“Ji weliyan pelî û ji peliyan jî xwelî”

Kalê Aziz Yıldırım: Şewqî Beg 

Gelo hûn dizanin Aziz Yıldırımê kî ye? Aziz Yıldırımê ku serokê Kluba Fenerbahçeyê ye. Aziz Yıldırımê ku li ser gendeliya Şikeya futbolê hatiye girtin. Têkiliyên wî û mafiya herî mezin heta mafiya navnetewî ligel hev hene. Muteahitiya NATO dike. Mirovekî hewqas tarî ye ku  AKP, CHP û MHP ji bo Aziz Yıldırım bi yek dengî û wekî birûskê qanûn ji parlamentoya Tirkiyê derxistin. Ka em binêrin ev Aziz Yıldırım neviyê (torinê) kê ye? Çima dewlet weha cî û payeke hewqas mezin dide Aziz Yıldırım?

Di pirtûka me ya bi navê Amedê ku niha li ber çapê ye, di beşê wê yê Erxeniyê de, di derheqê jînenîgariya kalê Aziz Yıldırım, Şewqî Begê de nivîseke kurt heye. Dema mirov  jînenîgariya Kalê Aziz Yıldırm dixwîne û jiyan û kesaketiya Aziz Yıldırım û kale wî dide berhev mirov xemgîn dibe û li Kurdistanê asta tahrîbkariya dewleta kemalîst baş fêm û nas dike.

Seydayê Cegerxwîn di pirtûka Jînenîgariya xwe de dinivîse ku “cara yekem ez ji Şewqî Begê Erxeniyî welatparêziyê hîn bûm”. Cegerxwîn naskirina xwe û Şewqî Begê bi kurtî weha vedibêje:

“Sal 1924 bû. Ez feqî bûm û çûm gundeki Qerecdaxê. Em li mala axayê gundê bûn, me hew dît çend siwar hatin gund. Şewqî Beg, birayê xwe û çend pêgirên wî bûn. Ew jî hatin mêvandariya axayê gund ê ku ez li wê malê mêvan bûm. Civata axa xweş û geş bû. Serokê siwaran Şewqî Beg ji Erxeniyê ji malbatake mezin û nas kirî bû. Di heman deme de ew serokê şaredeariya Erxeniyê bû. Di navbera wî dewletê de ixtîlaf hebû. Şewqî Beg di axafina xwe de behsa doza kurd kir. Ji ber ku cilûbergên li ser min hinek ji yên gundiyan nûtir û baştir bû, wi texmîn kir ku ez kurê axan im. Ji min re got:

“Hûn axa bûne sebebe doza kurdan. Hûn nayên cem hev û ji bo kurdan kar nakin. Bi ser re jî bi dewletê re ne. Xelk hemû bûn dewlet, em kurd bi tenê bindest man. Divê em li dij dijminê xwe serî hildin.”

Min jê pirsî:

“dijminê me kî ye?”

Got:

“Tirk in…”

Cegerxwîn weha dom dike:

”… Li ser van gotinan, min soz da Şewqî Begê ku ji vir bi şûn ve, ez ê ji bo welatê xwe bixebitim û min weha kir.” [1]

Salek piştî vê axaftina Şewqî Begê û Seydayê Cegerxwîn şerê Şêx Seîd dest pê dike. Di şerê Şêx Seîd de Şewqî Beg û hevalên xwe jî, di berêyê Erxeniyê de beşdarî dorpêçana Amedê dibin. Weke tê zanîn hêzên Şêx Seîd li ber sûrên Amedê bi ser nakevin û bi paş ve vedikişin. Şewqî Beg jî bi dilxwaz û xwepêgirtiyên xwe bi paş ve vedikişin navçeya Erxeniyê. Rojeke leşker.

Şewqî Begê li nav bajêr digrin. Li nav Erxeniyê li ber qoşka Qehreman her­du destên wî dixin darê kelepçan û herdu lingên wî jî bi zencîr girê didin û li ser kursiyeke darîn didin rûniştandin. Leşker gaziyê xelkê dikin ku bên îbretê bibînin ku hukimeta Komarê çiqas bi hêz û mezin e. Tu kes nikare li hember wê rabe. Bi qemçî û kûndarên tifingan li Şewqî Begê didin. Bi lêdanê re çêr, qerf û bi gotinên biçûkxistinî dikin ku dixwazin kesayetiya wî ya pak û bilind rencîde bikin. Xelkê bajarokê di nav tirs, xof, kîn û nefreteke de, li êşkence û lêdana hov temaşe dikin. Ser, dev poz û laşên Şewqî Begê di nav xwînê de dihêlin. Bobelatên nedîtî, mezin û giran bi serî wî de tînin. Weha dikin ku ji halê mirovî derdixin. Lê Şewqî Beg her serê xwe bilind digre, paxa wan û lêdana wan nake, serî ji wan re naçimîne. Laş diçe, lê giyan û viyana xwe diparêze, li ber xwe dide. Roj û şeveke weha pê êşkence dikin, dixwazin wî teslîm bigrin, dinêrin ku bêfêde ye. Radibin Şewqî Begê bi perepaşkî li ker siwar dikin û di nav Erxeniyê de digerînin. Piştre dibêjin em Şewqî Begê dibin Xarpêtê Dadgeha Îstîqlalê. Ew derdi­xin derî Erxeniyê li ser riya Erxenî û Madenê li herêma Pirûtê (niha radar li wir daçikandine) gulebaran dikin û dikujin. Piştre laşê wî bi qasutûre û qûndarên tifingan perçe perçe dikin. Dibêjin; ‘di rê de xwest ku bireve, me deng lê kir ranewestiye û leşkeran pêvedan û mir.[2]

 

 

Amed Tîgrîs



[1] Cegerxwîn, Jînenigariya Min, Apec, r.125, Stockholm

[2]  Müslüm Üzülmez, Şevki Bey ve hakkındaki kimi bilgiler, 30 mayıs Ergani Haber gazetesi.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse