ALBERT CAMUS

Rojek ji Jean-Paul Sartre dipirsin: “Albert Camus mirovek çawa ye”?

Sartre: -Camus tam berevajê min e. Çeleng, narîn û neteweperest e.

Rast e. Camus, çeleng e, narîn e û mirovek pir sade ye. Lê neteweperestiya wî dibe ku ji helwesta wî ya li hember aloziya Cezayîrê be.

Camus di sala 1913an de li Cezayîrê, li Modovê ji diya xwe bûye. Bavê wî Farnsî diya wî Ispanyolî ye. Bavê wî karkerek xizan e. Ji ber bê karî û xizaniya malbatê, ji Fransayê koçî Cezayîrê dike. Di wê demê de ku Cezayîr koloniya Fransayê bû, wek wî nêzî milyonek fransizên din jî koçî Cezayîrê kirine.

Di destpêka Şerê Cihanê yê Yekem de (1914) bavê Camus tê kuştin. Ji ber xizanî û tunebûnê diya wî Catherine zarokên xwe( Lucien û Albert) digre û diçe cem diya xwe Belkcurtê. Belcurt taxa xizanan û karkerên biyanî ye. Taxeke li paytextê Cezayîrê ye. Di xaniyek biçûk de ew, dapîra wî, xalê wî yê nexweş û diya dapîra wî bi hev re dijîn. Dîya wî diçe di malan de kar dike.

Camus dest bi dibistanê dike. Jîrek e. Bi melevanî, kelevanî û hêla xwe ya intellektuel bala mamoste Lois Germain dikşîne. Ji ber xizaniyê nikare dest bi dibistana lîseyê bike. Lois mamostê wî jê re burs peyda dike. Bi alîkariya bursan, Camus lîseyê teva dike û dest bi universîteyê dike. Di unîversîteya Cezayîrê Beşa Felsefê de dixwîne. Şagirtek serkeftî ye. Dema lîseyê dixwîne bi nexweşiya jana zirav dikeve. Heta mirinê ev nexweşî pêsîra wî ber nade. Xizanî, nexweşî û atmosfera şer li ser jiyan û kesayetiya wî bandoreke mezin dike. Mirin mîna siya wî her pê re ye. Camus di nivîsek xwe de li ser van aloziyan weha dinivîse: “Xizaniyê fêrî min kir ku gişt tiştên ku di bin rojê û di dîrokê de ne, ne xweş in û dîrok jî ne her tişt e.”

Ew di dema şagirtiya xwe de di nava rêxistinên li dij faşîzmê de cîh digire. Di wê demê de dibe endamê Partiya Komunîst. Li ser mijara şanoyê dixebite. Rejîsor e, redaktor e, lîstikvan e, şanonûs e, hunermend e. Ji bo ku Partiya Komunîst giraniya xwe nade ser daxwazên netewebûn, azadî û pirsa serxwebûna gelê ereb, ji partiyê vediqete. Lê di nava refên rêxistinên çep de têkoşîna xwe didomîne.

Di dawiya sala 1930yî de dest bi rojnamevaniyê dike. Di wê demê de pirtûka wî ya yekem tê weşandin (li Cezayîrê). Camus şef redaktorê Rojnameya Cumhuriyetê ye û rojname tê qedexekirin. Dagirker ji dîtinên azadiyê hez nakin. Ji dîtinên ronahiyê jî.

1940î de bi Francien Faur re dizewice. Du zarokên wan (cêwîk) çê dibin (Catherina û Jean). Cîhan di bin ewrên reş ên şer de dimirmir e. Faşîzma Hîtler Fransayê dager dike. Hukûmet û burjuvaziya Fransayê bê berxwedan Fransayê bi destên xwe teslîmê Hîtler dikin (1940). Camus berê xwe dide Parîsê. Parîs stûxar, xemgîn û dikele. Di bin postalên faşîzmê de diheje. Partiya Komûnist li dij dagirkeran di nava çalakî û berxwedanên bê hempa da ye. Li dij burjuvaziya xwe, li dij leşkerên Hîtler li dij xwefiroşên Fransî têkoşînek pir alî dide. Pêwistî bi ”rind”(1) an heye.

Camus di sala 1940î de li Parîsê bi qaçaxî Rojnameya Combatê derdixe. Combat, weşana azadîxwazan û ya têkoşerên li dijî faşîzmê ye. Camus bi rêya Rojnameya Combatê û ku redaktorê rojnamê ye, xebatên xwe yên veşarî dike û aşkere û fermî jî rojnamevanî dike.

Di sala 1942an de du berhemên xwe yên bi nav û deng “Biyanî” û ”Efsaneya Sisyfos” diweşîne.

Di nav mirin û mayînê de, jiyana xwe didomîne. Di sala 1944an de Fransa car din azad dibe. Rojnameya Combat bi redaktoriya Camus dibe navenda çepên ku ne bi Partiya Komunîst re ne. Wek dîtin ew û Sartre ji hev gelek dûr in. Di wê demê de pirsên girîng di rojeva Fransayê de ne: “Fransayek çawa? Ji me re sazûmanek çawan pêwist e?”

Bersîva Camus kurt û zelal e. Ne sîstemek wek sîstema Ispanyayê ya Franco û ne jî wek a Sovyeta Stalînîst. Pêwîstiya Fransayê bi sîstemên dîktatorî nîne. Sîstemek demokratîk ku gişt mirovên Fransî bikaribin di bin sîwana wî de xwe azad hîs bikin, bijîn û ji bo pêşeroja xwe û welatên xwe qerarên xwe bi serên xwe bidin. Di sala 1947an de romana xwe ya bi navê ”Weba” diweşîne. Roman bi zimanek xweş û bi dîtinên wî dagirtî ye. Ew û sosyalizma reel êdî gelek ji hev dûr in. Sartre rexneyên giran lê dike. Lê berhemên wî jî dişopîne.

Wek me li jor jî destnîşan kir ew jîyanek bi bez dijî. Di sala 1951î de berhema xwe ya bi navê ”Şoreşa Mirovan” diweşîne.

Di sala 1956an de romana wî ya bi navê ”Ketin” tê ye weşandin. Di sala 1957de jî berhema wî ya bi navê ”Penaberî û Dewlet” tê weşandin.

Û ”Discours en Suede”. Berhema wî ya ku xelata Nobelê digire. Di nava xelatgerê Nobelê de nivîskarê herî ciwan e. Dema li Stockholmê xelatê digire, axaftinek dike. ”Rewşenbîr û vedora xwe”. Ev axaftina wî bi serê xwe berhemek e ku di wêjeya cihanê ya mirovahiyê de xwedî cîhek giranbiha ye.

”Wax!.. Ew hîn pir ciwan bûn”

Di 4ê meha çileya sala 1960î de bilêta xwe ya trênê vediqetîne ku vegere Parîsê. Ew û hevalê xwe li otomobîla sport a hevalê wî siwar dibin û dikevin rê. Di rê de otomobîl ji kontrolê derdikeve, diçe li darekê dikeve. Camus di cîh de dimire. Bi nûçeya mirina wî re Fransa reş girê dide. Dema dîya wî xebera mirina wî digire, weha dibêje: “Wax!.. Ew hîn pir ciwan bûn”. Belê bi rastî jî pir ciwan dimire. Dema dimire 46 sali ye. Li paş xwe bi dehan berhemên hêja dihêle.

Şano û Camus

Camus di nava cîhanê de bi felsefe û romanên xwe tê nasîn. Lê xabatên wî yên herî kûr û dirêj li ser mijara şanoyê ye. Cîhana mirovatiyê ya wêjeyê, bi sê berhemên xwe yên şanoyê dewlemendtir kiriye. “Callagula”, “Şaştêgihiştin” û “Yên Rast”. Lê divê em berhemên wî yên salên 1950î jî ji bîr nekin. Her berhemeke wî bi serê xwe şaheserek e. ”Çepê wî û rûyê wî”, “Dawet”, “Havîn” û “Nameyek ji dostek Alman re”

Camus û Felsefe

Camus felsefa xwe bi bêwatebûna jîyanê dest pê dike. Absurd e. Li cîhek weha dinivîse: ”Ma ne wisa ye ku bi mirinê re dawî li jînê tê, ango jiyan tune dibe. Ma ku weha ye, wateya vê dan û stendin, şer û pevçûn, xwarin û vexwarin, şerê min û te çîye?”

Di destpêkê de ji bo wî, jîyana mirovan û ya wî bi xwe jî bêwate ye. Jiyanek li derê eqil û mantiqê ye. Di van dîtinan de mirov bêhêvîtiyê dibîne. Lê ew didomîne. Di destpêkê de gotinên weha nayên wateya parastina bêhêvîtiyê. Dîtinên xwe yên felsefê didomîne. Wek mînak li cîhek din weha dinivîse:

”Belê jiyana ku bi mirinê teva dibe bêwate ye. Bê şik weha ye. Lê, jiyan bi mirinê teva bibe, ma divê em deriyên çav û dilê xwe li xweşikiyên cîhanê, li êş û bêçaretiyên mirovan bigirin? Hemin ku em tê de dijîn, heta ku em bijîn divê ji bo bextewariyê bixebitin. Divê em li der û dora xwe bextewarî, dilxweşî biafrînin. Ji bo afirandina dilxweşiyê hewl bidin. Li cîhek û li her cihî dilşadî. Ne ku mirov li benda tu tiştekî be, divê mirov ji mirovan û cîhanê hez bike”.

Bi kurtayî kêm zêde bingehê dîtinên wî yên felsefê ev in. Hêviyên wî hene. Dîtinên wî yên li ser felsefê nêzî Descardes in. Mirovek sade ye. Bi berhemên xwe qure nabe, pozbilind nîne. Jiyana wî jî wisa ye.

Jiyana ku bi mirinê teva dibe ji bo wî nabe asteng li pêşiya erkên wî yên mirovahiyê.

Dipirse: ”Edebiyata bê hêvî çiye? Û bersîv dide:” Bêhêvîtî bêdengî ye. …Bêhêvîtiya rastîn cankîşî ye, mezel an jî dûlêr e. Dema bêhêvîtî bê şîrovekirin, an jî bê nivîsîn di cîh de destên birayan dirêjî te dibe. Dar mane digire. Gotinên” edebiyat û bêhêvî”, du bêjeyên ku hîç li hev nayê ne. Ji ber ku li her cîyê ku edebiyat heye li wir hêvî jî heye….”

Romana wî ya ”Bîyanî” bi dîtinên wî yên felsefê yên bêwateyî hetiye honandin. Romanek kin e lê, bi pirs û bêdengiya Meursult xwendevan dikşîne nava bûyer û pirsan. Seruvena Meursult bi serê xwe jiyana mirovek e ku tu tiştek ji xwe re nake xem/derd. Bê sedem mirovek kuştiye. Mirin û mayîn, hezkirin û nehezkirin, bawerkirin û nebawerkirina ji Xwedê, qatil û ne qatilbûn ji bo Meursult ne girîng in. Di dadgehê de temaşevan e. Pêwistî nabîne ku xwe biparêze. Ji ber ku bê îrada wî hert tişt didome. Li derê wî ji bo pêşeroja wî şîrove tê kirin, qerar tê girtin. Ji bo wî jiyan bê wate ye. Bêwatebûna “Biyanî” bi xwe, bi wate ye. Ev bêwateyiyeke hîsî ye. Bi serê xwe li dijî bêwatetiyê ye.

Wek Brecht, Satre, Dostoyevskî û Kafka niviskarek ne hêsa ye. Heta jiya ye li dij cezayê sêdarkirinê û giyotînê têkoşîn daye. Parastgerê mafê mirovan e. Ji kedxwariyê, ne wekhevîtiyê û ji dîktatoriyê hîç hez nekiriye.

Berhemên Albert Camus

Bîyanî – (1946),
roman Efsana Sisyfos (1947)
Weba – (1948),
roman Caligula (1949),
dramRêveberiya LeşkerîÇepê wî û rûyê wîYên Rast – (1957),
senaryo – şanoSerhildana Mirovan – (1953)
Ketin – (1957),
romanDawet û nameyek ji hevalek Alman re Paneberî û Dewlet – (1957),
çîrokRojên li AmerîkayêKevirê MezinMirinek bi evîn – (1973),
dokumentMirovê yekemîn – Den första människan (1997),
romanRojên rêwîtiyê

B.Welatevîn:

 b_welatevin@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse