”Xwedê mirov şaş neke, şaş bike kaşkaş neke.”

Mirov ji welat dûr be, bibe nebe ji rastiya welat jî dûr dibe.  Dema mirov nivîsên hinek kesên ku ji  welat dûr in dixwîne, baş dibîne ku ew hewqas jî ji rastiya welat dûr in. Mijarên ku diaxivin an dinivîsin jî çiqas rastiya welat dûr û şaşomaşo ne. Wekî kesîên ku  ne li ser rûyê erdê bijîn,  l i ser rûyê hîvê bijîn. Şiroveyên  ku dikin, bi tevî xeyal  in û bi rastiyê ve tu têkiliyên wan tune ne. Ji gel û têkoşîna ku tê dayîn çiqas bêpar in, hewqas jî  neagahdar û dûr in!  Ji ber vê yekê jî tîştên ku dibêjin û dinivîsin ji binî ve zûr (derew) in. Binî tûrika zûran jî qul e û jê  zûr dibarin!

Ya star ji zûrekeran! Xwedê hîvza mirov ji wan bike!

Ez ji demeke dûr û dirêj ve li Amedê bûm dema min di hinek kanalên TV yên dewletê de guhdariya van kesan dikir an jî di rojname û malperan de nivîsên wan dixwend matmayî dimam. Ji ber ku ew bûyerên ku wan behsê dikir ez jî di nav de bûm. Ez di nav wan bûyeran de bûm, min rasterast bi çavên serê xwe didît, wan kesên dûrî welat bi awayekî din şirove dikir. Bûyeran berevajî dikir, bi zanîn an nezanî serobino dikir. Li ser nûçe û şiroveyên dewletê  xwedê giravî kurdayetiya herî rast û durist ew dikin. Li Tirkiyê derdikevin TRT6ê û pesnê Erdogan û hukumeta Erdogan didin ku ew çawa demokrat in.

Carnan heta Amedê jî tên, lê li wir dibin wekî pisîka virnî û tûle. Newêrane derkevin nav gel. Ji derî çend hevalên wan ên ku  li wir bi cihbûne û dem bi dem lîsteya welatperêzan didin dadgeha dagîrkeran nikarin bi kesên din re rûnin û sohbeteke bikin. Mirovên wan jî ji helwest û gotinên wan eciz in û şerm dikin. Şîretan li wan dikin ku di nav gel de deng nekin, şaşomaşo nepeyivin.

Dema vedigerin Ewropayê jî kurdayetiyê (!) dikin. Giyab Axa pir in.

Gotineke pêşiyên me kurdan heye:

”Xwedê mirov şaş neke, şaş bike, kaşkaş neke.”

Amîn!

A. Tigris

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse