiye, ev jî diyar dike ku piştî şerê Şêx Seîd hatiye nivîsandin. Û destnîşan dike ku hîn şer bi temamî ranewstiya ye û cih bi cih dom dike. Dibe ku ev belavok di sala 1926 an 1927an de were nivîsandin. Min belavokê ji tirkî wergerand kurdî.

Amed Tîgrîs

“Bîsmilahîrahmanîrahîm

Ey miletê kurd ê qehreman, rihê bav û kalên me yên pîroz ku di riya dinyayê de şehîd ketine, ji bo namûsa xwe canê xwe dane û ji bo eşîretên xwe xwîn rêtine, li ezmanan li me dinêrin.

Kitêba emanet û yadîgara Xwedê û yên ku li Anqerê şerîeta Muhammed alleyselam ji navê rakirine, ji Îslametê derketine li hember wan û memûrên hukumetê, bav-kalên me yên şehîd dixwazin bibînin ka hûn ê çi bikin.  Li gorî edetên me yên netewî di nav livînan de mirin bêşerefi ye, ew dixwazin bizanibin ka hûn ji van edetên me re çiqas sadiq in. Ji bo namûsa netewî û pîrozbahiya dînî yên ku destavêtine tufengê û şer dikin bi teqdîr tên qebûlkirin û yên ku ji bo parastina canê xwe rextê xwe ji pişta xwe vekirine û  tufenga xwe teslîmê tirk bikin, jina xwe cebren berdin, ji eşîret û miletê wî keçikan bigirin û bibin kerxanê û ji vê re riza nîşan bidin, kesên ku niha derketibin derî sînor jî, bi paş ve venegerin û neye hawariya gelê xwe bêhesiyet, xwînheram û şîrheram in.

Ji wan re dibêjin ku:

Xencerên ku we ji ber pişta xwe derxistine, bidin jinên xwe yên berdayî, tifungên ku we ji dest daye bidin keçên xwe yên ku kirine kerxanê, bidin ku we wekî mêran nikaribû namûsa xwe biparêzin… Şarik û melhefên wan jinan bavêjin serê xwe. Bigirîn, hûn ê bibînin ku ew çawa namûs û dînê xwe rizgar bikin!..

Tirs berî mirinê nagirê. Heta ecelê mirov neyê, mirov namire. Yên ku Xwedê yek û Muhammed aleyweselam peyxember dinasin, ji suyê “av” û ji ekmekê re “nan” dibêjin  biryar dane ku hukumeta Anqerê îmha bikin.

Bela û felaket weke siya mirov in. Hûn ciqas bireve li pêy we tên. Di destê we de tufeng û di çokê we de hêz heye, weke keriyên miyan ku dibin mezbehê serê xwe ji kêrê re dirêj nekin!.. Li benda ecelê xwe nesekinin!..

Ev helwest ne layiqê şan û şerefa miletê we ye. Kirinên ku li serê welatî û dîndaran dikin li ber çavên we ne. Îro dora wan e û sibê jî dora we ye. Di dema serhildana şehîdê nemir Şêx Seîd de, Axayên wekî Cemîlê Çeto, Emînê Ramanî, Hacoyê Mîdyatî, Resûl Zilyanî û Huseyn Paşayê Heyderanî û gelek ên din, piştre muameleyên ku anîn serê wan li meydanê ye. Ji wan îbret bigirên. Ji hukumeta Tirk a îro re bêdengbûn, îtîatkirin yan jî alîkarî kirin fêde nake!.. Pêwîst e ku hûn xwe ji taqîb û zilma hukumetê rizgar bikin. Çareya rizgariyê desthildana çek e. Hîn li gelek ciyan şerê dijwar dom dike. Hukumet vê şer û berxedanê ji we vedişêre. Qet nesekinin, bi hevdu re têkilî dayînin. Eskerên herêma xwe dîl bigirin. Bi hawarî û alîkariya birayê xwe yên kurd ên ku wekî şêran şer dikin, bigehîn. Bi mehan e ku Lazistan di nav agir û xwînê de ye. Neferên tirk ên dîndar, gule navêjin birayê xwe û teslîm dibin.

Xelkê tirk ên dîndar bi dilê xwe bi we re ne. Kesên ku li Anqerê desthilatdariyê girtine destê xwe li dijî îmhanaya kurdan dixebitin. Ev  dixwazin têkoşîna me kurdan berevajî bikin û gelê Anatoliyê bixapînin. Naxwazin qebûl bikin ku şerê neteweyeke mafdar û rewa  tim bi serdikeve. Top, tufeng û muhîmatên ku hûn ji destê tirkan bigirin têrî we dike.Muhammed  sallahu aleyweselam alîkarê me, Allah Celle Cellal bi me re ne û em qat bi qat ji hukumetê xurtir in. Hemû dinya bi vê yekî dizane. Ji xefletê rizgar bin, şiyar bin. Dest bidin hev, dema hûn yek bin, dê gelek kes beşdarî nav hêzên we bibin. Hûn dê gelek mirovên muqtedîr û manûskar bibînin. Dema hûn Îslama muqades, rihê pêxember, heq û rûhê milî qezenc bikin rihê ecdadê we yê Medî şad dibe û îspat dikin neviyên wan ên sadiq û layiq in.

Komîteya Îstîhlas û Îttîhad a Anatolî û Kurdistanê.

Komîteya Îstîhlas û Îttîhada Kurd van biryarên jêrîn girtiye:

  1. Komîteya Kurdistanê ne alet û destikê tu dewletî ye. Armanca wê bidestxistina mafê netewî ye. Ev jî:

a)      Hidûdê  milî divê were diyarkirin. Di kar û xizmetên hundirîn de heyeteke xwe yê birêvebiryê hebe.

b)      Di nav sînorê milî de zimanê kurdî fermî were qebûlkirin.

c)      Memûr ên xwe bin.

d)     Rêxistina jandarman aîdê kurdan bin û bi mebûrên kurd ve girêdayîbin.

e)      Esker û seresker di nav yek artêşeke de, lê her kes bi ziman û çanda xwe perwerde bibin.

2. Heta em negehîn armanc û daxwazên xwe şer berdewam e. Mesûlê xwînrijandin û zerara hundir û der hukumeta Enqerê ye.

3. Komîte ji bo muzakereyan her dem û li her cihî amade ye.

4. Xwîn çi qas zêde were rêtin, şertên kurdan jî li gorî wê girantir dibe.

 

Komîta Mekezî ya Îstîhlas û Îstîklal a Kurdistanê”

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse