“Goteborgî dê tu carî bi stockholmkî nepeyivin”[1]

Li Swêdê di kovara språk (sprok tê xwendin) de Anna Gunnarsdotter Gröndberg li ser  yekîtiya devokên bajarên Stockholm û Goteborgê nivîseke balkêş nivîsandiye. Jend Magnusson jî ji vê nivîsê re ilustrasyon çêkiriye. Ev mijara devokan di kurdî de jî hertim tê behskirin û gotûbêjkirin. Tê gotin ku “em ê çawa yekîtiya devok û zaravayên  kurdî pêk bînin?”

Ez bawer dikim ev nivîsa han dê di vî warî de fikreke zanistî û berbiçan bide me xwendevan û kesên ku li ser vê mijarê gotûbêj dikin. Wergera nivîsê li jêr e:

 

“Îro mirov dikare di navbera sê saetan de ji Goteborgê bigîhe Stockholmê. Herdu bajar 45 mîl ji hev dûr in. Belê di van sed salên dawî de çûn û hatin hewqas pêşketiye  ku dûrahiya di nav van herdu  herêman de  gelek kurt bûye. Lê teknîkê vê mesafeyê gelek nêzîk kiriye. Bi telefonê weke mirov bi cîranê xwe re bipeyivê  û  bi kamera webê jî mirov hem  hevdu dîbîne û hem jî dibîhîse. Pêşketina komunîkasyon û teknîkê ji aliyê ziman û çandê ve jî gelek derfetên erênî pêk anîne. Ev çûnûhatin û teknîka nûjen bi qasî ku mirov texmîn dike zêde bandora xwe li ser devokên swêdî nekiriye. Yanî devokan bi awayekî lez û bez nêzîkî hev nekiriye. Lê di hinek waran de di van salên dawî de ferqa devokên herêmî yên  ku ji aliyên cografik ve pir nêzîkî hev in bandor kiriye. Lêbelê herêmên ku ji aliyê cografî ve mezin û ji  ji hev dûr in devokên wan serxwebûna xwe parastine û ji aliyê yekbûnê ve zêde nehatine guhetin.

Wek nimûne li herêma Goteborgê  li ser berfê gelek biwêjên swêdî yên cuda hene. Ev herên gelek teng û nêzîkî hev in. Bi vê re  li başûrê Goteborgê “göra”  (bi wateya kirin, pêk anîn) li bakurê goteborgê “gura”  li navendê “gîra” dibêjin.[2] Devokên weha niha  kêm dibin û dibin yek. Piraniya xelkê niha “göra” dibêje û yên din hêdî hêdî di nav prosesekê dirêj de wenda dibin. Mirov bawer dike ku di herêmeke weha teng de devoka navenda Goteborgê giranî daye ser dordora xwe û zora yên din biriye û dibe.

 

Belê, lê dema mirov li devoka wek mesafe ji hevdu dûr weke Goteborg û Stockholmê dinêre, dibe şahîd ku bandor li hev nekirine û herdu devok niha jî jîndar in û ji taybetiya cudatiyên xwe parastine û diparêzin.. Devokên van herdu herêman  wek ku ferqa di navbera swêdî norveçî an jî di navbera devok û zaravayên çînî de hene. Sedem dûrbûna herêmên cografî ye. Dûrbûna herêmên cografî roleke mezin û girîng dilîzin. Belê niha komunîkasyon û teknîk mesafeyan gelek nêzîkî hev kirine, lê gelo dê ev devok jî  weke lezbûna teknîkî nêzîkî hev bibin? Gelo dê di nav van sed salan de yekî Goteborgî û Stockholmî bi devokeke hevpar bipeyivin?

 

Bi rastî bersiv “na” ye.

Hinek îşaret hene ku ferqa di navbera devokan de kêm dibin, ne weha bi lez û bez e û ferqeke mezin li navê nexwuya ye.  Di bernameyên radyo, TV,  muzîk, şano û  fîlman de mirov varyantan an jû nûansên devokên cuda  baş dibihîse û dibîne. Gelek kesên temenmezin  di navbera devok û zimanê standard e diçin û tên. Li dibistan naye xwestin ku devok werin rakirin û bi zimanê standard were axaftin. Li cem me ji bo pejrandina devokan rêzgirtineke mezin heye. Di axaftina rojane de,  karanîna devokan carnan têkiliyan (peywendiyan) asteng û xera dike. Carnan devok  îmajên pozîtîv an  jî stîla jiyanê diyar dikin. Taybetiyên çand û jiyana herêmî derdixin pêş.

Hinek mekanîzmamên bingehîn hene ku  ferqa herdu devokên  mezin nikarin  bibin yek û ev li pêş yekîtiya zimanê swêdî asteng in.

Ji wan sedeman yek herêmên cografik ên dûr û mezin in. Di herêmên nêzîk û teng de xelk  di jiyana rojane de  di nav hev de heye û têkilî zêde ne û loma ji hev fêm dikin û dikarin di demeke kurt de devokên wan nêzîkî hev bibin an jî bibin yek devok. Sedemê duyem ji berê ve Goteborg û Stockholm ji hev gelek dûr in têkiliyên wan ên rojane weha ne xurt bûne. Dan û standin ji berê ve kêm bûne. Ji ber vê yekê li her bajarî bi hemdê xwe devokên wan bi serê xwe bi pêşketine,  ji hev cuda û dûr ketine. Dema mirov li devokên bajarên  Boshuslenê, Vestergotlandê Östnorgê dinêre, ev herêm bêtir nêzîkî Goteborgê ne  û loma devokên wan jî nêzîkî Goteborgê ne. Devokên Goteborg û ev herên  êzîkên wê bêtir nêzîkî zimanê norveçî ne. Ji ber ku Norveç ji Stockholmê ji me re nêziktir e.

Devoka Stockholmê jî bêtir nêzîkî devokên Upplandî, Sörmlansiyan e ji ber ku ew herêmên cîranên hev in. Di heman demê di  prosesa dîrokî de weke polîtik û olî jî di nav hev de jîyanê. Rola zimanê dêran jî heye.

 

Ferq civakî jî heye. Ji ber ku Stockholm bi salan paytext e û axaftina rojaneya stockholmiyan gelek nêzîkî zimanê swêdî yê standard e. Nêzîkî 500 salan e ku Stockholm navneda polîtîka Swêdê ye. Di vê peryode de zimanê dewletê li vê herêmê pêşketiye û bûye standard.

 

Goteborg ji sedsala 1800an ve bûye navenda herêma xwe û bûye bajarekî mezin. Ji derî Stockholmê  di herêma xwe de zimanê wê jî  wek xwezayî bi pêş ketiye. Hîn jî di nav gel de fikirê “em û ew” hene û xwe ji hev cuda dibînin. Ev ji bo mirovan  hestê cuda peyda dike, xwe û herêma diparêze û herêmparêziyê  xurt dike. Ev jî di nav komên civakî de dibe sedemeke bingehîn ku ziman jî ji hev dûr û cuda dike.

 

Sedemeke din jî heta 150 sal berî niha yên ku li herêma Stockholmê dijiyan bi devoka stockholmî dibeyivin û yên ku li herêma Goteborgê ji dayîk dibûn bi devoka goteborgî dipeyivîn. 150 sal berê ji herêmên derdora Stockholmê heta ji girava Oland, ji Fînlanya û herêmên din ji bo kar  barkirin dedordora bajarê Stockholmê û herweha yên derdora Goteborgê jî bar kirin derdora bajarê Goteborgê. Wan karkeran devokên xwe jî bi xwe re anîn û devok têkil bûn. Niha li herêma Stockholmê stoholmiya berê tune. Zimanekî standard çêbû.

 

Mirov dixwazin nasnameya xwe ya komekî an jî civakî biparêzin û ji bo wê jî xwe ji yê din cudatir dibînin û dixwazin xwe wek ziman û çanda xwe diparêzin. Ji ber vê yekê dê tu carî goteborgî û stockholmî bi heman devokê nepeyivin. Teknîk û mesafeya çûnû hatinê çiqas nêzîk û kurt dibe bila bibe,  mirov dixwazin kesayetiya xwe ya herêmî, stîlên xwe yên cuda û reng û dengên xwe yên cografî biparêzin. Di vê serdema globalîzmê de divê mirov taybetiyên xwe yên herî biparêzin. Ziman,  zarava û devok ji bo nasnameyên herêmî gelek girîng in. Belê mirov bi globalî difikire, lê bi lokalî dipeyîve.

 

Nivîskar: Anna Gunnarsdotter Grönberg li zanîngeha Goteborgê lektor e.

Wergera ji swêdî: Amed Tîgrîs

amedtigris@hotmail.com



[1] Goteborg û Stockholm du bajarên Swêdê (İsveçê) ne. Goteborg li Başûr nêzîkî Danîmarkê û Stockholm jî li navenda Swêdê ye di navbera herdu bajaran  bi nêzîkî 500 km ji hev dûr in. Herdu jî di dîroka Swêde roleke mezin lîstine û bi hejmara xwe jî bajarên mezin in. Stockholm ji sed salan ve paytextê Swêdê ye. Zimanê swêdî yê stadard bi devoka stockholmî ye. Devoka Stockholm û Goteborjê ji hev cuna ne.

[2] Wek li  herên Amed, Êlih. Riha û beşek ji Merdînê “bû”, li Cizîr û Dihok, Çolemêrgî Botan û gelek cihên din “bî” an “ bît” dibêjin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse