Axaftina A. Tîgrîs a li Formê

Rojbaş gelî hevalan!

Pêşî divê ez bidim xuya kirin ku ez li ser navê xwe dipeyivim. Ez bi xwe mamoste me. Min 25 salan li Swêdê di dibistanên swêdî de bi awayekî fermî mamostetiya kurdî kir. Mafê min ê axaftinê bîst deqîqe ye. Ez ê li gor zanîn, tecrûbe û bîr û baweriyên xwe gelo divê kurd li bakur ji bo ziman statuyeke  çawa bixwazin û daxwazên xwe çawa formule bikin, bi we re bi par ve bikim.

Berî her tiştî ji ziman û perwerdê re statuyeke fermî divê. Dixwazî di nav dewleteke federe de, di nav dewleteke konfedere de, di nav xweseriya demokratîk de an jî di nav dewleteke unîter de dibe bila bibe, pêwîst e ku statuyeke ziman û perwerdê hebe.

Statu şert û pêwîst e.

Çima?

Ji ber ku statu qanûn û prensîbên ziman û perwerdê ne, statu peyman, garantî û fermîbûna wê ya siyasî û civakî ye.

Ya duyem îro li ser rûyê cîhanê gelek cureyên statû û perwerdê hene. Em van cureyan tevlihev dikin. Ji bo em di vê mijarê de baş ne serwext û xwedî agahdariyeke têr û tijî en, em carnan wek ku yek cureyê statuya perwerda zimanê dayikê hebe, dipeyivin an jî daxuyaniyan didin. Hinek kes carnan jî mijarê sero bino dikin. Gelek cureyên perwwerdê hene, lê sê ji wan girîng in û ji aliyê statuyê ve jî ji hev gelek cuda ne:

  • Perwerda bi zimanê dayikê
  • Perwerda duzimanî
  • Perwerda zimanê fermî

 

Wek nimûne ev her sê cureyên statu yên perwerdê jî li Swêdê hene.

Baş e ferqa di navbera van hersê cureyên perwerdê de çi ne?

Perwerda bi zimanê dayikê: Ev ji bo zarokên xerîban e. Yên ku ji welatên der ve hatine li Swêdê wek penaberê siyasî, olî an jî ji ber sedemên din hatine li Swêdê dimînin. Zarokên kurd û tirkan jî di nav vê katagiryiyê de ne. Li Swêde di nav vê katagoriyê de bi kêmasî 150 zimanên cuda hene. Yanî  li seran serê Swêdê bi 150 zimanî perwerda zimanê dayikê tê kirin. Heta statuya wê tune. Li ser daxwaza dê û bavan, rektorê dibistanê pêwîst e ku ji wan zarokên biyanî re mamoste bibîne. Di hefteyê de zemanê perwerda zimanê dayikê 1-2 saet e. Ji derî van 1-2 saetan hemû perwerde bi zimanê swêdî ye. Gelo mirov dikarê ji vê cureyî re bêje perwerda bi zimanê dayikê? Wek çerezê ye.

Perwerda duzimanî: Ev cure hema hema li her welatî heye. Li Stanbulê jî heye. Perwerde bi tirkiye, di hinek lîse û zanîngehan de bi tirkî re ingilîzî jî heye. Ji vê re perwerda duzimanî dibêjin.

Perwerdeya fermî: Perwerdeya fermî xwedî statuyeke bilind e. Şagird her roj hemû dersan bi zimanê xwe dixwînin. Wek li Swêde zimanê lapan, judan, fîniyan û romanan. Herweha li Spanya li herêma Baskîstanê, li Îngilîstanê, li herêmên Corwall, Skoçya, Îrlan ûhwd.

Mirov carnan di medyayê temaşe û guhdariya hinek siyasetmedarên kurd dike, dibêjin: “Helbet li Tirkiyê zimanê fermî tirkî ye û dê bi tirkî be, ji vê re gotineke me tune.” Ez li vir ji siyasetmedarên weha dipirsim, ku li Tirkiyê zimanê fermî tenê bi tirkî be, wê demê ka dê rewşa kurdî çi be? Gelo hûn ji bo kurdî kîjan statu dixwazin? Madem ku hûn fermîbûna zimanê kurdî naxwazin, bi kurdî perwerdê naxwazin, hûn têkoşîna çi didin? Derd û kulên we çi ne?

Divê daxwazên me kurdan di warê statuya zimanê kurdî û perwerdeya kurdî de gelek zelal bin. Em li ser axa xwe ne, neteweyeke binecih in, hejmara me bi mîlyonan e. Ji der ve nehatine û ne macîr in.

Ya duyem dîsa mirov  dema di medyaya kurdî û tirkî de piraniya rewşenbîr û siyasetmedaran tirkan û hinek jî yên kurdan temaşe û guhdarî dike rastî gotin û dîtinên weha jî tê: Em kurd û tirk ketine nav hev, me me keç dane hev.  Piraniya kurdan koçberê metropolên Tirkiyê bûne. Li wir xanî, zevî û bexçe kirine. Bajarê kurdan ê herî mezin Stanbûl e. Êdî em nikarin behsa perwerda bi kurdî bikin, behsa Kurdistanê bikin. Em ketine nav hevdu… Wek ku Ahmet Arîf dibêje, “em xal û xwarz in, mirîşkên me ketine nav hev…”

 

Ev jî ne rast e. Du hefte berê ez û çend hevalên xwe çûn paytexta Letonyayê bajarê Rigayê. Nifûsa Letonyayê bi giştî 2,5 mîlyon e. Bi qasî nifûsa Amed û Merdînê ye. Belê Letonya niha dewleteke serbixwe ye. Ji %50 zêdetir nifûsa Letonyayê rûs û 49 jî Leton in. Letonî û rûsî du zimanên fermî ne. Lê kes nabêje rûs ji letonan bêtir in, çima letonî dibin xwedî dewleteke serbixwe? Di vî warî de pîvan û prensîpa huqûqa navnetewî û exlaqî ne nifûs e, ax e, dîrok e, erdnîgarî û çand e.

 

Li Bakur encax bi statuyeke fermî ku ji zarokxanê heta zanîngehê perwerde bi zimanê kurdî were kirin, dikare pêş li asîmîlasyonê bigre. Ji derê vê riyeke din a ku kurdî rizgar bike tune.

Li mal bi zarokên xwe re axaftin, kursên duzimanî, perwerda bi zimanê dayikê di hefteyê de çend ders tên dayîn em nikarin pêş li asîmîlasyonê bigrin. Ev encax dikare herî zêde nifşeke din jî temenê kurdî dirêj bike, piştre kurdî dihele, dipişife û dimire. Di vî warî de tecrûbeyên herî berbiçav li Swêdê hene. Bi zimanê dayîkê li wir perwerdeya zimanê dayikê di hefteyê de dersek- du ders hene, lê ji ber ku perwerda giştî bi swêdî ye, zarok naşên bibin serdestê kurdî. Li gel perwerda zimanê zikmakî jî heta radeyeke bi kurdî dikarin bixwînin û binivîsin. Dîsa zarok di jiyana xwe ya rojane dei hev re bi swêdî dipeyivin. Heta li mal bi dê û bavê xwe re bi swêdî dipeyivin. Ji ber ku perwerde û jiyan bi swêdî ne. Ne mumkun e ku zimanê kursê bi zimanê perwerda giştî re bi serî derkeve û pê re qayiş bikşîne.

Not: Kurte axaftina Amed Tîgrîs a ku li Forma Mezopotamyayê kiribû

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse