Avesta û Zerdeştî

Pirtûka Avesta ya metnên zerdeştiyan a pîroz ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve di sala 2012an de ji îngilîzî hatiye wergerandin û çapkirin. Pirtûk ji pênc beşan pêk tê. Navê beşê pêşî Vendîdad, yê duyem Vîsperad, yê sêyem Yasna, çarem Perçe û yê pêncem jî Xorda Avesta ye. Pirtûk hemû ji 479 rûpelan pêk tê. Wergera ji îngîlîzî ji bo tirkî Fahriye Adsay û İbrahim Bingöl kirine.
Min heta niha bi tenê li ser jiyan, felsefeya Zerdeşt û berhema wî Avestayê nivîsên kurt xwendibû. Ev cara yekem e ku min raste rast bi wergera tirkî Avestayê weke pirtûk xwend. Ji ber vê yekê min di dema xwendina wê de li gorî xwe cih û mijarên balkêş not girt û ez dixwazim van notên xwe bi we xwendevanên hêja re jî bi par ve bikim.

Hamata, hakata û hivesta.
Felsefa Zerdeşt li ser van sê gotinan hatiye avakirin. Kurmanciya van hersê gotinan weha ye: hizirê baş, gotina baş û kirina baş. Ev hersê gotin  orjînal bi zimanê avestayî ne. Bi erebî jî fikir, zikir û emel in. Ev hersê gotin berdewamiya hevdu ne û felsefeyeke hûr û kûr in. Pêwîst e ku hevdu temam bikin. Dema yek ji van kêm be, xerabî derdikeve holê. An jî Zerdeştî nagêhîjin armanca xwe. Di derheqê jiyana Zerdeşt de raste rast agahdarî tune. Hinek dibêjin heta sê Zerdeşt hatine û çûne. Lêbelê piraniya dîrokzanan di demeke dîrokê de hemfikirin. Ew Berî Zayînê (Bz) di sala 628an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di serdema padîşa (qiral) Vîştaspa de (di sala 588an de) 40 salî bûye û di 40 saliya xwe de jê re peyamberî (peyxemberî) hatiye. Di dema Darayê Yekem de (522-486an) de Zerdeştî bûye ola fermiya dewletê. Herweha di serdema Sasaniyan de jî Zerdeştî ola dewletê ya fermî bû.

Zerdeşt li çiyayê Sabalahê di şikefteke pîroz de dikeve silûgê (îzdîvayê). Heft salan li vê şikefta pîroz bi hûr û kûrî dihizire, dixwîne û têkoşîna nefsî dide. Nefsa xwe dikuje. Di dawiyê de raste rast bi Ahura Mazda (Xwedê) re dipeyive. Ahura Mazda peyamberiya wî dipejirîne. Êdî Zerdeşt raste rast di her warê jiyanê de, ji Ahura Maza dipirse û ew jî bersiva wî dide. Avesta ku pirtûka pîroz a Zerdeşt e û piştre hatiye amade kirin ji pirs û bersivên Zerdeşt û Ahura Mazada pêk hatiye. Ev jî hemû ji Gatha û Yasmayan pêk tê. Ev hemû îlahî an jî helbest û stran in. Zerdeştî oleke zanistî û fîlozofitiyê ye. Zerdeşt dibêje:
Ji rastiyê bilintir doktirîn tune.”

Zerdeşt bi Ahura Mazda re rû bi rû dipeyive
Di dema axaftina Zerdeşt û Ahura Mazda de, Ahura Mazda pirî caran, “ey Spîtama Zerdeşt” hîtab dike.[1] Spîtama navê 10 bavênkên malbata Zerdşt e. Yanî Ahura Mazda Zerdeşt bi malmezinî û bi esil û fesil dide naskirin.

Zerdeştî ola yekem a yekxwedayî ye û pirtûka wî Zend Avasta bi wehiyê Gatha û Yasma Haptanghan hatiye. Hemû Gatha û Yasma bi hejmar in.

Di Gatha û Yasnan de zerdeşti di navbera asha (rastî) û dirûj (derew) têkoşîneke rûhî didin. Di zerdeştiyê de  weke prensib rê û rêbazên ahlaqî yên mezin û bilind hene. Û ya herî girîng ji pirxwedayetî yekxwedayetî dipejrîne yanî bi tenê Ahura Mazda heye. Gotina rûh jî ne bi erebî  avestayî ye. Di Avestayê de  gelek caran rûhê pîroz  weke ruach elohîm  derbas dibe.
Di destpêkê û di rastiyê de zerdeştî olekî yekxwedatiyê ye, lê di serdema Sasaniyan de ber bi dualîzmê birine, tevlîhev kirine. Lê kêm û zêde kirine. Ahura Mazda û Ehreman wekî du Xwedayan dane zanîn. Halbû ku Xweda yek e û ew jî Ahura Mazda ye. Ehrman û yên din ferîşteh (melek) in. Ferîştehên başî û xerabiyê. Weke nimûne dema mirov Avestayê ji serî heta dawî dixwîne, dibîne û têdigêhe ku Ehrman ne xweda ye, temsîliya Ser û xerabyê dike û wekî îblîs e. Ma li gorî îslamê jî şeytan ne ew ferîşteh bû ku piştre emrê Xwedê bi cih neanî, Xwedê ew ceza kir û ji ferîştehiya xwe avêt û ricimand? Ehreman jî wekî şeyten temsîliya, nezanî, xizanî, nefret, tarîtî, şer û fitneyê ye. Yanî di ola îslamê de şeytan kopiyekî Ehreman e.
Yunana kevn, Roma û Cuhû gelek di bin bandora hizirên Zerdeşt mane. Herweha îslamê jî gelek tiştên xwe ji Avesta Zerdeşt girtiye.

Pîroziya agir û rojê
Li gor felsefa Zerdeştî, ruh bêmirin e. Ji ber ku rûh çirûskek ji Xwedê ye û dema mirov dimire dîsa diçe wir. Piştî mirinê rûh derdikeve jor cem agirê pîroz. Ji agir hatiye û car jî diçe cem agir. Agir kurê Xwedê ye û navê wî Atar e.[2] Du agir hene, agirê pîroz ku li jor e û kurê xwedê ye û agirê din ê edetiyê ku li cihanê heye em bi kar tînin.[3] Herdu ne yek in. Lê yê ku em bi kar tînin jî dîsa pîroz in. Roj û hîv jî çavknaniyên ronahiyê ne, loma ew jî pîroz in. Bi tayebtî roj, ew jî ronahiya xwe ji agirê pîroz digire. Roj, sirûşt û jiyanê pak dike. Di vê Yastayê de pîroziya rojê weha dîyar dike:
Dema roj hiltê cîhan ku ji aliyê Ahura Mazda ve hatiye afrandin pak û temîz dibe,  avên ku diherikin pak dibin,  avên bîran pak dibin,  avên deryayan (behran) pak dibin, avên seqan pak dibin, hemû afîranêr û ruhê pîroz pak dibin.” [4]
Li gorî felsefa Zerdeşt afrandin pêvajoyeke domdar û xwe her nû dike.[5] Yanî diyalektîk e.
Ahura Mazda dibêje min 16 welat ava kir. Yani Ew xwedayê 16 welatan e. Navê wan welatan ev in:[6]
1-      Arîyana Vaeje (Welatê Ariyan), 2-Sogdî, 3-Mouru, 4-Baktî, 5-Moûrû, 6-Haro, 7-Vaekereta, 8-Ûrva, 9-Xanenta, 10-Harahvaîtî, 11-Haetûmant, 12-Ragha, 13-Çakra, 14-Varena (Dahak li vî welatî hatiye kuştin), 15-Heftçem, 16-li cem serkaniyên Rangha (nav tune).

Di çend gathayên din de jî dinivîse ku Ahura Mazda  cîhanê ji heft parzemînan (karşwaran) ava kiriye û di nav her yekê de jî derya û çiya hene. Karşwara herî bêyom û helak ya bakur e. Hemû xerabî li wir kombûne. Kesên ku werin cezakirin jî bila herin wir. Mirov dikare bêje karşwaran dojeha (cehenema) Zerdeşt e. Van parzemîna jî weke rojhilat, rojava, başûr, bakur û navbera wan bi nav kiriye.[7]

Ga
Di Zerdeştiyê de ga an conga pîroz e. “Congayê guhzer, kuloçzêr û li ser kuloçên wî hêz û serkeftin hene. Ev ji aliyê Mazda ve hatiye afırandin.” Ga, hem sembola heybet û hem jî ya hêz e. Di hîvê de tovê conga heye.[8] “Hêza me ji ga ye, hewcedariya me bi ga heye,  gotinên me ji ga ye, destkeftiyên me ji ga ye,  xwarinên me ji ga ye, lixwekirnên me ji ga ye,  yê ku xwarinê tîne ga ye, em bi ga zeviyên xwe dajon.”[9]

Hîn ji dema Sumeran ve ga an jî conga ji ber van sedeman bûye sembol û li ser zinar û dîwaran fîgurên ga hatine kolan û peykerên wan çêkirine. Li ser sura Amedê û dîwarê Mizgefta Mezin a Amedê şêr li ser pişta ga ye. Li ser bircên Amedê jî gelek figurên ga hene.

Di Avesta de gotinên kurdî
Zimanê Avesta bi giştî ne bi farisi ye û ne jî bi kurdî û zimanekî din e.  Lê di Avestayê de gelek gotinên kurdî û farisiyên ku hevpar û hevbeş in hene. Weke nimûne: Mah (meh), xor (roj), dirûj (direw), Haoma (homa), atar (adir, agir),  asman (asîman), vayû (ba), arştet (adalet), Xarvanetî (qehreman), sadaqat (sedeqat), zer, deşt,  buidhi/buiti (pût),  dûrûka (dûr), frabazû (pazû), gaya (giyan), dad (dad), pêşdad (pêşqanûn), rûach (rûh),  rast (meqamê îlahî), raşnû (rast, durust)……

Arî û welatê ariyan
Zerdeşt di gelek gatha û Yasmayên xwe de behsa Airyana vaeja (Ariyan û welatê Ariyan) dike û ol û felsefa wî ji bo gelê Arî ye. Dixwaze hemû bela û tofanên ku bi serê gelê Aiyan ve were berteref bike, pêş lê wan bigire. Destnîşan dike ku ji bo şad û bextewariya miletê Ariyan hatiye û due dike.[10]  Mîthra ku ji aliyê Ahura Mazada ve hatiye şandin weke ferîştehê ku li kişt û kal (ziret) dinêre, hatiye tayinkirin û divê gelê Ariyan jê re hurmet bikin û qurban serjê bikin. Weke ku Mîthra wezîrê tarimê be û hemû zeviyên welatê Ariyan di bin dest û emrê wî de ne.  Û Avesta Mîthra weha tarîf dike:
Mîthra gelek zane ye, serokatiya civînan dike,  hezar guhên wî  û deh hezar çavên wî hene. Gelek bejn bilind e. Tim hişyar e û xwediyê zevî û bergehan e.” [11]
Ji derî Mithra Yazata jî heye. Yazata jî carnan wekî firîşteh e û carnan jî wekê Xweda ye. Niha kurd ji Yazata re dibêjin Yezdan. Li gorî kurdên niha navê xwedê bi kurdî Yezdan e.
Herweha çend firîşteh an jî wezîrên Ahura Maza yên din jî hene ku karî her yekî cihê ye. Ji wan yek jî Fravaşî ye. Ew jî  gerdûnê (kaînatê) diparêze.[12]
Belê, Mîthra di hinek cihan de bûye Xwedê. Hem jî Xwedaynekî mezin bi nav dike. Heta navê Mîthra li pêş navê Ahura Maza ye.[13]
Mirov dema li dîrokê hûr û kûr dibe, dibîne ku di dema Sumeran de jî weha bûye. Wezîrê avê, wezîrê heywanan, wezîrê ba û baranê, wezîrê zeviyan ûhwd hebûne. Wekî Ahura Mazada yên Sumran jî Xwedayê herî mezin Enlîl e. Di serdema Sumeran de ew nêv qiral û nîv Xweda an Xwedewend bûn. Lêbelê dîsa jî pîroziya wan hebû.

Xwedê û peyamberî
Di Avesta de 53 navên Ahura Mazda hene.[14] Lê di Kuranê de 99 navê Xweda hene.

Li ҫiyayê Hîra ji aliyê şikeftekî ve ji Hz Muhamemed re  jî wehî hatiye.[15] Herweha Manî jî li şikeftekê bi mehan hizirîye, xwendiye û pişrtre peyamberiya xwe diyar kiriye. Li ҫiyayê Sînayê ji Hz Mûsa re jî wehî hatiye. Xwedê li pişt deviyekê ji Mûsa re got “tu peyamberê min kurê Xwedê yî here Misrê gelê xwe azad bike.[16]

Herweha di mijarên buhişt, dojeh, pireya Selatê û gelek din de jî  Tewrat, Încîl û Quran îlhama xwe ji Zend Aviestayê girtine. Di Avestayê de dema mirov diminre ruhê mirov diҫe ber mêzînê û xêr û guneh tên weznandin. Di ser pireya Selatê re derbas dibin. Di Avestayê de navê pireya Selatê wanwend e. Ferqeke heye ku li gorî baweriya Zerdeşt rûh carek din bi paş ve vediger cîhanê, di yên din ên semawî de venagerin cîhanê li buhişt an li dojehê dimînin.

Haoma
Di gelek gatha û Yasmayan de navê Haoma derbas dibe. Piranî navê gihayekî pîroz e. Lê di çend cihan de jî weke navê firîşteh derbas dibe.[17]
Weke nimûne: “Haoma, yanî yê ku şadi dide, şîfa dide, Haomayê bi esil û çavzêrîn jê re li serî çiyayê Bareza qurban da..”[18]
Di yasmayeke din de weha dinivîse: “Haoma yên ku wê vedixwin re weha dipeyive: Tu bê zarok bimînî,  bê nesil bimînî,  heydûdekî xerab ku li du îftireyan baz dide tu min li serî wî nekî û min biparêzî. Min tu car cezayê seriyan nedaye, Ez Haomayê pîroz  im  ku mirinê bi dûr dixim.[19]
Disa di yasmayeke de jî weha dinivîse: “Ji ber vê yekê Haomayê pîroz weha bersiv dide.”[20]
Weke tê zanîn îro jî kurdên dimilî (zaza) ji Xwedê re dibêjin Homa.

Di Avestayê de Dehaq
Di Avesta de gelek caran navê Dehaq derbas dibe. Cara yekem dema navê 16 welatan dide ku afirandiye di rêza 14,  di Fargada 17 benda 3an de navê Dehaq derbas dibe. Kurdiya vê Fargadê weha ye: “Ez Ahura Maza ku welat û warên baş û xweş min ava kirin yê rêza çardem de, Thraetaona ku li wî welatê hatibû dinê û wî Azdî Dahaq kuşt Varena bû.”
Ji derî vê navê Dehaq di van Gatha û Yasma de jî derbas dibin: r. 201 yasma 6 û 8, r.303 û Yasma 97-100, rûpel 375, Yasnma 34
Li gorî Avesta sê serî û sê dev , şeş çav û gelek guhên Azdî Dehaq hene. Di nav jinên Dahaq de du jinên wî yên gelek xweşik hene. Navên wan Savanghavaç û Erenavaç in û divê ew herdu ji destê Dehaq werin rizgar kirin.”[21]

Ekolojî û ajel
Zerdeştî gelek girîngiyê dide ekolojiyê. Di her warî de suriştî diparêze û kesekî ku zerarê bide siruştê ceza dike.[22] Di Avesta de hinek heywan û cinawir hene ku ne normal in. Di r. 80  Fargadên 17 û 18ann de behsa kûçikekî zer ê çarçav dike.Di Ola zerdeşte kûçıkên pîroz hene. Ga pîroz e, hesp pîroz e.

Gotina pak û pratîka pak
Ola Zerdeşt li ser pakiya fizîkî û rûhî hatiye avakirin. Pakî bingehê felsefa ola Zerdeşt e. Ka em di vî warî de guh bidin Zerdeşt ҫi dibêje:
“Mirov bi pîroziyê xweş û baş dibe, mirov bi qanûnê baş û xweş dibe, Mirov bi kêrê xweş û baş dibe, mirov bi giha baş û xweş dibe, mirov bi gotina pîroz baş û xweş dibe: Di nav van hemû şîfan de, gotina pîroz herî bi şîfa ye; di nav van şîfadayen de bi vîyaneke herî baş nexweşî û xerabiyê ji laşê mirov bi dûr dixe: Ji ber ku di nav van şîfadayan de ew şîfedayîna herî baş e.”
Ji ber vê gotina baş nexweşî revî, mirin revî; xerabî revî, astengiya xerabiyê revî, Aşemaogha revî, îftîra revî û yên ku li ser mirovan zilm û zixtan dikin revîn.”
“Nîjadê mar revî, nîjadê gur revî,  kurê duling revî, quretî revî, biçûkdîtin revî, agirê bilind revî, îftîra revî, dubendî revî. Gotinên herî sextekar revîn, sîhîrbazî revî, rûhê xerab revî, bayê bakur revî û wenda bû.”[23]

Amed Tîgrîs

amedtigris@hotmail.com



[1] Avesta Zerdüştilerin kutsal kitabı, s.116, gatha 39,40, Avesta Yayınları,-2012

[2] Atar navê agir e û bi zimanê Hînd-Ewrupî ye. Tirkan vê gotinê jî ji Hînd-Ewrupiyan girtine.

[3] Heman berhem r.352

[4] R.387, y. 2

[5] Rûpel 58 Fargard 17-20 binêrin.

[6] Avesta Zerdüştilerin kutsal kitabı, s.35,  fargard 1-19, Avesta Yayınları,-2012

[7] R. 236.y.3

[8] Aynı eser s.465. Awrharan Yaşt 7  û r 348. Mah Niyayeş (Ay duası) 1,2

[9] R. 473, y.61

[10] R. 404

[11] R. 405, y. 7

[12] R. 449.y.87

[13] R. 426. Y.145

[14] Heman berhem. S. 359, Hürmüz Yaşt 7-15

[15] Ahmet Lütfû Kazancı, Hz. Ebubekir, s.23. ensar yayınları, Ocak 2011

[16] Kitêba pîroz Peymana Kevn û Peymana Nû, r. 94, Sernivîsa Xwedê bangî Mûsa dike-tirmeh/Temmuz 2008

[17] Rûpel 207, Yasma 11/1, rupel 401 y.17,18 binêre.

[18] R.401, y.17-18

[19] R.207.y.3

[20] R.200.y.4

[21] 375,  Yasma 34

[22] R. 61-68. Hemû Fargard

[23] [23] Rûpel 366.Ardwahş Yaşt 6-9

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse