Bawermendekî ataîst: Pär Lagerkvist

……………………………

Ger tu ji xwedê bawer dikî û tu xwedê tunebe,

Hingê dîsa jî bawrîya te mucîzeyeke mezin e.

Wê demê ew tiştekî derîaqilan mezin e.

 Ji helbesta Zanyariyûsê Kal (1)

Di vê nivîsa xwe de em dê bidin ser şopa nivîskar, helbestvan, şanoger û têkoşerê mêrxasê li dij faşîzm ê Per Lagerkvist.

Di payîza 2011 de berhema wî ya bi nav û deng, dema Aftonland (Warê Êvarê ) bi kurdî ket destê min ez gelek pê şa bûm. Helbestvan, nivîskarê kurd Serkan Brûsk bi wergerek ciwan, sade Aftonland a Lagerkvist wergerandibû kurdî. Bi kurdî nivîskar di dilê min de xweşiktir bû. Û ez ketim nava hin pirsan. Li bersîvên van pirsên jêrîn gerîyam.

Per Lagerkvisk kî ye?

Çawa jîya ye?

Dema ku tê de jîya ye, bûyer û pêşerojê çawan nirxandiye.?

Li dij bûyerên civakî û sosîyal tewrê wî çawan bû ye?

Çi nivîsîye? hws. Pirs , pirs û pirs.

Bi kurtahî, Lagerkvîst nivîskarek zimansade, mirovek mêrxas û Yezdan nenasek bi îman e. Di wêjeya swêd de bi berhemên xwe rêçên nû yên modern vekirî ye. Gerokek, têkoşerek û pirs afirandarek pir zîrek e.

Lagerkvîst di sala 1891 an de li bajarokê Växjö yê li Swêd hatiye dinya yê.  Bavê wî Anders Lagerkvist karkerê rêya hesin, di stasyonek biçûk de xebatkarek bû ye. Ew heft xuşk û bira nin.  Per yê herî biçûk e.

Ew dibistana lîseyê li bajarê Växjö yê temam dike.  Di lîseyê de dest bi nivisînê dike. Di lîseyê de teorîya darvînîzim û felsefeya sosyalîzmê tesîrek mezin li ser hizir û kesayetiya wî dikin.

Piştî lîseyê li bajarê Upsalayê dest bi xwendina unîversîteyê beşa edebîyatê dike. Li wir salek dixwîne. Di sala 1910 de dev ji xwendinê ber dide û diçe Fransayê li Parîsê bi cîh dibe.

Jiyana Parîsê li ser wî tesîrek giran biha dike. Li parîsê di bin tesîra kubîzma Picasso û Mattis de dimîne. Di bin tesîra kubîzmê de nivîsan dinivîse. Nivîsên wî yên bi navên hunera peyvê û hunera wêne gelek dagirtî ne. Di sala 1913 de de berhema wî ya bi navê Tirsê ya helbestan tê ye weşandin. Ev berhem di jîyana wêjeya swêd de rêya modenîzmê vedike. Bandorek mezin li ser helbestvanan dike.

Di sala 1912 de berhema bi navê Mirov, 1913 de Tirs û Du Çîrokên li ser jînê dinivîse. Lagerkvîst berhemdar e, gerok e, li dij xizanîya xwe têkoşer e.  Nesekan e. Dinivîse, dixwîne digere. Di rojnemaya Politîk de dîtînên li ser sosyalîzmê şîrove dike, dinivîse.

Di pazdeh salîya xwe de bala xwe dide ser şanoyê. Deftera rojane digire.

Xwezaya zarokatiya wî û mal û derûdora ku têde zarokatiya wî derbas bûye bingehên xwezaya berhemên wî. Bandora van tiştan û ya malbata wî gelek vekirî di berhemên wî de dîyar in.

Di malbatek wisa de mezin dibe ku derî pirtûka qedim Incîr û pirtûka qaydeyên jiyanê ya olî tu pirtûk neketine nava mala wan. Ev tişt ew bixwe dinivîse.

Lagerkvist di hejdeh salîya xwe de bala xwe dide ser şanoya naturalîst. Di vê salê de berhema xwe ya şanoyê  bi navê Nihêntîya Asîman û berhema navdar Maneya Jîyanê lêgerîna li ser pirsa tirsê, dinivîse.

Wek me li jor jî dest nîşan kiribûn, malbata Lagerkvîst ne malbatek dewlemend e. Ew bi alîkarîra birayê xwe mamoste Bengt jîyana xwe didomîne.  Têkilîyên germên xweş yên di nava malbatê  bandorek xweş ya humanîst a erênî li ser kesatiya wî dike. Gelek berhemên Lagerkvist bi vê xweza xweşîyê, germahiya di navbera malbatê, bi serpêhatiyên ew demê hatine rengandin.

Di sala 1918 de Mêvanê li cem rastîyê, Çîrokên Bi Êş (1924) û Helbestên bi navê Ez û Bavo dinivîse. Giş temayên van berheman li ser jîyana wî ne.

Di dema xwendekarîya xwe ya di lîseyê de, di navbera xwe û dîtinên olê yê Xirîstiyanîyê de xêzek qalind dikşîne. Lê nivîsên Bîbîlskê û yên mîtolojî yê her tim bala wî kişandi, wan bi kêf xwediye.

”Ji bo mirovan cîhanek bê Yezdan” ! Cîhenek ku ne Xwedê, mirov bi xwe,  xwe bi rêve bibin, ew xwe bi xwe îdare bikin bûne  bingehê dîtinên Lagerkvîst. Ev perspektîv dibe bingehê berhem û nivîsên wî. Ne adet û toreyên Yezdan, divê toreyên mirovan bi xwe bibin  bingehên civatê. Mirvatî bi wan xwe bi rêve bibe. Heta dawîya jîyana xwe bi van dîtin û ramanan nivisîye û bi vê baweriyê jiya ye.

Ew felsefa oldarîyê dide ber şûr û mertalên xwezayî. Pirs dike. Li bersîvan digere. Di helbesta xweya Zanyariyûsê Kal de weha didomîne:

————————————-(2)

Çima hebûnek li dij tarîtiyê dirêj kiriye

Û gazî tiştekî dike ku tuneye?

Çima e xwe wisa radigire?

Tu kesek tuneye bibihîze

Ku kesek ji tarîtîyê gazî dike,

Lê çima arî heye?

Lagerkvîst di sala 1917 de bi Karen Sörens re dizewice. Li Danmarkê bi cîh dibin. Keçikek wan, Elîn çêdibe.

Piştî ku ew Karen ji hev vediqetin bi Elena Sandels re dizewice. Du zarokên wan, Ulf u Bengt çêdibin.

Lagerkvîst di sala 1925 de li Italya yê kurtejiyana xwe bi navê ”Mêvanê Rastîyê” dinivîse. Di sala 1926 û 1927 de dîsa li Italyayê du berhemên xwe yên din (Stranên Dil û Ew jiyana bi serketî) dinivîse, diweşîne.

Sal 1930 ye. Li seranserê Avrûpayê bayên tarî, bayên Faşîzm ê yên wek qîr dipekin. Li dij Faşîzm a Alman rewşenbîr, nivîskar bêdengin. Hemdemê de dengê Lagerkvîst, nivîsên wî yên li dij Faşîzmê ol didin. Li dij wan serhil dide, diqîre, dimeşe, dinivîse.

Di wê demê  de berheme xwe ya şanoyê,  (Bodel ) Serbir dinivîse û diweşîne. Bi Sebir rexneyên giran li Faşîzmê dike. Îdeolojîya faşîzmê û rûyê wî yê li dij mirovahîyê radixe ber çavan. Ev şano, cara yekem li  Stockholmê dilîze. Piştî salek li paytextê Norvecê, li Oslo yê dilîze, bal dikşîne, deng dide. Bi lîstoka Serbir Faşîst dîn û har dibin. Propogandayek mezin li dij Lagerkvist li dar dixin. Ji swêdê daxwazê girtina wî dikin, berhema wî li Almanyayê qedexe dikin û dişewitînin. Û faşîstên devbixwîn jê bo wî dinivîsin ”cûhûyê pîç”.

Bêtirs û meraqdarek mezin e Lagerkvist. Di sala 1933 de derdikeve gera nava Almanyayê. Dixwaze kirînên faşîzmê bi çavên xwe bibîne. Ji we jî berê xwe dide Misirê. Ji Misirê derbasê Filîstînê, ji wir jî derbasê Yunanîstanê dibe.

Ewrên reş dinêre. Dikeve nava pirs û bersîvên kur. Bûyeran di ber çav de derbas dike. Wek lêkolînvanek dîroka demokrasî û humanîzmê li ser axa wan, ser bircên Atenê dikole, li bersîvên li dij faşîzmê digere. Dixebite, li ser ”ewrên tarî” dixebite, dinivîse, dixwîne, şîrove dike.

Faşîzm û demokrasîyê, faşîzmê û humanîzmê dide ber hev, muqayese dike.  Dinivîse; Avrûpaya ku bi dîtîn û parastina ”wekhevî, biratî û humanîzm” ê ser bilind û bi nav û deng e, bi pêşveçûna faşîzmê stûxwar û xemgîne.

Dinîse  û dinivîse. Berhema wîya bi navê (Essän), Ceribandin bi van nivîsên gerê dest pê dike. Nivîsên wî yên bi navê ”ewrên reş yên li ser Avrupayê” di rojnameyan de tên weşandin, di nava civatê de deng derdixin, gel guh didin nivîsên wî.

Bi nivîsên xwe yên gerê îdeolojî û kultura faşîzmê dide ber şûr û mertalan, humanîzmê û kultura demokrasîyê, mirovhezî û wekhevî yê derdixe pêş çavan. Êdî ew Camus e, Satre yê Swêd e. Li dij faşîzm ê ”wijdana” Swêd e. Gav bi gav li ser polîtikaya rojane tesîrên mezin dike.

Bêsekan ji rojnemayan re nivîs birê dike, li dij desthildaran di programên radyoyan de dipeyîve, radiwest e. Serpêhatiyên gera xwe li dij faşîzm ê bi kar tîne. Nivîsên wî li Swêd di nava gel de ol didin..

Ji bo gelên cîran dinivîse. Danîmark, Fînlad û Norveç hatine dagirkirin. Di sala 1941, di meha Çile de li paytextê Danîmarkê di ”hefteya Swêd” de li dij dagirkeriyê bi helbestên xwe bandorek mezin li ser gel dike. ”Bakurê ku di şînê de ye” dibe stranên ser ziman, mal bi mal, tax bi tax, welat bi welat gazî û têkoşîna azadîxwazan ya li dij dagirkeran gur, hêvîyên azadiyê mezin dike.

Ew bi xwe endamê du rêxistinên ku li dij faşîzmê têkoşîn didin e.Ya bi dizî, Hogirên li dij Nazîzmê û ya û  hewldana avakirina rêxistina yekîtiya eniyek li dij nazîzmê. Di her du rêxistinan de jî aktîf û çalek e.

Di sala 1941 û 41 an de bi rêya radyo yê bi şîrove, gotin tewrê xwe moralek girse dide gelê bakûr. Di sala 1939 de navê wî dikeve lîsteya Gestapo yên ku bêne kuştin.

Di berhema xweya bi navê Bodel û di ya Den Brutna Leven de nazîzmê û faşîzmê li dij humanîzm û kultura demokrasîyê ya avrupayê wek xeter didîne. Ji bo pêşketina mirovahîyê nazîzîm/faşîzm xeterek mezin e. Rûreşîya wan radixwe ber çavên mirovahî yê.

Mêrxasek nesekan e, bêrawest dinivîse. Serketina Tariyê, Însanê Azadkirî, Mal û stêrk, Cûce, Kevira nişankirî (drama)  ev çend mînak ji berhemên wî ne.

Lagerkvîst di sala 1940 î de dibe endamê komita karger ya Akademîya Swêd. Ew di sala 1941 de diktoriya felsefeyê ya bi rûmet digire.

Di sal 1950 î de romana xwe ya navdar ya bi navê Barabass dinivîse. Mijar wî li ser Yezdan û Mirov e. Di giş deman de li ser du maneyên jiyanê serê xwe êşandiye. Di Aftonland ê de ev pirsa sereke bi helbestê anî ye zimên. Ew bi xwe dinivîse ” bawermendê bê bawer, oldarek ataîst” e. Di romana xwe ya bi navê Barabbas (1950)de  bi ev tema û lêgerînê nivîsîna didomîne.  Dengê romana wî ji sînorê swêd derbas dibe, di cîhanê de deng dide. Bi vî dengî di sala 1951 de xelata Nobelê digire. ”Ji bo hêza wî ya hunermedî û serxwebûna wî ya kura ya ku di helbest û nivîsên xwe de bi germahî li ser mirov û mirovahîyê bi lêgerînên kur dipirse, dinivîse.” Xelata Nobelê didine wî.

Ev lêgerîna xwe di berhemên xweyê din de jî didomîne Lagerkvîst. Sibyllen (1956), Mirina Ahasvenus 1960, Hecîyê li ser Deryayê(1962) û den Welatê Pîroz(1964).

Berhema helbesta wî ya yekemîn di sala 1913 de , ku rêya modernîzmê li pêşîya helbest a swêd vekiriye(Welatê Êvarê) hatiye çapkirin. Ew di vî berhemê de di helbesta xwe ya Kalê pîr de lêgerîna Yezdanê nexwîyayî û wateya jîyanê direngîne. Di lêgerînek kur de estetikek rewan bi kar tîne.

Di sala 1974 de nivîskarê mezin. Têkoşerê li dij faşîzmê û dagirkerîyê diçe ser dilovanîya xwe. Li paş xwe ji mirovahîyê re berhemên bê hepa, minakên ehlaqîyên li dij desthildarên diktarorîyê, mirovhezî û rêçên têkoşîna  rewşenbîran dihêle.

Pêwîstiya mirovahîyê ji do zêdetir îro bi ”Lagerkvist” an hene. Pêwîstiya kurdan ji yên din zêdetirîn bi têkoşerên li dij dagirkerî yê hene.

Bi wergera xwe Serkan Brûsk berhemek hêja ji nava berhemên  nivîskarêkî mêrxas  derxistiye di kîlera wêjeya kurdî de berhemeke hêja zêde kirîye.

B. Welatevîn

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse