Letonya û Riga

 Ez û çend heval hefteyeke berê ji bo 48 saetan çûn paytaxtê Letonyayê Rigayê. Rêber,  em li nav bajarê Rigayê gerand û di derheqê Letonya û paytextê wê Rigayê de agahdariyeke berfireh da me. Di vegerê de min çavekê li çavkaniyên dîrokî yên li ser Letonyayê gerand. Min hewlda ku di derheqê vî welatî de çend rêzan binivîsim û bi we xwendevanên hêja re jî bi par ve bikim.
Letonya li Baltikê dewleteke biçûk e. Welatekî xwedî dîrokeke dûr û dirêj, bi derd û kul e. Bajarê Rigayê paytextê wê ye. Riga li qeraxê çemê Daugava û perava deryaya Baltikê hatiye ava kirin. Çûnûhatin û bazirganiya welatên Baltikan ji vî bajarî bi riya deryayê bi cîhanê ve vedibe.
Letonya ji bo ku welatekî biçûk û li ciheyekî startejîk e, tim ji aliyên dewlet û hêzên xurt ve hatiye dagîr kirin. Reben û belengazan qet nikaribûne xwe biparêzin. Tim di bin lingên hespên împarator û dewletên hêz de pelixîne. Bi salan di bin destê almanan, lîtauyan, polonyan, swêdiyan û rûsan de mane. Piştî sala 1915 ketiye bin desthilatdariya rûsan. Di sala 1921ê de, di nav Sovyetê de wek komareke otonom maye. Di sala 1991ê de dema ku Yekiyiya Sovyet belav bû, Letonya carek din bûye dewletekî serbixwe.

Li gor statîstikên sala 2010an nifûsa Letonyayê 2,5 milyon û ya paytext Rigayê jî 706.413 e. Li ku be nifûsa Riga bi qasî nîvê Letonyayê ye.
Riga ji aliyê mîmariya xwe ve bajarekî gelek hêja û dîtbar e. Li vê dewleta biçûk ku nifîsa wê bi qasî ya parezgeha Amedê heye, du zimanên fermî (resmî) hene. Letonî û rûsî. Ji derî van herdu zimanên mezin 104 kêmneteweyên din jî di nav tixûbên Letonyayê de dijîn. Li Letonyayê hejmara rûsan ji %50 zêdetir e, dîsa jî letonî xwediyê dewleteke serbixwe ne. Kes ji wan re nabêje: “Ka binêrin nifûsa rûsan ji ya we bêtir e, êdî hûn û rûs ketine nav hev, hûn çima dewleteke serbixwe avadikin? Hşun parvakar û cudaxwaz in. Di nav Yekîtiya Rûsyayê de bimînin.”
Çima nikarin weja bêjin?

Ji ber ku ax yanî welatê letonan e û rûs paşê hatine li wir bi cih bûne. Ax û xelkê binceh (yerlî) girîng in , nr nifûs.
Lê, li Tirkiyê reşw çawa ye?
 Dev ji tirkan berde, piraniya kurdên me yên rewşenbîr û sîyasetmedar dibêjin: “Kurdistaneke serbixwe û federe heta xweseriya demokratîk nabe, nîvê nifûsa kurdan  li nav tirkan e. Bajarê kurdan ê herî mezin Stanbol e… Wek Ahmet Arîf gotiye mirîşkên me ketine nav hev….”
Ji bo ku kurd negihên mafên xwe yên netewê û demokratîk, ji hezar kaniyan av tînin, teoriyên nû nûve (îcad) dikin.

A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse