Aşên Asîmîlasyona AKP û Fetullah: Sevgi Evleri

Îro (02.11.2011) waliyê Amedê Mustafa Toprak di derbarê zarokên amaediyên ku beşdarî çalakiyan dibin de daxuyaniyeke rûreş û dirinde da medyayê. Li gorî daxuyaniya walî zaroka ku ji vir bi şûn ve bi awayekî aktîv beşdarî çalakiyan bibe, dê cara pêşî bala dêûbavê were kişandin. Ku piştî vê balkişaninê cara duyem jî beşdar bibe dê ji bo her zarokek ji dêûbavê 150 lîra ceza bigirin. Ku dom bike û zaroka ku cara sêyem beşdar bibe dê walî wê zarokê  ji dêûbavê wê bigire û berdestê malên îslahkirinê (Sevgi Evleri) bike. Ev malên îslanhê ku niha bi tirkî navê “Sevgî Evleri” lê kirine malên tarîqata Fetullah Gulen in. Tarîqata Fetullah Gulen li her bajar û bajarokên Kurdistanê ji bo asîmîlasyonkirina zarokên kurdan gelek rê û rêçikên rengîn dane pêş xwe. Xwedê giravî li ser navê dîn, şewqet, dilovanî, xwedîderketin, perwerde, alîkarî asîmîlasyonê lezgîntir dikin.

Heta niha li herêma Kurdistanê bi riya mamoste û rektorên dibistanan zarokên zîrek, jêhatî, serkeftî tespît dikirin û têkilî bi dêûbavên wan re datanîn, ji dibistana seretayî heta zanîngehê mesrefa xwendin û perwerdeya wan digirin ser xwe û wan ji dêûbavên digirin û dibin herêma Tirkiyê ji wan dûr asîmîle dikin û ji dewletê re ji bo rojên pêş kadro amade dikin ku li dij tevgera kurd a ji bo azadiyê rawestin. Ji xwe piraniya dêûbavên van zarokên weha zîrek xizan û belengaz in û rewşa wan a aboriyê destnade ku zarokên xwe bidin xwendinê. Niha li Amedê gelek dêûbav ji Fethullahiyan re dua dikin ku zarokên wan di nav rewş û derfetên baş de didin xwendin. Ev plana wan bi awayekî xurt îro dom dike û mirov dikare bêje bi serketine jî. Zarokên kurdan ên ku dê ji bo rojên pêş hêvî di wan de heye ji dêûbavên wan û kurdan dûr dixin. Ji derî vê li Amedê derxaneyên herî baş di destê tarîqata Fetullahîyan de ye û amediyên ku rewşa wan a aborî baş e zarokên xwe dişînın dersxaneyên Fatullahiyan. Di nav van dûûbavan de BDPî jî hene. Wekî ku li Başûrê Kurdistanê hema hema piraniya zarokên siyasetmedarênn kurdên Başûr jî diçin dibistanên Fetullahiyan. Li wir dersên tirkî dibînin. Gelo ev çi paradoks e? Yê/ ya ku dizane bila ji kerema xwe re bêje!

Niha jî waliyê Amedê yê Fetullahî projeyeke din ji bo zarokên kurdan ên ku bi malbatî di vî şerê 20 salan de mexdûr bûne, ji gund û navçeyên xwe koçberî navenda Amedê kirine, zerar dîtine, nikarin bixwînin û li dij rejîma nîjadperest di meş û mîtîngan de bi awayekî aktîv cih digrin, waliyê AKP û tarîqeta Fettulahî dixwaze yek bi yek ji dê ûbavên wan bigire û bişîne Malê Îslahê û li wir wan asîmîle bike. Ji doza kurd û kurdayetîyê bi dûr bixe, heta Bike dijimê gelê kurd. Wekî Kemal Kiliçdaroglu mezin û perwerde bike. Wekî ku tê zanîn di qirkirina Dêrsimê de jî zarokên ku nehatibûn kuştin,  biribûn li kampan xwedî kiribûn. Wan ji malbat, welat, ziman û çanda wan bi dûr xistin û kirin kemalîstên herî har û berdan can û malê kurdan. Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu û Kamuran Genç ji wan zarokan ên herî tûle, xwefiroş û nêromê ne. Dîsa di dema qirkirina Dêrsimê de keçên ku xweşik bûn birin mezin kirin û bi eskeran re zewicandin. Yên piçek mezin jî ji eskeran kirin qerwaş û xizmetkar û malên serokeskeran de heta mirin weke kole xebitandin.

Niha plan û projeya AKPê û tarîqata Fetullahî ji ya dema Dêrsimê xurtir û barbartir e. Li dijî mirovatiyê, qanûn navnetewî û mafên zarok û mirovan e. Pêwîst e ku mirov vê mijarê heta Dadgeha Mafê Mirovan û UNESCO bibe.

 

Amed Tigris

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse