AMED, erdnîgarî, dîrok, çand, derket

Ev du roj in ku di mediya kurdî de bergê pirtûka Amedê tê weşandin û mizgînî didin ku pirtûk ji ҫapê derketiye û li bajarê Amedê li pirtûkfiroşxanan dest bi firotina wê kirine. Gelo nivîskarên vê pirtûkê kî ne, naveroka wê ҫi ye û ji aliyê kîjan weşanxaneyê ve hatiye ҫapkirin? Ez dixwazim di vê mijarê de agahdariyeke kurt bidim we xwendevanên hêja.

Navê pirtûkê ”AMED, erdnîgarî, dîrok, çand” e. Nivîskarên pirtûkê Amed Tîgrîs û Yildiz Ҫakar in. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye ҫapkirin û îhaleya ҫapê jî Weşanxaneya Lîsê girtiye. Pergala rûpelan (mizampajê) ji aliyê Weşanxana APECê ve hatiye amadekirin.

Pirtûka AMED, erdnîgarî, dîrok du beş e: beşa yekem navenda bajêr û gundên xwe û beşa duyem jî hemû bajarok (qeza) û gundên xwe ne. Pirtûk 652 rûpel e û bi tevî rengîn e.

Mirov dikare bibêje ku ev berhem weke ansîklopediyeke bajarê Amedê (Diyarbekirê) ye. Bi kurtî dîrok, erdnîgarî, ҫandî, aborî, civakî, demografî, etnografi, mîtolojî, perestgeh, ziyaretgeh û bi bigografiyan hatiye dagirtin.

Girîngiya vê pirtûkê yek jê ev e ku xwerû bi kurdî ye. Kurdiyeke sivik, nêzîkî zimanê axaftinê ye. Ya duyem, bi ҫav, mejî û perspektîveke kurdî û zanistî hatiye nivîsandin. Dîroknivîsên nijadperest û derewҫîn ku heta niha xwestine dîrok û ҫanda bajarê Amedê reş bikin, tevlihev bikin, serûbino bikin, veşerîn û bikin mal û milkê xwe, di vê pirtûkê de, bi belge û arûmentên zanistî ev derew û planên wan yek bi yek hatine destnişan û diyarkirin. Dagîrkeriya ku heta niha bi perdeya ”ҫanda mozaîka gelan” dixwest veşêrin, bi vê pirtûkê perdeya genî hatiye ҫirandin û derew û nîjadperstiya wan derketiye holê.

Ji aliyê din vê, cara yekem e ku berhemeke weha li ser Amedê bi hûrî, kûrî û berfirehî hatiye rawestîn. Bajarok bi bajarok, tax bi tax, gund bi gund , gom (mezre) bi gom hemû bi taybetiyên xwe ve bi kurtî hatine nivîsîn. Parlamenter, şaredar, nivîskar, hunermen, navdar û dengbêjên amedî ji kîjan bajerok an jî gundî ne kurejiyana wan hatiye nivîsîn û navên berhemên wan hatine destnîşankirin.

Herweha Navên gund û mezreyan bi kurdî û tirkî ne. Û kîjan gund li ku ye, ҫend km ji bajêr an ji bajarokê dûr e, rewşa aborî û civakiya gundiyan ҫawa ye, ҫend kes li gund an li gomê dijin, ji kîjan netewî ne, ziman an zaravayên wan ҫi ye, cihên dîrokî, turîstîk, ҫem, ҫiya, deşt, zozan û zîyaretgeh li gund hene, ҫi ne, yek yek hatine destnîşankirin.

       Amed Tîgrîs

      29.01.2013 / Stockholm

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse