Kurdî zimanê 50 mîlyonî ye

orta dogu haritasiEm her dem dibêjin  û dinivîsin ku kurdî heliya, qediya û nema. Axxx û waxx!  Asîmîlasyoneke mezin li ser zimanê kurdî heye. Belê, ev rastiyeke berbiçav e, lê aliyê din jî heye ku em heta niha qet li ser vî aliyî ranewestane.
Ev çi alî ye?
Ev jî kurdî di nav zimanên cîhanê yên mezin de ye.
Kurdî îro li Rojhilata Navîn zimanekî sereke  û mezin e. Nêzîkî 50 mîlyonî mirov pê diaxivin. Kesî ku bi kurdî bizanibe dikare li Rojhilata Navîn bê serêş û sergêjî bi kes û dem û dezgehan re pêwendî dayine, problemên xwe yên rojane çareser bike. Wek nimûne, li Lubnan, Suriye, Iraq, Iran, Tirkiye, Ermenistan, Gurcistan, Ezerbeycan û gelek welatên din hejmareke mezin kurd hene û zimanê kurdî li van welatan baş tê bi karanîn. Li van welatên ku min navên wan bi rêz kir, kurdî zimanê têkiliyên civakî, takekesî û bazirganiyê ye. Ev jî gelek girîng e.
Herweha li seranserê Ewropa jî ji mîlyoneke bêtir kurd dijîn û mirov li her derê jiyanê rastî kurdan tê. Îro li Ewropa di dem û dezgehan de gelek kurd dixebitin.
Mirov dikare bi dilxweşî û dilgeşî bêje êdî kurdî ketiye nav çend zimanên mezin ên cîhanê.

A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse