”Dixebitim, Dilîzim, Fêr Dibim”

Wek tê zanîn Pedagojî bi xwe beşa zanyarîyê ya şexsîyet girtina mirovan û perwerdeyê ye.

Dema pêşdibistanê(0-6) ji bo şexsiyetgirtinê demeke taybetî ye. Zarok di vê demê de, bi rêya lîstikê pir bi lez û bez fêrî tiştan dibin. Ji bo wan her tişt lîstike. Di vê dema herî girîng de herî zêde, pêwîstiya zarokan bi mezinan heye. Mamoste û mezin divê bi wan re bibin heval û bilîzin, bipirsin, bersivên pirsan bidin. Lê di listikê de ne ku ew biryar bidin divê zarok bi xwe xwedî biryar bin.

Listik ji bo zarokan “karkirin” e. Ev karkirin a ji dil e, ne bi zora yekî din e. Bi vê rêyê lêdigerin, di nava lêgerînan de ne û cihanê keşif dikin. Ji bo keşifkirinê antreman dikin. Lîstik ji bo wan antreman e, rêya fêrbûna danûsendinê û rêya fêrbûna bi hev re kar kirinê ye. Zarok dibin xwedî helwest, hîmên taybetiyên mirovbûnê fêrdibin.

Di vê pêvejoyê de, divê armanca me ya bo perwerdekirina zarokan de dilxweşî, rûkenî û hezkirin bingeh bin. Mezin pêşî li fantazî, xewn û xiyalên wan vekin.

Em dizanin ku perwerdeya li malê bê plan û bê program e. Perwerdebûna bi plan û program li pêşdibistanê dest pê dike. Pirtûkên ”Dixebitim, Dilîzim û Fêr dibin”1-2 jî li gor programên pêşdibistanê hatine amade kirin.

Belê ji bo zarokên 0-6 salî lîstik bi xwe rêya perwerdebûnê ye. Ji bo wan pirtûk jî lîstik e. Zarok pirtûkan jî wek lîstokan bi kar tînin. Li wêneyên wê dinêrin, dixwazin wan fêm bikin, şirove bikin, navên wan fêr bibin û tê bigihin.

Armanca me bi rê û lîstikên cuda cuda pêşxistin û gihaştina jîrekiyên wan, gurkirina xiyal û fantasiyên wan in.

Wek tê zanîn ew bi vê rêyê hêdî hêdî derûdora xwe û civata ku tê de dijîn dinasin. Gav bi gav taybetîyên çanda xwe fêm dikin û fêr dibin.

Weha şexsîyetgirtineke têkûz tê avakirin. Şexsiyetgirtinek bi rêya zimanê xwe yê zikmakî bi çanda xwe digîhe. Hestên netewetî bûnê di ev demê de (0-6) gul vedikin. Asîmîlasyona herê giran di vê demê de ye. Ji ber vê yekê zimanê zikmakî divê di vê demê de bi pîlan û program baş bê bikaranîn. Qedexegerên zimanan giranîya programa xweya asîmîlekirinê êdî di vê demê de dixin jîyanê.

Li dij van planên rûreş û asîmîlekaran divê pedagog û azadîxwazên zimanan, li ser vê demê baş rawestin.  Ji ber van sedeman jî navaroka pirtûkan gorî van armancan hatiye amadekirin.

Ji bo pêştxistina jîrekiyên wan, me navaroka pirtûkê di bin sê babetên sereke de amade kirye. Di bin sê babetan de heft beş hatine plan kirin. Armanca her beşêk jî pêştxistina û famkirina jîrekî û têgînên wan e.

Xêz kişandin, têgîn û hejmar

Çewtiyan dibîne, fêrî rastiya tiştan dibe. Di vê warî de pêwîstiya wan bi mezinan heye. Divê mezin ji wan re rêya pirs, şirovekirin û bersivan vekin. Bersîvên xwe bi zimanek hêsa bidin.

Pêştxistina jîrekiyên wî/wê yên rastgirtin û bi karanîna pênûsê û gehaştina masûlkan armanc e.   Hin babetên pirtûkan ji vê armancê hatine amadekirin.

Çav û tilî bi hev re tên xebitandin. Xêzkirina wî/wê digehî merheleyek bilind. Êdî dikare ji hemû hêlan ve xêzên curbecur bikşîne. Tiştan binase. Divê mezin têgînên ku dizanin dubare bikin û yên ku nizanin jî fêrî wî/wê bike. Navê tiştên ku di wêneyan de ne fêr dibe bi şirovekirin, pirs û bersivan taybetiyên tiştan fêr dibin.

Zarok divê ferqên ku di navbera wêneyan de hene bibîne.

Binêre, bêje, fêrî pirskirinê bibe, bihejmêre, birengîne, rexne bike.

Di dema dibistanê de ji bo ku bi serketîbin divê ev têgînan di pêşdibistanê de fêr bibin. Ev têgîn bingehê jiyanekî serketiye.

Bi hêviyên serketinê!

 

B.Welatevîn

b_welatevin@hotmail.com

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse