Albanî

 

 

 

Dîrok

 

Zimanê albanî (gjuha shqipe) di beşa zimanên îlîryayê ya li ser malbata hînd-ewrûpayê ye.  Bi vê taybetiya xwe, ji zimanên li dora xwe vediqete. Peyva arbëresci ji Arbër  ku navê kevnar ê Albanya’yê ye tê. Ev jî navê eşîrekê ye ku di Coxrafyaya (BZ Sedsala II’yan) Ptolomeo de wekî Albanoi derbas bûye. Ev nav di latînî de bûye albanenses, di îtalyanî de bûye albanese, di yewnanî de bûye arvanitis û di tirkî de bûye arnavut. Lê di sedsalên dawî de ev peyv ciyê xwe ji peyva shqip-tar re hiştî ye û navê welat jî ciyê xwe ji Shqip-ne/  Shqip-ë-ria re hiştî ye.

 Xebatên ewilî yên wêjeyî bi taybetî bi zaravaya gegî (gheg)di sedsala XVI’an de pêk hatiye. Digel ku albanî wekî romanî an lîtwanî yek ji zimanê herî kevn ê Balkanan bûye, xebatên nivîskî hinekî dereng dest pê kiriye.

 Nivîsa herî kevn a ku di 1462’an de bi zaravaya bakur gegî hatiye nivîsandin li ser ola xrîstiyaniyê bûye. Hin wersiyonên Încîlê bi zaravaya başûr tosco hatiye nivîsandin. Alfabeya ku ji bo wan metnan hatiye bikaranîn herdem alfabeya yewnanî û latînî bûye. Pirtûka herî kevn ku bi albanî hatiye çapkirin Mëshari ye (El Misal) ku di 1555’an de ji aliyê Gjon Buzuku bi guego hatiye nivîsandin. Herwiha La Doctrina Cristiana (1592) ya Matranga bi arbëresci û li gorî pîvanên toskî hatiye nivîsandin.

 Di sedsala XVII’an de ferhenga latînî-albanî (Frang-Bardhi, 1635) û hin pirtûkên olê hatine nivîsandin. Piraniya xebatên olî ji aliyê Pjetér Budi ve hatine kirin û ev hemû berhem wekî destpêka wêjeya otantîk a albanî hatine dîtin. Belavbûna van berhemên ku di sedsala XVI û XVII’an de hatine çapkirin, qada ku guegî lê tesîr dike û çalakiyên misyoneriya katolîk a roman nîşan dide.

 Di sedsala XIX’an de û ji ber dijminahiya tirkan wêjeya albanî bi tenê li civakên li derveyî welat pêşketiye. Li wir, di pêkhatina Rilinja Kombëtare an jî Tevgera Ronesansparêz a Alban de rola arbëreshë sereke ye. Helbestvan Gjul Variboba berhema xwe li St. Giorgioyê ya li Calabriayê * nivîsiye. Di maweya sedsala XIX’an de hilberîna berhemên wêjeyî li erdên  biçûk ên ku li Îtalyayê bûne û ji aliyê civaka îtalîaxêf hatine dorpêçkirin dom kiriye. Ev hemû berhem bi zimanekî ku hinekî ji zimanê niha cudatir e hatiye nivîsandin.

 Ji bo çêkirina albafeya otokton di dîrokê de hin hewlda hatine kirin. Di Kongreya Manastirê de (1908) bi armanca nivîsîna bi albanî, bi hin guherînan alfabeya latîn hatiye hilbijartin. 

Zarava

 Her du zaravayên sereke yên albanî guegî û toskî ne. Guegî li bakurê welat, li Montenegro, Kosowa û Makedonyayê tê axaftin. Toskî li başûrê welat, li Yewnanîstanê û li herêma gola prespayê ya li Makedonyayê tê axaftin. Li welat çemê Shkumbi sînorê di navbera her du zaravayan de pêk tîne.

 Ji damezrandina dewleta Albanyayê heta 1944’an zimanê fermî li ser bingeha zaravaya guegî yê Elbasanê hatiye çêkirin û ji wê şûn de jî ciyê xwe ji zaravaya toskî re hiştiye. Li Kosowa’ye axaftvanên albanî hin wersiyonên rohilat yên guego bikartînin.

 Ev her du zarava jî xwedî hin varyanta ne. 3 varyantên guegî û 2 varyantên toskî hene. Hemû zaravayên albanî ku yên li Îtalyayê û Yewnanîstanê tên axaftin cûreyên toskî ne.  Ev zaravayên qala wan tê kirin, di encama koça ji Albanyayê ya ku ji sedsala XIII’yan heta sedsala XV’an dom kiriye derketine holê.  Li Îtalyayê qasî 50 gund û bajarokên ku bi zimanê albanî diaxivin hene. Bi îhtimalekê ev wargeh, piştgî serdestiya tirkan a li ser Yewnanîstanê, ji aliyê koçberan koçberên albanî ve hatine çêkirin. Di heman demê de çend zaravayên din jî ku digihîjin toskya başûr, li Bûlgarîstan û Trakyaya li Tirkiyeyê tên axaftin. 

Rewşa Niha

 Ji nifûsa Albanyayê ku qasî 3.5 milyone, zimanê yekemîn a % 90’î albanî ye. Lê hemû albanîaxêf li Albanyayê najîn. Gelek alban li Kosowa, Makedonya, Yewnanîstan, Îtalya, Montenegro û Tirkiyeyê dijîn. Ji bilî Albanyayê, li Kosowayê û li bakurê roavayê Makedonyayê piraniya nifûsê zimanê albanî diaxive.

 Tê texmînkirin ku beriya şerê Kosowayê, li vê herêmê 1,6 milyon dijiyan. Herwiha nifûsa albanan a li Makedonyayê 490 hezar, li Montenegroyê 140 hezar e. Lê van hejmaran piştî şerê Kosowayê gelekî guherî. Piştî şer, 490 hezar kes li Albanyayê, 230 hezar kes li Makedonyayê, 65 kes li Montenegroyê û 20 hezar kes jî li Bosna- Hersekê bi cî bûn.

 Li Îtalyayê li Abruzzi, Molise, Basilicata, Puglia, and Calabriayê li hin ciyên li girava Sicîlyayê albanî tê axaftin. Hejmara albanîaxêfên li van Îtalyayê qasî 300 hezar e.

 

 

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse